Kesek li Geverê hate girtin

Kesek li Geverê hate girtin

Li navçeya Geverê ya Colemergê kesê bi navê Rojhat Ozkan ku 3 roj berê hate binçavkirin hate girtin.

Li gundê Oremarê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê di 19'ê gulanê de welatiyê bi navê Rojhat Ozkan hate binçavkirin û birin midûriyeta polîsan. Ozkan, piştî pirsiyariyê sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgeriyê jî piştî li îfadeya Ozkan guhdar kir, bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Heyeta dadgehê jî îfadeya Ozkan girt û bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê.