Kesên li Bazidê hatibûn binçavkirin hatin berdan

13 mertalên zindî yên li Bazîdê li dijî operasyonan çalakî pêk anîn û hatin binçavkirin serbest hatin berdan.

13 mertalên zindî yên li Bazîdê li dijî operasyonan çalakî pêk anîn û hatin binçavkirin serbest hatin berdan.

Duh li gundên Kanikork û Şexxulî yê Bazida Agiriyê operasyona leşkerî pêk hat. Piştî operasyona leşkerî welatî bûn mertalên zindî û li dijî operasyonên leşkerî çalakî pêk anîn. Di mudaxaleya leşkeran de 13 welatî hatibûn binçavkirin. 13 welatiyên duh hatin binçavkirin îro sewqî dadgehê hatin kirin. Welatiyê bi navê Yusuf Ziya Yarici, Mustafa Polat, Mehmet Bavagir, Emrah Bozkurt, Mehmet Polat, Ekrem Bozkurt, Fatih Bozkurt, Mevlut Bengî, Seyit Çekim, Fettah Turan, Mehmet Bozman, Abbas Bavagir û Mehmet Bavagir ku derketin pêşberî dadger serbest hatin berdan.