Kesên di komkujiya Srebrenîtsa de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

Kesên di êrîşa Sirpan a beriya 20 salan li bajarê Srebrenîtsa ya Bosna Hersekê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Gelê Srebrenîtsa piştî 20 salan hê jî li cenazeyên xwe digerin.

Kesên di êrîşa Sirpan a beriya 20 salan li bajarê Srebrenîtsa ya Bosna Hersekê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Gelê Srebrenîtsa piştî 20 salan hê jî li cenazeyên xwe digerin. 136 kesên ku nasnameya wan hatine tesbîtkirin, di bîranîna salvegera 20. de bi êşên mezin hatin definkirin.

Kesên di komkujiya bajarê Srebrenîtsa ya Bosna Hersekê de jiyana xwe ji dest dane, bi merasîman têne bîranîn. Di merasîmê de 136 kesên ku di komkujiyê de hatibûn qetilkirin û salên dawiyê nasnameya wan hat tespîtkirin li goristana Potoçarî hatin definkirin.

Piştî belavbûna Yûgoslavyayê li ser 8 hezar Misilmanên ku Ii Bosnayê ji aliyê leşkerên Sirp ve hatin qetilkirin 20 sal derbas bû.

Îsal bi nave Sirbistanê Serokwezîr Aleksandar Vuçîç ê tevlî merasîma cenazeyan bû dema hat Odeya Bîranînê ji aliyê gel ve bi fîtikan hat şermezarkirin. Vuçîç di ketina Odeya Bîranînan de ji aliyê dayikên Srebrenîtsayî ve hat pêşwazîkirin û welatiyan bi dirûşmên, “Durû” bertek nîşanî Vûçîç dan.

Serokkomarê Hirwatistanê Kolînda Grabar Kîrarovîç, Serokkomarê Slovenyayê Borût Pahor, Serokkomarê Montenegroyê Filip Vûyanovîç, Serokkomarê Makedonyayê Gyorya Îvanovîç û Serokwezîrê Sirbistanê Aleksandar Vûçîç tevlî merasîmê bûn. Bi navê Tirkiyeyê jî Ahmet Davûtoglu tevlî bîranînê bû.

Piştî axaftinan 136 kesên ku ji gorên komî hatin derxistin, testa DNA’yan wan hat kirin û nasnameya wan hat aşkerakirin li Goristana Abîdeyê ya Potoçarî hatin definkirin. Kesên ku di komkujiyê de hatibûn qetilkirin di gorên komî de hatibûn defnkirin, di encama têkoşîna salên dûr û dirêj de nasnameya wan hat tespîtkirin. Aqûbeta gelek kesan hê jî ne diyar e.