KCK: Gerîla dê di rojên cejnê de xwe ji pevçûnan dûr bixin

KCK: Gerîla dê di rojên cejnê de xwe ji pevçûnan dûr bixin

KCK’ê cejna Remezanê li alema Îslamê û Gelê Kurdistanê pîroz kir û ragihand ku heta gerîla neçar nemînin di rojên cejnê de beşdarî tu pevçûnan nabin. KCK’ê got; “Gerîlayên Kurdistanê her tim bi rêzdarî nêzîkê rojên pîroz bûye, di van rojên pîroz ên cejnê de heta gerîla neçar nemînin, dê xwe ji pevçûnan dûr bixin.” KCK’ê ji bo azadiya Ocalan û gelê Kurd banga xurtkirina têkoşîn û piştgiriyê kir. Her wiha KCK’ê fermandarê gerîlayan Engîn Sîncer (Erdal) jî bi bîr anî.

Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê KCK’ê cejna Remezanê li alema Îslamê û Gelê Kurdistanê pîroz kir û xwest ku ev roj bibe wesîleya xêr û xweşiyê.

KCK’ê bal kişand ser şer û pevçûnên li herêmê û têkoşîna gelên herêmê û diyar kir ku gelê Kurd ê ku têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind dike nabe alîgirê van pevçûnan û dê nebin. KCK’ê got; “Ev helwest hem ji bo avakirina yekîtiya neteweyî ya gelê me û bawerî , mezheba wan her çi jî be bo mihefezekirina biratiya gelen û li dijî polîtîkayên ku civakan bi hev dişikînin gelekî hewce ye. Ji bo ku gelên li deverê nekevin vê xefkê çawa ku pêdivî pê bi têkoşînê heye, mihefezekirina yekîtiya neteweyî-demokratîk ya gelê Kurdistanê, têkoşîna li dijî her cure lîstikên feşkilîner û dabeşker peywirek e bingehîn e.

Bi minasebeta Cejna Remezanê ya pîroz em bangî li hemû hêz û tevgerên Kurdistanî dikin ku li derûdora vê polîtîkaya netewî nirxên demokratîk biparêzin, bi rawesteke yekîtîparêziya neteweyî pêşî li pevçûnên di navbera gelên deverê de bigirin, li pêşberî wê rawestin, nebin aliyê wê û xeta serxwebûnxwaz û azadîxwaz biparêzin.

Di pêvajoyeke evqasî girîng de li dijî navendên desthilatdariyê yên ku hewl didin hestên dînî yên gelê kurd îstîsmar bikin, wan bikin malzemeyên siyasî, ji wan dixwin û wan dikin zemîna pevçûnên mezhebî, ji bo ku li gorî kevneşopiyên dîrokî-çandî û gewherê wan were jiyîn, bi awayekî hêzdar rêxistinkirina baweriyên ku netew-dewlet dest davêjiyê, ji her demê bêhtir girîng bûye. Îro gelê kurd çawa ku di têkoşîna xwe de li dijî zilma desthildatdariyan di qadên siyasî, sosyal, çandî, aborî de xwe birêxistin dike û bersivê dide bi heman awayî di qada baweriyê de jî divê xwe bi rêxistin bike û li dijî zilma desthilatdaran peywirdar e ku têkoşîna xwe bike.

Dewleta Tirk a dagirker ku bi pêşengtiya AKPê tê birevebirin, van 4-5 salên dawî, di her cejnê de, li Kurdistanê bi pêkanîna komkujiyan, cejnan li gelê me dike jehr û tê zanîn ku gelê me yê hêja nekariya cejnên xwe pîroz bike. Di van şertên Remezanê de hikûmeta AKPê ku operasyonan zêde dike û serokwezîrê Tirkiye bêyî ku fedî bike angaşt dike ku em rojên pîroz ji nedîtî ve tên û xwînê dirijînin. Gelê me û raya giştî ne tenê ji niha ji salên bihurî jî pir baş dizane ku, dagirkeriya AKPê her dem rojên pîroz ji nedîtî ve hatiye û komkujî pêk anîne. Li gel vê sicîla xerab jî bi nêzîkatiyên demagojîk rastî têne berovajîkirin. Gelê me yê hêja û raya giştî divê bizanibe ku, gerîlayên azadiya Kurdistanê her dem li hemberî rojên pîroz hurmetdar e û di van rojên pîroz de ku ne ji neçarî be wê nekeve pevçûnan.

Hemû gelê me yê bi rûmet divê demagojiyên mêtîngeran piştguh bike û di van rojên cejnê de pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin, aşitiya navxweyî pêk bînînin, xeyda di navbera xwe de çareser bikin û bi yekitiyeke bi hêz li hemberî mêtîngeran têkoşîneke bi bawerî û biryar bide û di nava rêxistinê de bin.

Ew kesên ku daxwazên azadî û demokrasiyê ya gelan, şeklê jiyana xwezayî yên kêmaran, çanda baweriya wan tînin hemberî hev û bi hev didin pevçûn, mixabin bi mislimantiya rast û oldariya rast re tu eleqeya wê tune. Ji bo berjewendiyên desthilatdariyê ol bi kar tînin û bi vî awayî bêhurmetiya herî mezin li ol dikin û di bin rupuşiya ol de netewperstiyê dikin. Kesê derî ji dejenerasyona kapîtalîzmê re vedikin tu eleqeya wê bi muslimantiya rast tune û nekere bibe.

Gelê me yê bawermend û welatparêz;

Kesên her roj ji ser zimanê xwe mislimantiyê naxînin, li aliyê din li ser gelê kurd yê misiliman zilmê rewa dibîne. Niha dem dema ku ev sextekar bê deşîfrekirin û rupûşa wan bê xistinê ye.

Hemû aliyên bi hurmet ên misilmanên jidil;

Li hemberî zilma li gelê me û polîtîkayên newekhev-mêtînger divê bi gelê kurd berxwedan bê mezinkirin. Her mumînê xwedî wijdan, li dijî hêzên ku koletiyê ferz dikin divê bê deng nemînin û ev jî rastiya ahlat û bawermendiyê ye.

Bi wesîleya Meha Mubarek a Remezanê kesên ji riya rast derketine, divê tevlî doza heq û edaletê bibin, ger tevlî nebin jî divê xwe ji vê qirêjiyê derbixin û nebin alîgir. Em bang dikin ku bila dest ji vê îxanetê berdin. Divê ev bê zanîn ku kesên ji bo berjewendî, şexsî û malbatî ligel zilmê cih digirin, ne tenê îxanetê li netewa xwe di heman demê de li hemberî ola îslamê ya ku serî lihemberî zilmê natewîne jî radibe.

Em careke din bi îradeya azad û sekna demokratîk ya gelê kurd û gelên rojhilata navîn, bi baweiya ku dê nirxên bawerî û çandî dê ji nû ve di nava aşitî û biratiyê de şîn bibe, Cejna Remezanê li gelê xwe yê misiliman pîroz dikin. Ji bo Azadiya Rêber Apo û Azadiya gelê me em bang dikin ku divê zêdetir piştevanî pêk were û rêxistînî bilind bibe.

Em fermandar û mîlîtanê pêşeng Erdal (Engîn Sîncer) di 9’emîn salvegera şehadeta wî de careke din bi bîr tînin. Kesayetiya wî ya mînak, jiyana wî ya paq û pîroz, durustiya wî her tim ji me re bûye rehber. Nemiriya Erdalan dê bi azadbûna Kurdistanê mumkun be û em bang dikin ku hemû ciwanên Kurdistanê di xeta Erdalan de têkoşîna xwe bidomîne.”