26 kesên duh diserdegirtina malan de li navçe û navenda Agiriyê hatin binçavkirin dest bi greva birçîbûnê kirin.
26 kesên duh li navçe û navenda Agiriyê di operasyona bi navê "KCK'ê" de hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Agiriyê tên girtin. 26 kesên di nav de xebatkarên Navenda Giştî ya BDP'ê, serokên navçe û bajar ên BDP'ê jî hene di binçavan de dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî astengiya 24 saetan bi dawî bû parêzer çûn bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin.