Kekê Îvedî yê hat qetilkirin: Hevrêyên wî li dijî tank û topban li ber xwe didin

Kekê Abdullah Îvedî yê li Cizîrê hat qetilkirin Ekrem Îvedî got, "Hevrêyên Abdullah li wê derê, li Silopiya, li Sûrê li dijî tank û topan li ber xwe didin. Ya ku me gelekî diêşîne, ev bêdengiya li pêşberî êrîşan e."

Cenazeyê Abdullah Îvedî yê di 16'ê Çileyê de li navçeya Şirnex Cizîrê hat qetilkirin, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, ji aliyê malbatê û bi hezaran kesî ve ji nexweşxaneyê hat wergirtin û li Goristana Nalaro hat veşartin.

Parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Tûba Hezer û Abdullah Zeydan jî di nav de bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn û ji Taxa Bahçelîevlerê heta goristanê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Ciwan canfedayê Apo ne" meşiyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda neteweyî ya Kurdan 'Ey Reqîp' Berdevkê MEYA-DER a Botanê Mele Qasim Yîgît li vir peyivî û anî ziman ku li hemberî gelê Kurd zilm heye. Yîgît got, "Vaye me îro cenazeyê xwe yê 92. rakirin. Ji her temenî mirovên me tên qetilkirin. Divê mirov li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Dayika hevalê me Abdullah ev 36 roj in li Cizîrê li ber xwe dide û dibêje ku ew ê ji Cizîrê dernekeve. Lê belê îro ji bo tevlî merasîma cenazeyê kurê xwe bibe hat. Dibêje 'min diyariyek ji we re aniye'. Dibêje ku kurê wê diyarî ye. Ey dayikên Tirk, Ereb û Fars, ey hemû dayikno, hûn ê vê nebînin gelo?"

Piştre kekê Îvedî Ekrem Îvedî peyivî û anî ziman ku li Cizîrê parçeyên cenazeyan hînê li kolanan e. Îvedî got, "Cenazeyên me li naverast ê ne, di binê xirbeyan de ne. Lê belê hevrêyên Abdullah li wê derê, li Silopiya, li Sûrê li dijî tank û topan li ber xwe didin. Ya ku me gelekî diêşîne, ev bêdengiya li pêşberî êrîşan e. Em dizanin ku ev roj wê bibihurin. Lê belê, dema ku ev roj bihurîn ên bêdeng man, wê çawa li rûyê me binêrin? Bila serê gelê me sax be."

Pitşî axaftinan cenazeyê Îvedî li cem berxwedêrên xwerêveberiyê yên li Silopiya û Cizîrê hat veşartin.

...