Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniya balyozê DYA yê Enqereyê ku gotibû “PKK bi Esad re di hevkariyê de ye” da. KCK’ê destnîşan kir ku rastiya vê daxuyaniya balyozê DYA’yê tune ye û vê yekê weke “nîşaneya hin planên xeter” nirxandin û banga hişyariyê li gelê Kurd û aliyê demokratîk kir.
Balyozê DYA yê Enqereyê R Franchis Ricciardione di daxuyaniyekê de got; “PKK bi Sûriye re di nava hevkariyê de ye, Esad çekên ji Îranê tê bi PKK’ê re parve dike”. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ev daxuyanî derewand û nerazîbûnek tund nîşan da.
'BILA BALYOZÊ DYA ÎDÎAYÊN XWE ÎSBAT BIKE
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin; “Balyozê DYA bi daxuyaniya ku daye, ew jî beşdarî derewên hukûmeta AKP’ê ya ku her tim tevgera me bi hêzên derve girêbide.” KCK’ê bang li balyozê DYA’yê kir ku van îdîayên xwe piştrast bike û wiha berdewam kir:
"Weke gelê me, dostên me û derdorê ne alîgir, baş dizanin tevgera me bi temamî xwe disperse hêza xwe bi xwe û tevgereke serbixwe ye û tu alîkariyek ji dewletekê nagire. Heta beriya salekê, bûn hevkarê hev û dagirkerên Kurdistanê bi hev re êrîş kirin, niha ji ber ku hin nakokî ketiye navbera wan, dixwazin tevgera me bi aliyê din ve girêbidin. Tu girêdanên me bi tu ji van dewletan re tune ye. Em bang li van kesan û bi taybet jî balyozê DYA Ricciardione dikin ku belgeyên di destê xwe da aşkere bikin. Ger vê yekê bi raya giştî ya cîhanê re parve nekin, em wan weke derewkerên herî mezin bi nav dikin.”
EV ÎDIA NÎŞANEYA PLANA HIN XETER E
KCK’ê destnîşan kir ku ev îdiyên ku tu rastiya wan tune ye derxistine holê nîşaneya hin planên xeter tîne rojevê. Di daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: “
PKK tevgereke azadî û demokrasiyê ye. Ji bo azadiya gelê kurd û gelê herêmê bedel daye û tevgereke ku xwe îspat kiriye. Îro ji her demê zêdetir ligel azadî û demokrastiya herêmû Suriyeyê ye. ji bo vê fedakariyê dike û li welatê xwe bi fedayîtê têkoşîna azadiyê dimeşîne. Ji bo biratî, wekhevî û azadiya gelan her tiştê xwe derxistiye holê. Ligel vê rastiyê, sefîrê DYA’yên hin îdiayên ku tu rastiya wê tune û tû belgeyên tespîtê neye, avêtine holê. Ev yek jî nîşaneya hin planên xeter nîşan dide. Gelê kurd ku gelê herî kevin yê herêmê ye ji ber mafên xwe yên herî xwezayî bê par maye û heta niha di asta herêmî û navnetewî de bi gelek komplo û êrîşan re rû bi rû maye. Hikûmeta AKP’ê ji bo ku gelê kurd statuya xwe bi dest nexe û azad nebe neyartiya kurd û PKK’ê derxistiye asta herî jor. Ji ber vê jî ger ku rû ji bo îdiayên AKP’ê yên bi derewan derketiye holê bê dayîn ev û erênî bê şîrovekirin ev ne rast e.
LI DI KAMPANYAYA REŞKIRINÊ BANG
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em di serî de bang li DYA û hemû hêzên navnetewî dikin ku bila doza mafdar ya gelê kurd bibînin, dest ji polîsîkayên ku kurdan dikin qurbana berjewendiyên siyasî û aborî berdin. Em bang li hemû aliyên demokratîk û rayagiştî dikin ku hestiyar tevbigerin û bi têkoşîna demokrasî û azadiyê re bikevin nava piştevaniyê. “