KJA: Guleya li Tahîr Elçî hat xistin her kes kiriye hedef

Kongreya Jinên Azad (KJA), têkildarî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongreya Jinên Azad (KJA), têkildarî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo pêşî li berxwedana mafdar û rewa ya gelê Kurd bê girtin terora dewletê her cure rêbazên derveyî hiqûqê didomîne û wiha hat gotin: "Ev zîhniyeta qetlîamker ji heft salî heta heftê salî; bê ku bêje zarok, jin, îxtiyar, ciwan bi konsepta topyekûn weke salên 90’an îro jî bi her awayê xwe li pêşberî me ye. Dîroka cinayetên ‘failên wan diyar’ a ji Mûsa Anter  heta Vedat Aydinan ji Mehmet Sîncaran heta gelek kesên wekî wan ku dewam kir, îro yek ji egîdê gelê me Tahîr Elçî ji nav me bir.”

'JI ALIYÊ ÇAPEMENIYA AKP’Ê VE RASTÎ HEWLDANA LÎNCÊ HAT'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Elçî di axaftina xwe ya dawî de gotibû: “Minareya çar ling bang li mirovatiyê dike. Ji lingên min li min dan” û wiha dewam kir: "Tahîr Elçî bi guleyekê hat qetilkirin. Weke hemû raya giştî dizane, Tahîr Elçî ev demeke ji ber daxuyaniyên xwe yên hesstyar yekser ji aliyê hikûmeta AKP’ê û çapemeniya wê ve hatiye teşhîrkirin û bi hewldaneke lîncê ya aşkera re rû bi rû hatiye hiştin. Guleya li Tahîr Elçî hatiye xistin, li tevayî mirovatiya ku dixwaze qîrîna aştî û demokrasiyê bilind bike û her kesê ku di aliyê berxwedana mafdar û rewa ya gelan de helwest nîşan daye kiriye hedef. Carekê din derket holê ku li hemberî hêzên qetlîamker ji bilî em têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin ti rêya me nameya.”

'LI HEMBERÎ KOMKUJIYAN HELWEST NÎŞAN BIDIN; BI XURTÎ XWEDÎ LI CENAZEYAN DERKEVIN’

KJA di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Di serî de jin em bang li tevayî gelên me yên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin; li hemberî komkujiya di şexsê Tahîr Elçî de hatiye kirin li hemberî polîtîkayên komkujiyê em bêjin’bes e’. Di serî de malbat serî hemû gelê me sax be. Di serî de gelê Amedê em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî xwedî li merasîma cenaze derkevin.”