Kerkûkî di çalakiyê de ne: Ev petrol diçe ku?

Koma li pêşiya Banka Raiden ya li Cadeya Macîdiye kom bûn, veşartina agahiyên ku bê ka petolê Kerkûkê çawa, ji aliyê kê tê firotin û difiroşin kê protesto kirin.

Koma ‘Ji Bo Petrolê Bertekan Nîşan Bide’ ya ji aliyê gelek derdorên serbixwe li Kerkûkê ava kirî, aqûbeta petrolên Kerkûkê pirsî.

Li Kerkûkê Koma ‘Ji Bo Petrolê Bertekan Nîşan Bide’ ya gelek siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr-nivîskar û aktîvîst di nav de cih digire û damezirandina xwe îlan kirî, îro çalakî li dar xist. Koma li pêşiya Banka Raiden ya li Cadeya Macîdiye kom bûn, veşartina agahiyên ku bê ka petolê Kerkûkê çawa, ji aliyê kê tê firotin û difiroşin kê protesto kirin.

‘PIŞTÎ PETROLÊ HÊSANTIYA JIYANA ME NEMA’

 Koma ku daxuyaniya çapemeniyê da bal kişand ku ji dîroka li Kerkûkê petrol hatiye dîtin ve gel jiyaneke rehet nedîtiye. Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Ji dîroka petrol li Kerkûkê hatiye dîtin ve gelê Kerkûkê bi şerên mezheb, penaberî û xîzantiyê rû bi rû maye. Ti fêde jê nedîtiye. Kes nizane ku bê ka petrola ji Kerkûkê tê derdixin çawa tê firotin, difiroşin ku derê û berdêlên wê diçe ku derê. Ji bo aqûbeta petrolên Kerkûkê derkeve holê em ê têkoşînê bimeşînin. Heta daxwaza bicih were jî em ê têbikoşin. Em bang li tevahî gelê Kerkûkê jî dikin; piştgiriyê bidin me.”

‘EV PETROL DIÇE KU; DIVÊ HIKÛMET DI NAV HEFTEKÊ DE AŞKERA BIKE’

Rojnamevan Zanyar Cûma endamê komê ye û tevlî çalakiyê bû, ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Li Kerkûkê rojane ji 500 hezar varîlî zêdetir petrol tê derxistin û tê firotin. Ewqas petrol derdikeve, lê gelê Kerkûkê ti fêdê jê nabîne. Ev petrol diçin ku derê? Perê wê kî dixwe? Pêwîst e hesabên van bidin. Pêwîst e hikûmet vê hefteyê der heqê mijarê de raporekê amade bike û ji gel re ragihîne. Dibêjin krîza aborî heye. Dibêjin lig elek cihan şîrketan îflas kirin. Lê dîsa bi xwe dibêjin ku rojana 900 hezar varîl petrol tê îxraçkirin. Divê petrol diçe ku derê ji gel re bibêjin.”

 JI PARLAMENTOYÊ RE BANG: AŞKERA BIKIN

Cuma ev gotin: “Em bang li komîsyona çavkaniyên xwezayî û petrolê ya li parlamentoya Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin dikin; bila daxuyaniyekê bidin gelê Kerkûkê. Ev petrol diçe ku derê? Ji bo çi gelê Kerkûkê jê sûdê nagire? Heta ev bicih neyên jî em ê li hember firotinên petrolê yên veşartî bertekên xwe bidomînin. Em bang li gelê Kerkûkê, saziyên çapemeniyê û tevahî kesên ji vê siyasetê nerehet dikin ku piştgiriyê bidin xebatên me.”

“DIVÊ GELÊ KERKÛKÊ SÛDÊ WERGIRE”

Endameke din a komê Star Celal got rêveberiya Iraqê berê jî ji petrolê ji bo Kerkûkê butçe veqetandiye, lê ev 2 sal in ev butçe nayê dayin. Celal wiha axivî: “Pêwîst e pereyê ku rêveberiya Baxdatê ji petrola tê firotin ji bo Kerkûkê veqetandiye û 2 salan hatiye qutkirin bê dayîn. Divê projeyek nû ya têkîldarî firotina petrolên Kerkûkê bê pêşxistin, lewre gelê Kerkûkê jî sûdê ji vê bigire. Em ê di vê mijarê de bi israr bin.”