Kişanak û Kurkçu: Li Şemzînanê em tenê rastî gêrîla hatin

Kişanak û Kurkçu: Li Şemzînanê em tenê rastî gêrîla hatin

Heyeta ji rayedarên partiyên siyasî pêk dihat çû navçeya Şemizînan a Colemêrg û di rê de li rastî nûqteya gerîlayan hatin. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu jî di nava heyetê de bûn, dan zanîn ku dewletê ji gundiyan re dibêje “ji vê derê derbikevin”. Kişanak jî da zanîn ku wana li cihên ew çûne tu hêzên leşker-dewletê nedîtin.

Heyeta ji rayedarên KCD, BDP, HDK, EMEP, SDP, ODP û ESP’ê pêk dihat çû gundê Nehrî yê navçeya Şemizînan a Colemêrgê.

KIŞANAK: EM TENÊ LI RASTÎ HÊZÊN GERÎLAYAN HATIN

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, derbarê serdanê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew li herêmê li rastî tu hêzên dewletê nehatin, lê li rastî gerîlayan hatin. Kişanak got; “Dewletê hêzên xwe tenê li cihêd erketina ji navçeyê kom kirine. Piştî em ji wir derbas bûn em li rastî tu hêzên dewletê nehatin. Li cihên em çûne, me bax û baxçeyên ji ber bombebaran û pevçûnan wêran bûne dît. Lê em di rê de tu hêza gerîlayan nedît. Me tenê di rê de gerîlayan dît."

Kişanak ragihand ku gundî naxwazin dest ji gundên xwe berdin û got ; “Li hemberî her tiştê gundî naxwazin dest ji warê xwe berdin. Mirov dixwazin li vir bimînin. Gundiyan dan diyarkirin ku leşker dibêjin ji vir derbikevin.”

SOHBETA BI GERÎLA RE…

Kişanak diyar kir ku ew di rê de li rastî gerîlayan hatin û got; “Gerîlayan di nûqteya kontrolê gel ji wesayîtan peya kir.Gerîlayan axaftinkir. Me silav da hev du. Me ji wan re got ku em dixwazin we li welatekî azad li cem xwe bibînin. Me got em ê ji bo vê yekê hewl bidin. Gerîlayan jî di axaftian xwe de xwestin ku rastî bêne dîtin. Bang li aliyên demokratîk û şoreşger ên li Tirkiyeyê kir ku bi hev re tevbigerin. Em jî bal kişand ser hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. Wan jî da zanîn ew tevlî we dibin.

KURKÇU: JI 10 GUNDAN 7’Ê WAN VALEBÛNE

Parlementerê BDP’ê Ertûgrûl Kurkçu di derbarê serdanê de got; “Em di derketina Şemzînanê de bi çi awayî rastî hebûna artêş û polîsan nehatin. Em çûn gundê Nehrê. Gundê ku pevçûn lê destpê kiribû. Em bi gelê wir re axivîn. Çi çêbûye me ji devê wan guhdar kir. Li gorî agahiyên ku keyayê gund dayî, ji 10 gundan 7’ê wan valebûne.”

RAYEDARÊN LEŞKERÎ HEWIL DIDIN GUNDA VALA BIKIN

Kurkçu got, “Dengê topan yê qasî guhê mirovan ker bike, zarok biawarte bandor kirine. Lê belê naxwazin gundên xwe vala bikin û aşkera kir ku, rayedarên leşkerî zexta dikin ku gunda vala bikin. “Albayek hatiye rex gundiyan û ji wan re gotiye, pêwîste hûn van deran vala bikin. Gundiyan ev tişt vegotin. Ji bo ewlekariya cane wan, yanî behsa sirgûnê kirine. Heya vê rojê ne leşkerek û ne jî polîsek, rayedarek ji bo gundiyan ji pevçûnan rizgar bikin nehatiye, ti pêngav ne avêtine.”

Kurkçu da diyarkirin ku, ew weke şande dê li gel gundiyan bin û mafê wan heye ku li welatê xwe bijîn û got; “Ji vê yekê gelek memnûn bûn. Serdana me ew gelek memnûn kirin. Ji ber ku tu kes û ji dewletê jî tu kes ji rewşa wan bipirse nehatiye.”

‘ME GUHDARÎ SÊ XORT Û JINEK YA GÊRÎLA KIR’

Ertûgrûl Kurkçû di vegera rê de dema ku rastî kontrola rê ya gêrîla hat bi van gotinan vegot: “Dema em vegeriyan rastî gêrîlayan hatîn. Yek jin, sê xort çar gêrîla bûn. Di rasteka hedefên xwe de propaganda kirin. Yekemîn; gotin em ne tenê ji bo Kurdistanê , di heman demê de ji demokratîkbûyîn û azadiya Tirkiyeyê jî hewildana dikin. Gotin em ji bo gelên din yên li welat jiyan dikin jî tekoşînê didin. Gotin em li dijî şerê Rojhilata Navîn tekoşîna gelan û azadiyê didin. Me demekê guhdarî wan kir û piştre rê vebû û me berdewam kir.”