Kişanak xwest biryara qedexekirinê di ber çavan re bê derbaskirin

Kişanak xwest biryara qedexekirinê di ber çavan re bê derbaskirin

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak xwest biryara qedexekirina mitînga 14'yê Tîrmehê dîsa ji ber çavan re bê derbaskirin û diyar kir ku di dîroka diyarkirî de ew ê li qada îstasyonê bin.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û Hevserokê BDP'a Sêrtê Seracettîn Kayran li mala mamosteyan a Sêrtê bi nûnerên çapemeniyê re hatin ba hev. Kişanak li vir axivî û diyar kir ku ji ber pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin pêvajoyeke pir hessas destpê kiriye û anî ziman ku di encama israr kûrkirina pirsgirêka kurd de di nav civakê de bendbendî çêbûye. Kişanak got; "Îxtîdara AKP'ê ji bo aştiyê tiştekê nake. Lê wekî ku dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike xwe dide nîşandan. Ji ber kûrkirina pirsgirêka kurd em êşên mezin dijîn. Çima di tiştên ku tên jiyîn de guhertin çênabe."

Kişanak anî ziman ku ew dixwazin pirsgirêka kurd bi riya diyalog û mûzakereyan çareser bibe û wiha axivî: "Hikûmet ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hewl dide ku mûxatabên cuda bên afirandin, lê ev hewldan vala ne." Kişanak bal kişand li ser girîngiya mitînga 14'yê Tîrmehê û xwest ku biryara qedexekirina mitîngê ji nû ve ji ber çavan re bê derbaskirin. Kişanak destnîşan kir ku tevî hemû qedexeyan ew ê di 14'yê Tîrmehê de li qada Îstasyonê bin.