Keftarê xetxetî yê kêm tê dîtin, ji ber wesayît lê ket telef bû
Li navçeya Riha Xelfetiyê, Keftarê xetxetî yê ku kêm tê dîtin, ji ber wesayîtek di rê de lê qelibî, telef bû.
Li navçeya Riha Xelfetiyê, Keftarê xetxetî yê ku kêm tê dîtin, ji ber wesayîtek di rê de lê qelibî, telef bû.
Li navçeya Riha Xelfetiyê, Keftarê xetxetî yê ku kêm tê dîtin, ji ber wesayîtek di rê de lê qelibî, telef bû. Ji ber xemsarî û negirtina tedbîran ji bo parastina gelek heywanên bejî yên li Xelfetiyê, hawirdorparêz û sewalhez, nerazîbûnê nîşan didin.
Li nêzî taxa Aşagi Halfetî ya navçeya Riha Xelfetiyê, Keftarekî xetxetî ji ber wesayîtek di rê de lê qelibî telef bû. Ev Keftarê xetxetî yek ji heywanên kêm tê dîtin e, ku li deştê, di nava teht û latan de dijîn. Tê texmînkirin ku ev Keftarê xetxetî yê ji ber qezayê mir, mê ye û bi qasî 5 salî ye. Piştî ku ereb li Keftar da, rayedaran Keftarê xetxetî birin Midûriyeta Bajêr a Parkên Milî û Parastina Xwezayê.
XEMSARÎ DIBE SEDEMA QETILKIRINÊ
Herêmên teht û zinaran, deşta Xefletî û Bêrecûkê, weke cihê Keftarên xetxetî û gelek heywanên bejî tê naskirin. Lê belê li vê herêmê rayedaran ti nîşaneyên hişyariyê nedanîne. Ev yek jî xemsariya rayedaran a ji bo parastina heywanên bejî radixe pêş navan. Endamên Komeleya Xwezayê ya Xelfetiyê û sewalhezan nerazîbûn nîşanî vê xemsariyê dan.