Kesên di çalakiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

Ji bo 130 kesên di komkujiya Parîsê ya 13’ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dan bîranîna fermî hat lidarxistin.

Ji bo 130 kesên di komkujiya Parîsê ya 13’ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dan bîranîna fermî hat lidarxistin.

Bîranîna li Invalîdes hat lidarxistin, li her cihê Fransa zindî hat temaşekirin.

Serokkomar Françoîs Hollande yê di bîranînê de axivî got: "Em ê ti carî 13’ê Mijdarê roja Înê ji bîr nekin. Ji dilê Fransa lê dan."

Hollande wiha dewam kir: "Wê Fransa weke hezkirina kesên jiyana xwe ji dest dan, dixwest wê bimîne. Em destûr nedin tirs û nefretê. Em ê li hemberî terorîstan stran, konser, xwepêşandanan zêde bikin. Em ê çûna stadyûman dewam bikin.”

Hollande diyar kir ku kesên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan êdî rûyê Fransa ne yê xwe bi cîhanê dide naskirin.