Kesên qûrbanên Madimakê bi bîr anîn ketin ber lêpirsînê

Kesên qûrbanên Madimakê bi bîr anîn ketin ber lêpirsînê

Dadgeha Tirk der barê kesên ku beşdarî bîranîna komkujiya di 2’ê tîrmeha 1993 de li hemberî Otela Madimak a Sêwasê pêk hat de, bûn de lêpirsîn dan destpêkirin.

Ji ber giliya ji aliyê Walîtiya Sêwasê ve hate kirin, der barê endamên komîteya amadekariya de, bi hinceta qanûna xwepêşandan û civînê bin pê kirine de, lêpirsîn hate destpêkirin. Tevî serokê komîteyê Ali Şimşek, Emîne Îmren, Feyzullah Suner, Naîl Duman, Vahap Altunel, Behzat Înan Şahin, Adnan Yılmazaçılan îfade dan Midûriyeta Emniyeta Sêwasê.