Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bertek nîşanê binçavkirina şaredarên Wanê û tecrîda giran a li ser Ocalan dan û wiha hate gotin: “Tevgera PKK’ê û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ne mumkune kul i dijî vî şerê ku rejÎma AKP’Ê daye destpêkirin, bê deng bimîne.
KCK’ê der barê geşadanên dawî de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de balkişandin ser tecrîda giran a 11 mehe li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û hate destnîşan kirin ku şer bi hemû aliyên xwe her diçe kurtir dibe.
11 MEHIN TECRÎDA GIRAN LI SER OCALAN TÊ MEŞANDIN
KCK’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Dewleta tirk bi awekî topyekun şer kurtir dike. Qanûnên netewî û navneteweyî bi aweyekî vekirî binpê dike û ev 11 mehe îşkenceya tecrîdê li ser Rêber Apo tê meşandin. Gelê me û raya giştî ji Rêber Apo agahiyê nagire. Her wiha ligel vê li hemberî gerîlyan operasyona îmhayê hatiye dset pêkirin. Kurdistan veguhertina qada şer. AKP ne tenê li hemberÎ gerîlaya li hemberî hemû sazî û siyasetmedaran şer dide meşandin û dixwaze encamê bigire. Bi hincetên vala saziyên demokratîk yên gelê kurd dike hedef. Hemû kesî digirin û diavêjin zinadan. AKP şaredarên kurd digirie û hewl dide îradeya siyasî û siyasetea kurd tune bike. Xuyaye ku AKP bi pêkanînên mêtînger dixwaze civaka kurd bê deng bike, teslîm bigire û ji holê rabike.
SIYASETA ZILM Û FAŞÎZMÊ
AKP ya bi tecrîda li ser Rêber Apo dimeşîne , şerê kul i hemberî gelê kurd daye dest pêkirinê ye. Opersayonên qirkirina siyasî jî tê wateya ku şer kurtir û belavtir bibe. Artêşa tirk ji bo ku hêzên gerîla îmha bike hemû derfetên xwe dike meriyetê û hewl dide ku pêşeroja azad a gelê kurd tarî bike. Hewl dideku gelê kurd teslîm bigire û bi polîtîkayên qirkirinê ji netewbûnê derbixe. Bi riya artêşa taybet, polîsên tevgera taybet û riya dadgehan siyaseta faşîzm û zilmê tê meşandin û şer berfireh dike.
GIRTINA ŞAREDARAN
Duh di (7’ê hezîranê de ) di çarçoveya opasyona qirkirinê ya siyasî de şaredarên Wanê Bekîr Kaya, şaredarên Qelqelî, Artemît, Elbak, Muradiye û Sixkê bigitşî 19 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin. Her wiha şaredarên Sêrtê Selîm Sadak jî bi armaca ku îfadeya wî bigirin binçavkirin û serbest berdan. Ligel vê di bin navê opesyonên KCK’ê de li herêm Anatoliya Navîn kedkarên kurd yê tenduristiyê û endamên doktor hatin binçavkirin. Ev jî dide xuyakirin ku qirkirina siyasî ya AKP’ê ya li ser gelê kurd gihiştiye kîjan astê. AKP berê xwe dide hilbijarteyên kurd û bi fezlekeyan parlamenterên kurd dagir dike. Şaredar û xebatkarên siyasî jî digirin. Bi taybetî jî şardarên Wan û Sêrtê di heman rojê de hatin girtin û balkêşe ku AKP’ê her du bajar jî di hilbijartinên 2009’an de wenda kiribû. Ev yek jî nîşan dide ku ji bo hilbijartinên herêmî ji niha de amadekarî tên kirin.
JI BO OZGUR TAŞ SERSAXÎ
Endamên Tabura Nemiran a Şehîd Zîlan ku xwe ji bo gelê kurd fêda dikin, Andok (Ramazan Yilmaz) û Êrîş (Cengiz Ozek) ji bo cenazeyên wan hem li Gever û hem jî li Farqînê merasîma cenazeyê pêk hat û polîsên tirk teror meşandin û di encam terora polîsan de ciwanê bi navê Ozgur Taşar (15) hate şehîd xistin. Ciwanê bi navê Vesî Yildirim jî birîndar bû. Li Farqînê jî welatiyê bi navê Hamdî Ozyandi bi giranî birîndar bû. artêşa tirk ne tenê li dijî rêxistinan li dijî hemû gelê kurd şer dimeşîne. Em di şexsê ciwanê kurd Ozgur Taşar de ji malbata wî û gelê Geverê re sersaxiyê dixwazin. Ji bo bîrandara jî şifayê dixwazin. Em li vir dibêjin ku dê bîranîna Ozgur Taşar di têkoşîna azadiya kurdistanê de bi afire. Em sekna gelê Geverê û Farqînê ku xwedî li cenazeyên ewladÊ xwe derketin slav dikin.
NE MUMKUNE PKK BÊ DENG BIMÎNE
Li h emberî Rêberê Gelê Kurd, siyaseta kurd û gelê kurd şerekî wisa zalim û dijwar tê meşandin. Ligel vî şerê yek alî tevgera me ne mumkune ku bê deng bimîne. Ne mumkune kul i dijî faşîzma AKP’ê serî bitewîne. Bêdengî û serîtewandin tê wateya tuenkirina gelê kur. Îro li hemberî vî şerî tenê peywireke bi şeref û rumet heye; ew jî berxwedane, li hemberî zilm û faşîmê serînetewandine. Di vê esasê de ne mumkune tevgera PKK’ê li dijî vî şerî bê deng bimîne.
DEWLETA AKP’Ê ÊRÎŞ DIKE
Pir aşkereye ku li holê tundiyekî ku PKK pêktîne nîne. Tenê mafê rewa yê gelê Kurd yê parastinê heye û PKK jî dê heya dawiyê vî mafê rewa yê parastina gelê Kurd bikar bîne. Tevgera me ne di êrîşê de ye, ya di êrîşê de dewleta AKP’ê ye. Şerê ku tevgera me di meşîne, di cewherê xwe de şerekî parastinê ye. Pêwîste gûmanê tu kesê ne be ku, tevgera PKK’ê û Tekoşîna Azadiya Kurdistanê wê li dijî êrîşên dagirker tu caran serê xwe netewîne, wê heya dawî mafê berxwedanê bikarbînin û her wiha bila gûmanê tu kesê nebe ku ew dê vê yekê biserbêxin jî. Ji bo em bibin netewek, pêşeroja xwe ya azad bi afirînin û ji bo em bibin gelekî bi onur tenê dikare bi vî awayî mimkun bibe. Serê xwe li hember zilmê netewandin, biberxwedanê rastî parastin û qezenckirin bingeh girtin dê bi vî awayî pêş bikeve. Dê hemû ewladên egîd yên gelê Kurdistanê di vê rê de bi biryar bimeşin, her wiha dê bizanin nirx û gelê xwe biparêzin.
BINÇAVKIRINÊN LI WANÊ HEWILDANEKÎ DIJMINANE NE
Gelê welatparêz yê Wanê ku karesata erdhejê bi awayek pir giran dijîn, bi nêzîkatiyên AKP’ê yên durû û nemerdane pişta xwe daye gelê Wanê û erdheja duwem pêdaye jiyankirin. Gelê Wanê yên di nava êşên erdhejê de digevizîn bi hêza xwe ya cewherî û şaredariya xwe hewildan birînên xwe bipêçin, lê bigirtina 6 şaredar û xebatkarên wê xwestin pêşiya pêçana birînan bigirin û birînên wan kurtir bikin, hewildanek dijminane pêkanîn. Li dijî vê berteka gelê Wanê yê welatparêz dayî mafdar û biwateye. Pêwîste di serî de gelê me yê navçeyê, navenda Wanê û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz li dijî vê zilm, êrîş û bêhirmetiya li gelê Wanê pêkaniye bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.
EV ŞER NE TENÊ LI DIJÎ GELÊ KURD, LI DIJÎ GELÊN TIRKIYEYÊ YE JÎ
Ev şerê ku bi awayek bê qural û bê exlaq tê birêve birin, ne tenê li dijî gelê Kurdistanê, di heman demê de li dijî gelên Tirkiyeyê ye jî. Fatûreya giran ya şer hemû kesên li vê erdnîgariyê dijîn dide. Li aliyekê hikumeta AKP’ê rojevên sextet û sunî ava dike, şerê înkar û îmhayê bi awayek bê qural û bê exlaq di meşîne, li aliyê din jî Erdogan dibêje, ‘Pirsgirêka Kurd çareserbûye’ pir vekiriye ku bi awayek bibiryar şer hêjan kurtir dike. Em bang li hemû dostên Tirkiyeyî , xwediyê wijdanê û yên rêzê didin rastiyê dikin ku vî rûyê hikumeta AKP’ê yê qirêj bibînin, her wiha ji bo aştiyekî bi onûr û çareseriyekî li ser bingehê heqîqetê dengê xwe bilind bikin û helwestekê bigirin.
Pêwîste hemû welatparêzên Kurdistanî, dostên gelê Kurdistanê û hemû derdorên berpirs li hemberî vê zilam hovane ya AKP’ê bêdeng nebin, berxwedanê bilind bikin û xwedî li nirxên mirovahî derkevin.”