Kebûdwend piştî 60 rojan dawî li greva xwe anî

Kebûdwend piştî 60 rojan dawî li greva xwe anî

Roja duşema borî 23'ê Tîrmehê, Mihemed Sidîq Kebûdwend di hevdîtan bi malbarta xwe re, ragihand: ''Li ser daxwaza tevahiya kesên ku xwestibûn greva xwe bidawî bikim, dê roja sêşemiyê 24'ê Tîrmehê, greva xwe dişkîne û bi wî awayî piştî qedandina du mehan li ser grevê, dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê tîne.

BERDEWAMÎ HEYA 100 ROJAN

Kebûdwend piştî 50 rojan, şeva 14’ê Tîrmehê, dest bi greva birçîbûna tund kiribû û pêştir jî di peyamekê de ragihandibû: “Eger dezgehên qezayî û rayedarên Hikumeta Îranê, daxwazên wî pêk neynin, ew ê heya 100 rojan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bike.''

Di çend rojên borî de bi dehan kesayetî, rojnamevan, çalakvanên siyasî û medenî û çendîn saziyên mafê mirovan, ji Kebûdwend xwestibûn ku dawîyê li çalakiya greva birçîbûnê bîne.

Li gor malpera fermiya Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK), di hevdîtina bi malbata xwe re, Kebûdwend spasiya hemû kesayetî, sazî û rêxistina kiriye ku bi her awayî piştgiriya wî û malbata wî kirine û ragihandiye ku dê roja sêşemê 24'ê Tîrmehê, piştî 60 rojan, çalakiya xwe bidawî dike.

Hejayê bîr xistinê ye, ku roja 30’ê pûşperê, weke “Roja xwedîderketina li Kebûdwend’’ hatibû ragehandin û gelek çalakiyên protestoyî li seranserê Kurdistan û derveyî welat hatibûn lidarxistin. Piştî wê çalakiyê, gelek çalakvanên kurd yên li Îranê, bûne hedefa hikûmetê û gelek ji wan hatine binçavkirin.

Rojnamevan û çalakvanê mamfê Mirovan, Mihemed Sedîq Kebûdwend, bi mebesta destûra wergirtina hevdîtina bi kurê xwe yê nexweş re, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû.

Mihemed Sedîq Kebûdwend, damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de sernivîskarê heftenameya Peyamê Merdom a Kurdistanê, ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû

Kebûdwend, di gulana 2008’an de ji aliyê dadgehê ve hate vexwendin û ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK), bi hinceta “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate suçdarkirin û herwiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan re, 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.