Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, li gel heyeta BDP'ê û Şaredarê Sêrtê Selim Sadak li gundên Bedar, Ervax, Besta, Hêşeta Berêsipi û Nureşinê yên Sêrtê geriyan û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin.
Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê heyeta ku di nav de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Şaredar Selîm Sadak û rêveberên BDP'ê jî hebkûn li gundên Bedar, Ervax, Besta, Hêşeta Berêsipi û Nureşinê yên navçeya Berwariya Sêrtê geriyan û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin. Kişanak li gundê Ervaxê dest bi ziyareta gundan kir û ji aliyê Keyayê gund Arif Kartal û welatiyan ve hate pêşwazîkirin.
Kişanak pişt re li gundê Besta, Hêşeta Berêsipi ziyaret kir û li vir bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin. Kişanak heri dawî gundên Nureşin û Bedar jî ziyaret kir û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kir.
Kişanak herî dawî li navçeya Berwariyê tevlî xwarina fitara Rêxistina BDP'ê ya Berwariyê amade kiribû bû.