KCK’ê îdîayên 'agirbestê' derewand

KCK’ê îdîayên 'agirbestê' derewand

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ku tu eleqeya wan bi îdîayên “agirbest” û “navbeynkarî” ên ku ev demeke di rojevê de ne re tune ye û got; “Hemû jî nûçeyên derewin”. KCK’ê gotûbêjên “dersa “hilbijartî” jî weke “provakasyoneke dîrokî bi nav kir û daxuyanî û nêrînên ku hêviyê didin faşîzma AKP’ê jî rexne kir.

KCK’ê got; “Têkoşîna azadiya gelê Kurd aşkere kir ku êdî siyaseta înkar, asîmlasyona û qikirinê ya dewleta Tirk a mêtînger nameşe” û diyar kir ku îro Tirkiye êşa nijadperestiya 90 salan a li ser esasê Tirkitiyê ya li hemberî Kurdan û gelên din dikişîne. KCK’ê got; “Netew-dewleta Tirk hewl dide ku bi hêza xwe ya zorbe û şerê psîkolojîk xwe li hemberî nirxên demokratîk û azadîxwaz ên di asta neteweyî û navneteweyî de bigire. Xeta faşîst-qirker-tuneker a dewleta Tirk di bin rêveberiya AKP’ê de bi gotinên durû û sexte hîn kûrtir bûye. Maskeya Îslamî ya ji siyaseta AKP’ê jî têra niximandin û rizgarbûna AKP’ê ji rastiya wê ya yekperest, faşîst û zalim nake.”

JI BO 20 ŞÊNIYEK 20 MILYON DERSA HILBIJARTÎ PAŞVERÛTIYA HERÎ MEZIN A SERDEMÊ YE

KCK’ê diyar kir ku gelê Kurd nêzîkê nîv sedsal e têkoşîna azadiyê dimeşîne û saziyên mêtîngerî yên dewleta Tirk, zîhniyeta wê û siyaseta wê neçarî guhertinê kiriye. KCK’ê bal kişand ser bayê guhertinê yê li Rojhilata Navîn û got; “Hikûmeta AKP’ê ya ku li hemberî hêza guhertinê ya gelan nikare êdî bê deng bimîne, li şûna mafên Kurdan ên ku Kurdan dikin gel, bi awayek kolektîf di çarçoveya statuya xweseriyê de binase, weke ku heqaret li nasname û rûmeta gelê Kurd bike, dersa hilbijartî aniye rojevê.” KCK’ê destnîşan kir ku heta niha tu dadgehên Tirk destûra parastina bi Kurdî nadin û weke “zimanê nayê zanîn” bi nav dikin, û got ku li aliyeke din jî weke dersa hilbijartî tîne rojevê. KCK’ê destnîşan kir ku ji bo şêniyak 20 milyonî ya Bakûrê Kurdistanê dersa hilbijartî paşverûtiya herî mezin a vê serdemê ye û ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk dest ji polîtîkaya xwe ya înkar û îmhayê bernedaye.

KOMPLESKA MÊTÎNGERIYÊ

KCK’ê got ku bê guman gelê Kurd jî weke hemû gelên din xwedî mafê nasnameya jiyanek azad û perwerdehiya zimanê zikmakî ye û wiha domand; “Ev ne tiştek wisa ye ku dê dewleta AKP’ê bi xêra xwe bide Kurdan. Ma jixwe serhildana 40 salan a gelê me jî ne ji bo vê ye?” KCK’ê destnîşna kir ku destpêkê nasname, ziman û çanda gelê Kurd tune hat hesibandin, piştre bi qanûnan qedexe kir, herî dawî jî bi berxwedana gelê Kurd neçar maye ku careke din nas bike. KCK’ê got; “Gotûbêjkirina Kurdî di çarçoveya dersa hilbijartî de; xwe dispêre têkiliya Kurdan a bi neteweya serdest,kole-efendî, bindest-serdest. Hikûmeta AKP’ê ya hebûna Kurdan tehemûl nake bi fikir û ruhê xwe ve faşîst e.” KCK’ê destnîşan kir ku di sedsala 21’emîn de jî ji bo Kurdên hevkarên xwe amade bikin, mafê dersa hilbijartî ya Kurdî weke “pêngaveke dîrokî” bi nav dikin û got; “Dê zîhniyeta neteweya serdest bêje ’90 sal bûn hûn dihatin înkarkirin, binêrin em mafê dersa hilbijartî didin we, ma hûn êdî çi dixwazin’ û ji bo vê yekê jî Kurdên noker (hevkar) bidin axaftin û hewl bidin bi civakê bidin qebûlkirin, lê ev hewldan pûç û vala ne. Di dirêjahiya dîrokê de mêtîngeriyê doza Kurdan bi hevkariya nokeran têk birine û komkujî anîne serê gelê Kurd. Îro jî, AKP hin Kurdên noker ên ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî xwe firotine, bi kar tîne û dixwaze bi vê yekê encamek werbigire. Bi girtina siyasetmedarên Kurd ên welatparêz, dixwazin pêşiya Kurdên hevkarên xwe vebike. Ev hevkarên rûreş ên di dîrokê de, bi awayeke çavsorane diaxivin û heqaretê li tevgera me dikin, lê notirvaniya dewletê dikin.”

KCK’ê ragihand ku li holê tu pêngaveke dîrokî tune ye û diyar kir ku dixwazin jiyana bi zimanê zikmakî û mafê perwerdehiyê yên ku cewhera pirsgirêka Kurd in, biçûk bikin û vê yekê weke “provakasyoneke dîrokî” bi nav kir.

HÊVÎ NEDIN AKP'Ê

KCK’ê bang li siyasetmedarên Kurd ên welatparêz û gelê Kurd kir ku ji daxuyanî û nêzînên ku hêviyê didin hikûmeta AKP’ê dûr bikevin û diyar kir ku divê baş were zanîn ev yek ziyanê dide doz û têkoşîna gelê Kurd.

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Hewldana CHP ya pêk tîne jî ji şerê taybet re xizmetê dike. Di bin van şert û mercan de tê dîtin ku tu nirxa vê pratîka vê hewldanê ya çareseriya pirsgirêkê tune. CHP bi AKP ya ku ne xwedî zîhniyeteke demokratîk e, hemû muxatabên esas yên pirsgirêka kurd ji derve dihesîbînin û daxwazên gelê kurd, hesîsiyeta wan paşguh dikin û ligel vê jî li bendewariya çarseriyê û guhertineke mayînde, xeyal e. Di mijara pirgirêka kurd de AKP’ê hemû bawerî wenda kirin. Niha bi awayekî cidî teng bûye. Rastî bertekên aliyên demokratîk tê. CHP’ê jî bi vê hewldana xwe ji xizmetê ji AKP’ê re dike. ji aliyê AKP’ê ve şer her tiçe dijwar dike, siyasetmedarên kurd tên girtin, zextên liser civakê didome, çewisadin û hemû pêkanînê operasyonê xistiye meriyetê. CHP ya ku newêre nav li vê pirsigirkê bike jî, xizmetê ji van polîtîka û şerê taybet yê li ser kudan dike. Makeqanûna nû jî ya ku niha dest pê kirine dinivîsin jî ji bo kurdan tu nûbûnek tune. Bi hin sererastikrin û pêvekan pirsgirêka kurd nayê çaresrekirin û berovajî vê pirsgirêkê paşveyî sedsala din dike.”

TU ELEQEYA ME PÊ TUNE, HEMÛ NÛÇEYÊN DEREW IN..

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi pêşengtiya AKP’ê li hemberî tevgera azadiyê êrîşeke berfireh dimeşe û wiha hat gotin: “11 meh e Rêber Apo dib bi tecrîda giran de ye. Li hemberî siyaseta kûr polîtîkaya qirkirinê heye. Li hemberî armanca îmhakirinê heye. Hewl didin ku berxwendan gelê kurd û siyasetmedaran qels bikin. Ji ber vê jî divê gelê kurd û welatparêz li hemberî vê polîtîkaya faşîzan a AKP’ê hişyar bin û berpirsyariya xwe bizanin. Ji ber ku ev nêzîkatiyên wisa zirarek mezin didin encamgirtina berxwedan û çarseriya pirsgirêka kurd. Ev pêkanînên ji mêtîngeriyê re xizmetê dike. di rojên dawî de daxuyaniyên der barê agirbestê de û propagandayên tên kirin, tu eleqeya wan bi me nîne. Hemû jî nûçeyên derew in. Ji ber berpirsyariya em dîsa ji gelê û hemû rayag itşî re dibêjin ku tu eleqeya me pê nîne. Armanca hemû nûçe û propagandayan ew e ku di serê gel de pirsnîşanan çêbikin û li gorî xwe rojevê diyar bikin. Hewl didin ku berxwedana gel a bi heybet bişkînin.”

BILA GEL BERXWEDANA XWE BILINDTIR BIKE

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Rejîma AKP’ê hêza xwe ya zorba bi kar tîne û şaredarên BDP’ê bê suc digirin. Bi girtina şaredarê Wanê îradeya gel bin pê kirine. Helwsta gelê Serhedê û Wanê bi rumet e. Gelê ku li mîtînga Wanê hatin gel hev bersiva pêkanînên faşîst ya AKP’ê daye. Berxwedana gelê me dê ji vir şûnde zêdetir be. Em di serî de bang li Wan û Serhedê û hemû gelê kurd dikin ku bila li hemberî vê hevkarî û zordariyê, îmha û tasfiyeyê hesab bipirsin û xeta berxwedana xwe ya jiyanê bilindtir bikin.”