Kîjan hevok dikarin gerîla Avareş vebêjin?
Gerîla Avareş di salên 90'î de dest ji mal, hevser û zarokên xwe berda û ji Amedê tevlî refên tevgera azadiyê bû. Ev mirovê evîndarê azadiyê, ji aliyê hevalên wî ve her sal tê bîranîn.
Gerîla Avareş di salên 90'î de dest ji mal, hevser û zarokên xwe berda û ji Amedê tevlî refên tevgera azadiyê bû. Ev mirovê evîndarê azadiyê, ji aliyê hevalên wî ve her sal tê bîranîn.
Gelo gerîlayek çawa dikare bê vegotin, kîjan hevok dikare xwe bigihîne dilê gerîla.
Bi destên xwe yên acemî û bi tirs, min n dikarîbû ew binivîsanda, ne jî vebigota. Dibe ku rêbaza herî rast, guhdarîkirina li hevrêyên wî bû.
Gerîla Avareş di salên 90'î de dest ji mal, hevser û zarokên xwe berda û ji Amedê tevlî refên tevgera azadiyê bû. Ev mirovê evîndarê azadiyê, ji aliyê hevalên wî ve her sal tê bîranîn.
Gerîla Avareş bi felsefeya Apoyî re di nava tarîtiyê de hêvî afirand û dema xwe bi jiyîn û vegotina heqîqet û nirxên exlaqî derbas kir.
Û bi hevrêyên xwe re her tim ev parve dikir: "Heta niha ti kes nikarîbû der heqê we de agahiyên têrkerî bide we.
Kesî nikarîbû ji we re vebêje ku hûn çawa dixebitin.
Kesî nedipirsî ku çima mirov ewçend bi koledariye ve girêdayî ne.
Ji ber ku tiştekî we yê baştir nebû, we nikarîbû tiştekî baştir xeyal bikira. Ti kesî cîhaneke ku hûn karibin lê xeyalên baştir çêbikin û bi awayekî azad lê bijîn pêşkêş nekir an jî neda hînkirin." Bi van gotinan re ji hevrêyên xwe re nîşan dida ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çi rengî jiyana azad ava kiriye.