Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê gefên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê weke “Derbûna şovenîzm û nijadperestiyeke mezin” bi nav kir û ev hiyarşî kir; “Ger AKP bi vê zîhniyeta xwe ya dijminane tevbigere, bi awayekê mudaxeleyê vîna gelê Kurd li vê derê bike, dê hemû Kurd li hemberî dewleta Tirk, li her dereverên ku lê dijîn, bikevin tevgerê û ev yek dê bibe pewyirek sereke ya Kurdan.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya yekemîn salvegera tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û bi awayeke tund Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji ber gefên li hemberî Rojavayê Kurdistanê hişyar kir.
KCK’ê bal kişand ku ev pêvajoya dîrokî ji bo Rojhilata Navîn, Cîhan û bi taybet ji bo gelê Kurd pêvajoyeke pir girîng e û destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd îro gihiştiye astek girîng. KCK’ê diyar kir ku herêm dê ji nû ve were dîzaynkirin û got; “Ji sîstema beriya 89 salan a bi Peymana Lozanê li herêmê hat danîn herî zêde gelê Kurdistanê ziyan girtiye. Ji ber ku her çendî yek ji gelên herî kevnar ên herêmê be, bi vê peymanê hebûna gelê Kurd bi temamî hatiye înkarkirin û Kurdan li çar parçeyan hatiye dabeşkirin, tune hatiye hesibandin. Piştî vê bêmafiya mezin a li hemberî gelê Kurd hat kirin û heta niha li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd bi zext, tundî, komkujî û qanûnên îskan re rû bi rû maye.”
KCK’ê bal kişand ser konsepta tunekirina li hemberî gelê Kurd û got; “Piştî ku dewleta mêtînger a Tirk rastiya li herêmê dît, ji bo Kurd ji vê pêvajoyê feyde negirin, xwest tevgera me bin bixe û konsepta perçiqandinê ya li hemberî gelê me di 2011 de anî rojeva xwe. Ji ber vê sedemê hevdîtinên Îmralî û Oslo yên di wê demê de berdewam dikirin bi dawî kir û dest bi pêvajoyeke nû ya şer kir.
TERORA DEWLETÊ
Li hemberî vê yekê, Rêbertiya me di 27’ê Tîrmeha 2011 de helwest nîşanî van polîtîkayên mijûlkirin, ên pêşî li çareseriyê digirin, şer didin destpêkirinên ên hikûmeta AKP’ê da û diyar kir ku ew xwe ji van hevdîtina vedikişîne û xwestiye pêvajo li gorî armanca aşitî û çareseriyê pêş bikeve. Li hemberî vê jî sîstema îşkenceya û tecrîda giran a ku tu bingehê wê yê hiqûqî û exlaqî tune ye daye destpêkirin. Rêbertiya me ji 27’ê tîrmeha 2011 ve nekariye bi tu kesî re hevdîtin pêk bîne. Di ser vê re jî parêzerên wî di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên bi taybet li hemberî Kurdan pêk tên û tu bingehê wê yên hiqûqî tune ye de hatin girtin. Dewleta AKP’ê ji 27’ê tîrmeha 2011 ve, ev salek e bi hincetên “koster xirabe ye” “rewşa hewayê” bi awayeke aşkere dereweke fermî li gelê me û raya giştî dike. Ev pêla êrîşan ku bi Rêbertiya me dest pê kir bi awayeke hemwext di bin navê “operasyonê KCK’ê” de hate berfirehkirin û li hemberî hilbijartiyên Kurdan û hemû nunerên siyaseta Kurdan hate berfirehkirin, û di encamê de zêdetirê 7 hezar nuner û aktîvîst hatin girtin. Her wiha, kesên xwestin nerazîbûnên xwe yên demokratîk bi xwepêşandan, rêxistinkirin, bi awayeke azad aşkerekirina ramana xwe li terora dewletê re rû bi rû mane, li Kurdistanê hiqûqa mêtîngeriyê hatiye pêkanîn. Li hemberî tevgera me jî şereke topyekun hatiye pêşxistin.”
KCK’ê bal kişand ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî vê yekê û got; “Saziyên navneteweyî û dewletên YE’yê (yekitiya Ewropa) yên ku li hemberî vê yekê bê deng dimînin, nîşan didin ka çiqas hevkarê ev konsepta şer a li hemberî Kurdan tê pêkanîn e, piştgirî didin vê konseptê û bi awayeke cote standart nêzîk dibin. Dewleta AKP’ê ji vê nêzîkatiya hêzên navneteweyî cesaretê digire û li Kurdistanê terorek tam a dewletê pêk tîne.”
HETA AZADIYA OCALAN Û STATUYA KURDAN…
KCK’ê got; “Hemû Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat li hemberî sîstema esaretê ya Îmrali, êrîşên faşîst û terora dewleta AKP’ê bedeng namînin, bi taybet ji 27’ê tîrmeha 2011 ve bi berxwedan, serhildan, çalakiyên cûda yên weke grevên birçîbûnê û çalakiyên din ên civakî li dar xistine. Careke din nîşan daye ku heta gelê me azadiya Rêber Apo û statuyekê bi dest nexin, dê bênavber têkoşîna xwe li her qadê bidomînin.
27’ê tîrmehê ew roja ku Rêbertiya me li hemberî lîstok û polîtîkayên komkujiyên mêtîngeriyê helwest nîşan daye, bi armanca xwedîderketina li nirx û dahatûya gelê me, biryara xurtkirina berxwedana li Îmraliyê daye ye. Ji ber wê jî îro li hemberî fedekariya bi rûmet û helwesta berxwedêrî ya Serok Apo, vê tecrîda girankirî, îşkenceya psîkolojîk û êrîşên mêtînger xistine dewrê. Divê gelê me û dostên gelê me li hemberî van pêkanînên faşîst dengê xwe bilind bikin û çalakiyan pêk bînin, çalakiyên ku berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê, siyaseta Kurdan a di girtîgehê de û protestoyên li qadan silav dikin, pêş bixin, zext û tecrîda mêtîngeriyê protesto bikin. Em bang li hemû gelê me dikin li ser vî esasî tevbigerin.”
AKP DIJMINIYA HEMÛ KURDAN DIKE
KCK, anî ziman ku hikûmeta AKP’ê ku Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe li hemberî kurdan polîtîkayên şer û tunekirinê dide meşandin, tenê dijminiya PKK’ê nake, bi heman awayî dijminiya hemû gelê Kurd jî dike. KCK destnîşan kir ku ev helwesta AKP’ê car din di şexsê nêzîkatiya li hemberî Kurdên Suriyeyê de derketiye holê. KCK di berdewamê de wiha axivî: “Em her tim dibêjin AKP hewl dide kurdên ku dixwazî bila li cem wî bin, dixwazî li dijî wî bin qels bike. Hemû polîtîkayan ji bo vê dimeşîne. Daxuyaniya Serokwezîr ya daye çapemeniyê jî vê gotina mebi zelalî piştrast dike.”
KCK di daxuyaniya xwe de got ku hemû kes dizane li Rojavayê Kurdistanê tu rêxistinên wekî PKK’ê tune ne û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Li wir gelê kurd heye û rêxistinên wî yên cur be cur hene. Her kes dizane ku li wir rêxistina herî bi hêz PYD ye. Gelê me li wir bi tevlibûna hemû hêzên netewî û demokratîk yekitiya xwe ava kiriye û rêveberiya xwe ya hevpar îlan kiriye. Vîna gelê me ev rêveberî temsîl dike. Lê zihniyeta AKP û Erdogan li gor ramanên mirovan tevdigere. Hem li Rojavayê Kurdistanê hem ji cihên din yên Kurdistanê girseyên gelek mezin yên bîrdoziya Rêber Apo qebûl dikin hene. AKP van hemuyan dike armanc û hemû kurdan bi vî şiklî wekî dijmin dibîne. Dewletê di salên 1991 û 2003’an de jî li hemberî Kurdistana Başur eynî wiha bi dijminiyê tevgeriya bû.
NIJADPERESTIYEKÎ DIJWAR HEYE
KCK diyar kir ku li Suriyeyê hewayekî azadiyê heye, rewa ye ku kurd jî ji vê sûd bigirin û wiha domand: “Helbet kurdên ku bi salan di bin zilma rejîma Beasê de hatine pêpeskirin dê li vir ji bo xwe rêveberiyên xweser ava bikin û xwedî li azadiya xwe derkevin. Gotina ‘Li wê derê ez piştgiriyê didim eraban lê tu tehamûla min ji bo azadbûna kurdan tune ye’ nijadperestiyeke giran û dijwar e.”
LI HEMBERÎ MUDAXALEYÊ HEMÛ KURD DÊ LI HEMBERÎ DEWLETA TIRK TEVBIGERIN!
KCK da zanîn ku gelê Rojavayê Kurdistanê ne tenê ye û di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Hemû kurdên li perçeyên din ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê bigihijin mafê xwe wê alîkarî bidin. Ger AKP har bibe û mudaxaleyekî li vîna kurdan bike hemû kurd jî wê li hemberî Dewleta Tirk tevbigerin. Di serî de Bukûrê Kurdistanê û Tirkiye, hemû gelê Kurdistanê li hemberî êrîşeke li dijî kurdên Rojavayê Kurdistanê bêdeng namînîn.
KCK anî ziman ku tu armanca kurdên li Rojavayê Kurdistanê bi veqetînê an jî bi perçeyek din re bibe yek tune ye û got; “Nûnerên kurdên wê derê jî her tim vê yekî tînin ziman. Gelê me dixwaze li Suriyeyê bi gelên din re bi awayekî demokratîk û wekhev bi çand û zimanê xwe bijîn. Ev armanc jî rewaye. Hemû dewlet û derdorên azadî û demokrasîxwaz lazime di vî warî de piştgirî bidin gelê kurd. Di serî de Bakûrê Kurdistanê, em bang li hemû kurdan diken ku piştgirî bidin têkoşîna gelê Kurdistana Rojava.”