Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, çû serdana malbatên endamên HPG'ê Îbrahîm Daşçi û Mercan Sevîm ên ku li Colemêrg û Dêrsîmê di pevçûnan de jiyana xweji dest dan.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, çû malbata gerîlayên HPG'ê Îbrahîm Daşçi (Çiya Koçer) ê ku di pevçûna li herêma Oremar a navçeya Geverê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da û malbata gerîla Mercan Sevîm (Zîlan Ruken) a ku li Dêrsîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ziyaret kir.
Kişanak û heyeta pê re pişt re çûn taxa Dogan û serdana malbata Mamoste Înan A ê ku bi kêrê hatibû birîndarkirin kir.