Tîma Basketê ya Keçên Biçûk ya Şaredariya Rezanê di Şampiyontiya Tirkiyeyê ya Keçên Biçûk ku li bajarê Ispartayê tê pêkanîn de bi 47 jimaran li hember tîma bi hêz û ku di Kûluba Spor û Ciwana ya 9’ê Îlonê de bûyî yekemîn bi serket.
Lîstika ku li Salona Sporê ya Xebatkarên Perwerdeya Netewî ya Ispartayê hatî kirin, tîma Şaredariya Rezanê bi ferqek mezin ji tîma Kûluba Sporê û Ciwana ya 9’ê Îlonê bir. Şaredariya Rezanê ku di periyoda destpêkê de ket pêş, di periyodên duwem, sêyem, û carem de jî nehêla tîma himber bêhnê bistîne û bi 93-47 skorê biserket.