Komîteya Bawerî û Kêmaran a KCK’ê bi sedan Êzidiyên ku pênç sal beriya niha di encama komkujiya li navçeya Şengala Başûrê Kurdistanê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. KCK’ê bi bîr xist ku di dirêjahiya dîrokê de gelê Kurdê Êzidî di 73 komkujiyên mezin re derbas bûye û destnîşan kir ku îro jî rejîma AKP’ê gefa komkujiyê dixwe.
Di 14’ê tebaxa 2007 de, li navçeya Şengala Başûrê Kurdistanê bi tankeran 4 êrîşên xwekujî li hemberî gelê Kurd ê Êzidî pêk hat. Li gorî daneyên fermî, di êrîşan de 525 kes jiyana xwe ji dest dan û 400 kes jî birîndar bûn. Lê li gorî çavkaniyên herêmî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 700’ê .
Komîteya Bawerî û Kêmaran a KCK’ê bi boneya 5’emîn salvegera komkujiyê peyamek weşand û got; “Tam 5 sal beriya niha li Başûrê Kurdistanê êrîşeke xwînxwar li hemberî gelê me yê Êzidî pêk hat. Di encama komkujiyê de gelek mirovên ji gelê me yê Êzidî li bajarokên Tilizer û Sibaşêxidir di komkujiyê de gihiştin şehadetê û gelek ji wan jî birîndar bûn. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin û şehdîên xwe bi bi rêzdarî û minetdariyê bi bîr tînin.
Ji ber ku gelê me yê Êzidî bawerî û çanada xwe parastin, di dirêjahiya dîrokê de bi 72 komkujiyên mezin re rû bi rû man. Ligel hilweşîna rejîma Saddam, gelê me yê Êzidî hişt ku herêma Şengalê bikeve bin kontrola hêzên Başûrê Kurdistanê. Dijminên gelê Kurd ên li herêmê ew kirin hedev û komkujiya 73’yemîn li hemberî wan pêk anîn. Bi vê komkujiyê xwestine ji gelê Kurd û tevgera siyasî ya Kurdan re bêjin ‘Ger hûn li baweriya xwe ya dîrokî û nirxên xwe xwedî derbikevin, ev tişt dê bêne serê we’. Her wiha xwestine peyama ‘nasnameya xwe ya neteweyî ji bîr bikin û mîna komeke baweriyê ya biçûk bimînin, an ne dê aqibeta we weiha be’. Piştî vê komkujiyê, gelê me yê Êzidî, Elewî û Misilman zêdetir nêzî hev bûne û vê polîtîkayê pûç kirine. Gelê me yekitiya xwe xurt kiriye û îro li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê destkeftiyên nû bi dest xistine.
Hukûmeta AKP’ê ya ku destkeftiyên gelê me yên li Rojavayê Kurdistan û Sûriye hezm nake, bi artêşa xwe ya şandiye ser sînoran gefên nû dixwe û bi helwesta xwe ya îro careke din nîşan daye ku ew faîlên komkujiyên beriya pênç salan li Tilizer û Siba Şêxidir pêk hat in. Jixwe serkêşê AKP’ê Erdogan, di her carekê de gelê bi tevgera me azadiyê re dike yek, tevgera me ya azadiyê jî bi Êzidîtî û Zerdeştiyê re dike û vê rastiyê jî piştrast dike.
Hukûmeta AKP’ê ya ku îro dijminahiya xwe ya li hemberî Êzidî, Elewî, Misilman, El Heq, Kakeyî û hemû krudan ragihandiye, niha li pey komkujiyên din ên mîna Şengalê ne. Ji ber vê jî divê hemû gelê me li her çar parçeyê û ji her baweriyê li hemberî van êrîşan hişyar bin. Yekitî û hevgirtina gelê me dê rê li ber destkeftiyên nû vebike û dê gefên komkujiyan jî berteref bike. Bi boneya pêncemîn salvegera Komkujiya Şengalê, em bang li gelê xwe dikin ku vê yekitiya xwe xurt bikin û careke din şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”