Kişanak: Ji ber jêvekirina perwaneyan îsyan dest pê kir

Kişanak: Ji ber jêvekirina perwaneyan îsyan dest pê kir

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak der barê 13 kesên di îsyana li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyek da û diyar kir ku her çendî pileya germahiyê 46 bû, perwaneyên girtîgehê jê hatibûn vekirin û ji ber wê jî îsyan dest pê kiriye.

Hevseroka BDP’ê ji bo bûyera di Qawişa C-15 ya Girîgeha Tîpa E ya Rihayê ya ku 13 kesan têde jiyana xwe ji dest dan, lê bikole hat Rihayê û li avahiya BDP’ya Bajêr a Rihayê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Kişanak destnîşan kir ku ev dram li Riha û hemû girtîgehên din jî hene û diyar kir; “Ev mirin li ber çavên her kesê pêk hatine. Kişanak got ku berpirsên sereke yên vê komkujiya di girtîgehê de Wezareta Dadê û midûriyeta giştî ya girtîgehan e.

Kişanak got; “Hikûmeta ku hewl dide pirsgirêkê bi girtina mirovan çareser bike, girtîgehan veguherandiye qesabxaneyan. Du sê qat ji kapasîteya girtîgehê girtî di girtîgehan de ne. mirov neçar dimînin li korîdor û li ber tûwaletê birazên. Li hemberî vana hemûyan tenê çareseriyek nû ya hikûmetê ji bo gel heye;ew jî avakirina girtîgehên nû ye. Piştî êşek evqas mezin Wezîrê Dadê daxuyaniyeke wiha dide, ev yek jî sosret e. 13 can şewitîn û bûn xwelî. Jiyana wan di destê dewletê de bûn. Ewlehiya canê wan di destê dewlet û Wezareta Dadê de bûn. Berpirs: hikûemt, Wezîrê Dadê û midûrê girtîgehê ye."

JÊVEKIRINA PERWANEYAN PROTESTO KIRIN

Kişanak diyar kir ku wana agahiyên zelal û piştrast ji parêzeran wergirtine û ragihand ku parêzeran şevê din bi Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan re hevdîtin pêk anîne, Ayhan jî bi rêya parêzeran rewşê ji wan re ragihandiye.

Kişanak got ku her çendî kapasîteya qawişa C15 6 kes bûn, lê 18 girtî têde hatibûn bicihkirin. Kişanak diyar kir ku piştî gardiyan hatin perwane jê vekirin û birin, îsyan dest pê kir. Kişanak ragihand ku birîndaran ji Îbrahîm Ayhan re gotine wan aji bo protestokirinê nivînên xwe şewitandine.

Kişanak ragihand ku ew ê biçin girtîgehê hewl bidin ku bi girtiyên eldî û siyasî û dozgeriya komarê re hevdîtin pêk bînin.

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak bi bîr xist ku sala par jî li Girtîgeha Rihayê îsyan rabibû û got; "Ji vir dixuyê ku girtîgeha Rihayê ji şert û mercên jiyana mirovan kir dûr e. Em zîhniyeta komkuj bi tund şermezar dikin. Li welatên demokratîk a ku hesabê bide dewlet e. Lê mixabin ev yek li vir tune ye.” Kişanak destnîşan kir ku dewlet berpirsên komkujiyan aşkere nake û diyar kir “Divê em hesabê ‘dewlet dê li Roboskiyê bikuje, dê li girtîgehê jî bikuje’, têk bibin. Divê berpirsên komkujiyê hesabê bidin edaletê."

Piştî civîna çapemenî Kişanak tevî Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, çûn Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.