Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya bîranîna Şex Seîd û milîtana PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) da de ev bangawazî kir; “Divê karker, aliyên kedkar, demokrat, aliyên sosyalîst, elewî, Kurd, muslimanên samîmî û aliyê bindest yên din li hembreî faşîzma AKP’ê bibin eniya hevpar û têbikoşin. Di vê esasê de em bang dikin ku bila têkoşîna hevpar li djî zextên faşîzna bilindtir bibe.”
Serokatiya Konseya Rêvber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dîroka 29’ê Hezîranê di têkoşîna azadiya Kurdan de cihekî girîng digire û wiha pê de çû: “Piştî avakirina Komara Tirk, gelê Kurd rastî neheqiyeke mezin hatiye li hemberî înkar û redkirina gelê Kurd Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin darvkeirin. Em di 87’emîn salvegera darvekirina wan de wan bi bîr tînin. Em soza xwe ya ji bo domanadina doza wan a mafdar dubare dikin.”
KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dewleta Tirk ji destpêka komarê ve, hemû rêberên serhildana Kurda dar vekirin û xwest gelê Kurd bike kole. TC (komara Tirk) di 29’ê hezîrana 1999’an de dîsa cezayê darvekirinê da Rêber Apo û xwest kevneşoiya xwe bidomîne. Lê têkoşîna gelê me û şert û mercên netewî pêşî li vê armaca dewleta Tirk girt. Lê îro serokê hikûmeta AKP’ê di her firsetê de wa hikûmetan rexne dike û pergala Îmraliyê belavî demê dike û darvekirinê pêk tîne. Îro pergala li wir tê meşandin, pergala rizandin û helandinê ye. Gelê Kurd ji bo azadî û pêşeroja xwe divê xwedî li Rêberê xwe derkeve. Ji ber azadiya Kurdistanê bi xwedîderketina rêberên serhildanê û azadiya Rêber Apo mumkun e.”
30’Ê HEZÎRANÊ MOHRA XWE LI DÎROKÊ DAYE
KCK’ê bal kişand ser şehadeta milîtana PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) û wiha got: “30’ê hezînê di şexsê Zîlan de mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiyê daye. Li hemberî înkar û îmhaya dewleta Tirk, serhildaneke fedayî ye. Di vê wateyê de fedayiya yekemîn Rêber Apo ye. Di pratîka têkoşîna wî de bi ruhê fedayitê têkoşiyaye. Tevgera Azadiyê ji zinadana Amedê bi Şehîd Mazlum Doganan dest pê kir û di şexsê Egîdan de li lutkeyên Kurdistanê pêş ve çûn. Gelek çalakiyên fedayî pêk hatin û ev ruhê fedayî heta 30’ê hezîrana 1996’an bi çalakiya Hevala Zîlan hatiye asteke nû. Di heman de asta azadbûna jina Kurd û ruhê têkoşîna jinê jî derxistiye holê. Di şexsê fedayî Zîlan ku xwedî vê çalakiya mezin e, Sema û Gulanan jî bi bîr tînin û em dîsa soza xw eya jibo girêdayîna bîranîna wan nû dikin.”
KCK’ê li ser operasyonên li hemberî KESK’ê jî sekînî wiha pê de çû: “Operasyona li dijî KESK’ê asta qirkirina polîtîkaya dewleta Tirk nîşan daye. Ji 55 nûnerûnên KESK’ê 28 kes hatin girtin. Rejîma AKP’ê li hemberî muxalîf û kedkarên demokaratiyê rola çewisandinê û tirsê dilîze. Bi taybetî jî li dijî Kurdan hedef dike ku bi şer encamê bigire. Berê xwe dane siyaset Kurd, ciwan, zarok, sazî û rêveberiyên Kurd. Armanca vî şerê mêtînger ew e ku gelê Kurd bê hêz bihêle û teslîm bigire. Ev pêkanînekek nîjadperet û mêtîngere. Ev şerê kul i hemberî gelê Kurd hatiye meşandin êdî muxalîfên Tirkiyeyê jî digire nav xwe û ber bi pergaleke faşîst ve diçe.”
DIVÊ PÊŞÎ OPERASYOAN QIRKIRINÊ BÊ RAWESTANDIN
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hte gotin: “Ji bo şerê li Kurdistanê bê rawestin ne banga ‘Teslîm bibe’ divê ev şer û qirkirina siyasî bibe ku ev aştî pêk bê. Kesên îdia dikin di nava hewldanê de ne divê pêşî van opesyonên xwe faşîzan û nîjadperet bidin rawestandin. Heta ku ev neyê kirin, banga çekdanînê encex dikare ji şerê psîkolojîk yê AKP’ê re xizmetê bike.”
TENÊ DIKARIN XWE BIXAPÎNIN
KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk hewl didin ku bi textîk û propagandayên psîkolojîk hêviyên çareseriya sexte biafirîne û bi vê yekê re jî êrîşên li hemberî gelê Kurd zêdetir dike û wiha got: “Dewleta Tirk bi vê terora dewletê û şîdetê hewl dide dînamîkên azadiyê tasfiye bike û gelê Kurd teslîm bigire. Ev yek jî tê wayete ku civakê dike nava bendewariyên vala û dewleta Tirk tenê xwe dixapînin. Ev tişt hemû bi niyeteke baş hatibin kirin jî, tenê jib o berjewendiyên bihêzkirina stratejiya dewletê hatiye kirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Gelê Kurd divê vê rastiyê bi baldarî li ber çavan bigire. Bi taybetî jî opersyonên di bin navên KCK’ê de tên kirin, ji bo bêhêzkirina gelê Kurd tê kirin û konsepta nû ya AKP- koalîsyona Gulen e. Armanca wan eve ku siyaseta Kurd parçe bikin û sekna bi hevrebûnê tune bike. Divê gelê Kurd vê rewşê li ber çavan bigire û sekna xwe ya yekitiyê bilindtir bike.
Her Kurdek û kesên xwedî wîjdan divê li dijî kkomkujiya Roboskê bê deng nemîne. Duh li hemberî gelê Roboskê û derdorên demokratîk ku komkujÎ protesto dikin êrîş pêk hat. Ev jî ruyê rast yê dewleta Tirk derdixe holê. Li hemberî vê neheqiyê û zilmê berxwedan, tişta herî pîroz û mirovahî ye.”
BI KUŞTINA CIWANÊN KURD DIXWAZE ENCAMÊ BIGIRE
KCK’ê da zanîn dewleta Tirk bi qetilkirina ciwanên Kurd dixwaze biçe encamê û got leşkerê Kurd jî bi awayên cuda qetil dike û wiha got: “ Li Geverê mînaka dawî qewimî. Dewleta Tirk ciwanên Kurd çawa dikuje, derdixe holê. Di 27’ê hezîranê de hate îdiakirin ku ciwanê bi navê Hakan Koçer di pevçûnê de jiyana xwe jidest daye. Lê wekê ku HPG’ê jî diyar kir ku pevçûneke wisa di wê dîrokê de pêk nehatiye. Diyar e ku ciwanê Kurd ji ber nasnameya xwe hatiye qetilkirin. Malbata wî ya ku her tişt fêm kiriye, helwesetek bi rumet nîşan daye. Em sersaxiyê ji hemû malbata wî re dixwazin. Em dîsa dibêjin ku em li gel malbata wî ne.”
BO TÊKOŞÎNA HEVPAR BANGAWAZÎ
KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Di vê asta dîrokî de li dijî êrîşên AKP’ê ji bilî berxwedan û serhildanê wekê din riyek tune. Îro li Tirkiyeyê şertên bilindkirina têkoşîna a kedkar û aliyên bindest zêdetir pêşve çûye. Divê karker, aliyên kedkar, demokrat, aliyên sosyalîst, elewî, Kurd, muslimanên samîmî û aliyê bindest yên din li hembreî faşîzma AKP’ê bibin eniya hevpar û têbikoşin. Di vê esasê de em bang dikin ku bila têkoşîna hevpar li djî zextên faşîzna bilindtir bibe.”