KCK: Em berxwedana bi heybet silav dikin

KCK: Em berxwedana bi heybet silav dikin

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê nerazîbûnek tund nîşanî terora polîsên AKP’ê ya di 14’ê Tîrmehê de li Amedê li hemberî gelê Kurd û siyasetmedarên Kurd da û got; “Em vê berxwedana siyasetmecdarên Kurd, gelê Kurd û dostên wan nîşan dane bi rêzdarî silav dikin.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi boneya bûyerên di 14’ê Tîrmehê de li Amedê qewimîn, terora polîsan û êrîşên li hemberî siyasetmedarên Krud, yekgirtina rêxistinên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û radestkirina siyasetmedarê Kurd Mecît Guneş ji aliyê Rûsyayê ve daxuyaniyek da.

EM BERXWEDANA BI HEYBET SILAV DIKIN

KCK’ê di dxuyaniya da de got; “Her çendî Mitînga “Ji bo Azadiya Berxwedana Demokratîk” ku dê ji aliyê KCD’ê û KCD’ê ve bihata lidarxistin ji aliyê dewleta mêtînger a AKP’ê ve hat qedexekirin, gelê me qedexeyê nas nekiriye, hem gelê ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ji her çar aliyên Kurdistanê berê xwe dane kolan û şeqamên Amedê. Li hemberî tevlîbûna bi hebet a gelê me, dewleta AKP’ê tam bi zîhniyeta faşîst a mêtîngeriyê li hemberî gelê me û nunerên gelê me êrîşek namerd û wehşetek pêk aniye. Lê li hemberî êrîşa hovane ya keriyên polîsên dewleta AKP’ê gelê me yên welatparêz li kolan bi kolan, şeqam bi şeqam (cade), li ber xwe daye, zanebûn, rûh û berxwdêriya 14’ê Tîrmehê careke din di kolanên Amedê de nîşan dane. Careke din nîşan da ku ew amade ne ji bo azadiya Rêbertiya xwe bikin û bi ser bikevin, û bi tu awayî ji vê yek gavan ber bi paş ve neavêje. Di serî dem em vê berxwedana siyasetmecdarên Kurd, gelê Kurd û dostên wan nîşan dane bi rêzdarî silav dikin û em ji bo mirovên me yên di van êrîşan de birîndar bûne şîfayê dixwazin. Em bang li gelê me dikin ku piştgirî bidin birîndaran û welatparêzên dîl hatine girtin û vê berxwedana xwe ya bi heybet bi platformên cûda xurt bikin.

ROJEV TENÊ AZADIYA OCALAN Û KURDISTANÊ YE

Li hemberî îşkenceya tecrîda girankirî ya dewleta AKP’ê ya li ser Rêber Apo dimeşîne, operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî siyasta Kurdan û operasyonên bi armanca tunekirina gerîlayan, gelê Kurdistanê di roja 14’ê Tîrmehê de ji her demê zêdetir bi awayeke girseyî û biryardarî ji bo azadiya Rêber Apo serî hildaye. AKP’ya ku xwedî zîhniyeteke mêtînger û nijadperest e, ji bo şkandina vê berxwedanê, tevî çekan, hemû amûrên çewisandinê yên di destê xwe de bi kar aniye, lê dîsa jî nekariye biçewisîne. Gelê Kurdistanê di 14’ê Tîrmehê de dane diyarkirin ku êdî tehemûla wan ji esareta Rêber Apo re nemaye û derbeyek mezin li polîtîkayên dewleta mêtînger a AKP’ê yên ji bo parastina hebûna xwe ya li Kurdistanê xistiye. Êdî gelê Kurdistanê bi tu awayî mêtîngeriya Tirk a li Kurdistanê, zilm û qirkirinên wê yên berdewam dikin qebûl nake. Ji bilî azadiya Rêber Apo û Kurdistanê tu rojevek din a gelê Kurdistanê tune ye.

Gelê me yê ku bi ruhê 30’mîn salvegera Berxwedana Roja Mirinê ya 14’ê Tîrmehê tevgeriyaye û her wiha ev berxwedana bi heybet bûye derbeyek li dijî hewldanên bêvînkirina siyaseta Kurd, perçekirin û hewildanên gav paş de avêtinê jî. Ji ber ku nûnerên siyasî yên gelê Kurd fedekarî û bi biryardariyeke mezin nîşan dane û careke din nîşanî her kesê dane ku di hemû şert û mercan de dê li gel gelê xwe bin. Bi berxwedana Amedê ya 14’ê Tîrmehê siyaseta AKP’ê pûç bûye û bê encam maye.

Weke her car dîsan jî çapemeniya Fethûllah Gulen û AKP’ê gelê me yê ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê rabûyîn ser xwe û sekna gelê me ya ruhê 14’ê Tîrmehê kirine ruhê berxwedanê, bi ferasetekî bê exlaq û şerê taybet berovajî kirine û ji nedîtî ve hatine. Êrîşên hovane yên polîsên mêtînger, ji heft salî heta heftê salî bêy ku bêjin, ev zarok, jin û nûnerên gelin bi awayek namerd êrîşî gelê me kirine û veşartin û perdekirina vê ji xwe re weke erk qebûl kirin.

Gelê Kurdistanê yê welatparêz careke din berxwedana xwe ya mirovahiyê ya li dijî Sîstema Îşkenceya Îmraliyê ku Rêber Apo di bin tecrîdek giran de ye bilind kiriye û her wiha di pêvajoyekî ku gêrîlayan tekoşîn bilind kiriye de careke din bi sedhezaran kes li dijî pêkanînên mêtîngerî li Amedê gotine “Êdî Bes e!”. Van rojên ku em tê de ne îşkenceya tecrîdkirina li ser Rêber Apo dikeve yekemîn salvgera xwe ji bo wê em bang li hemû gelê xwe dikin ku berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê bilind kiriye temam bikin û heya azadiya Rêber Apo cih be cih bibe berxwedanê bilind bikin, her wiha hesabê ji îşkencevana bixwazin.”

EM PIŞTGIRÎ DIDIN YEKITIYA KURDAN A ROJAVA

KCK’ê bal kişand ser yekitiya Kurdên rojavayê Kurdistanê jî û got; “Li rexmê hemû hewldanên mêtîngeriyê yên ji bo parçekirina yekitiya Kurdên Sûriyeyê, hemû partiyên siyasî yên Kurdan di bin banê Encumena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê de li Hewlêrê piştî nîqaşên hate kirin, yekitî avakirin. Ev yekitiya ku ava kirin ji bo serkeftina gelê me yê li vê parçeyê pêşketineke pir girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku ev yekitiya di encama nîqaşan de di navbera gelê me yê li vê parçeyê de ava bû û protokolên hatin aşkerekirin, dê demokratîkbûna Sûriyeyê û bidestxistina statuyek siyasî ji bo gelê me de rolek girîng bileyîze. Em weke tevger piştgirî didin vê yekitiyê û dibêjin ku divê yekitiyeke wiha di navbera hemû Kurdan de pêk were.”

JI BO RÛSYAYÊ HIŞYARÎ

Siyasetmedarên kurd Mecît Gumuş ku jiyana xwe da ser azadiya gelê xwe û ji bo vê hemû fedarî kir, ji aliyê Federasyoan Rusyayê ve bi hikûmeta AKP’ê re di encama bazereke qirêj û veşartî de hefteya borî teslîmê dewleta tirk hate kirin. Girtina siyasetmedarekî kurd û teslîmkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê bi awayekî aşkereyî nîşan dide qanûnên navneteweyî hatine binpêkirin. Em vê helwesta Hikûmeta Fedrasyona Rusyayê şermezar dikin. Em bang li hikûmeta Rusyayê dikin ku bila dest ji vê ferasaseta siyasetê ku tê wateya dijmitinatiya li hemberî gelê kurd berde. Li hemberî rêveberên gelê Kurdistanê ku dozeke mafdar- rewa ku digihêje kûrahiya dîroka kokê, nêzîkatiyeke bi vî rengî tê meşandin û tu aliyekê mafdar yê vê nêzîkatiyê tune. Tu dewleteke ku li aliyê mafên mirovan û aliyê demokrastiyê ye, nekare li dijî têkoşîna azadiya gelê kurd nêzîkatiyeke bi vî rengî bimeşîne. Hikûmeta Rusyayê bi vê helwesta xwe ji bilî ku cesareta înkar û îmhayê bide dewleta mêtînger a Tirkiyeyê, tu tiştekî îfade nake. Ev helwesta ne exlaqî ya Rusyayê dê tu tiştekî bi gelê xwe jî nede qezenckirin. Di dîroka Rusyayê de tê zanîn ku her tim bi dewleta tirk re di nava hevkariyê de ye û ji bo ku îradeya gelê kurd û berxwedana azadiyê bişkîne helwestên polîtîk nîşan dide. Ev helwesta ku tê wateya erêkirina komkujiyê li Kurdistanê pêk tên, aşkere ye ku dê ne ji bo berjewendiyên gelê Rusyayê be jî. Ji ber vê sedemê jî rayagiştî ya demokartîk û kesên li gel mafên mirovanin yên Rusyayê li dijî vê helwesta hikûmeta Federasyona Rusyayê bê deng nemînin û divê bi gelê kurd re bikevin nava piştevaniyê. Her wiha em bang li dewleta Rusyayê jî dikin ku bila dest ji vê helwesta xwe berde.