Li gundê Hagapîlê yê Dêrsimê ji 3 kesên hatin binçavkirin jê 2 kes serbest hatin berdan û kesê bi navê Bulent Duman hate girtin.
Li gundê Hagapîlê yê Dêrsimê piştî operasyonê 3 kes hatin binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê kirin. Li dozgeriyê welatiyê bi navê Yeter Gökmen (50) û Cahit Nakiş serbest hatin berdan û Bulent Duman jî sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta Dadgeha Sulh Ceza ya Dêrsimê jî derbarê Duman de bi îdîaya "endamê rêxistinêye" hate girtin û şandin girtîgehê.