KCK: Ruhê Geziyê ruhê yekîtî û têkoşîna hevpar e

KCK: Ruhê Geziyê ruhê yekîtî û têkoşîna hevpar e. Li ser vî esasî em bang li tevahî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî û Kurdistanî dikin ku Tevgera Demokratîk a Yekbûyî bafirînin û li dijî faşîzma AKP’ê têkoşînê mezin bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera berxwedana Geziyê daxuyaniyek da, got: “Di 3’yemîn salvegera Berxwedana Geziyê de em tevahî şehîdên Geziyê bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin, em soz didin ku em ê hesretên wan bi Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana azad ve tacîdar bikin.”

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Me 3 salên ku desthilatdariya AKP’ê ji ber tirsa xwe ya hem pêngava demokratîkbûyinê ya Rêber Apo di Newroza 2013’an de da destpêkirin, hem jî ji ya Berxwedana Geziyê, roj bi roj hewl da desthilatdariya xwe faşîst  xurt bike dît. Desthilatdariya AKP’ê bi Berxwedana Geziyê ve desthilatdariya xwe di xeteriyê de dît; ji ber vê jî polîsên faşîst li Berxwedêrên Geziyê elimandiye. Ji wê rojê heta îro, êrîşên xwe yên faşîst her roj zêdetir kirine, îro Tirkiye kiriye welatê herî faşîst ê cîhanê.

Her tim şoreş, dij şoreşê jî dixe tevgerê. Bi Berxwedana Geziyê re, tevahî dervetin dij şoreşê xebitandine, ji kêmahiyên pêşengtî û rêxistinbûyina Berxwedana Geziyê sûd girtin, bi êrîşkirin 8 ciwan qetil kirin, bi sedan birîn kirin, bi hezaran binçav kirin, bi sedan jî girtin. Berxwedana Gezî, li hember êrîşên faşîst mayinde nebû, lê wek tevgerek şoreşa mezin a demokratîk, nirxekî mezin daye têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê. Berxwedana Geziyê vala vala nehatiye kirin, bi  hilpekîna di zîhniyet, têgihiştin û berxwedana demokratîk de bûye haveynê siberoja demokratîk a Tirkiyeyê û ji çavkaniyên esasî yên hêza wê. Li Tirkiyeya ku Berxwedana Gezî lê pêk hat, êdî ne mimkûn e ku dîktatorî û xeyalên faşîstî demdirêjî dewam bikin. Ruhê Berxwedana Gezî, wê rojekê bi tevahî ruhê berxwedana şoreşgerî re rabe ser piyan û şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê wê temam bike.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha dewam kir:

“Karakter û peyamên ku Berxwedana Geziyê dane, îro di çawahiya emirên ku divê tevahî şoreşger û demokrat îro li ser rawestin û demildest bi cih bînin. Berxwedana Gezî li dijî faşîsmê wek şênberiya enî û têkoşîna hevpar a demokratîk, îro jî rêberê hêzên demokrasiyê ye. Hê jî faşîzmek AKP’ê ya di nav tirs û xofa Berxwedana Geziyê de heye û ji wê rojê heta niha derbaskirina vê tirsa xwe di qeyîmkirina desthilatdariya xwe ya faşîst de dibîne. Faşîzma AKP’ê û tevahî mutefîkên wê, di serî de gelê Kurd bi çavsorî êrîşî tevahî hêzên demokrasiyê dikin. Îro ji Berxwedana Geziyê hê zêdetir hincetên yekgirtinê û têkoşîna hevpar hene.

WEZÎFEYA HERÎ ESASÎ AFIRANDINA TEVGERA DEMOKRATÎK A YEKBÛYÎ YA GELAN E

Faşîzma AKP’ê di serî de Berxwedana Geziyê, ji bo kokên tevahî nirx û destkeftiyên demokratîk ziha bike êrîş dike. Hewl dide bi rakirina hem ruhê Gezî hem jî ruhê piştevaniyê yê Kobanê ve li Tirkiye û Kurdistanê serweriya faşîst bi temamî ava bike. Wezîfeya herî esasî ya ji bo bîranîn û xeyalên tevahî şehîdên şoreş û demokrasiyê yên ku li Tirkiyeyê ruhê Geziyê afirandin, bi berxwedana Kobanê ruhê piştevaniyê afirandin, avakirina Tevgera Demokratîk a Yekbûyî ya Gelan e. Bersiva herî rast a ji bo Berxwedana Geziyê ev e. Heta Tevgera Demokratîk a Yekbûyî ya Gelan neyê afirandin, ne şoreşa demokratîk a li Tirkiyeyê ne jî bîranînên şehîdên Berxwedana Geziyê wê bersivek rast bistînin.

Ruhê Geziyê ruhê yekîtî û têkoşîna hevpar e. Li ser vî esasî em bang li tevahî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî û Kurdistanî dikin ku Tevgera Demokrasiya Yekbûyî bafirînin û li dijî faşîzma AKP’ê têkoşînê mezin bikin.”