KCK: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê têk biçe, Tirkiye wê demokratîk bibe

KCK: Desthilatdariya AKP'ê û MHP, ji bo bibin aktorên damezrîner ên sîstema qirkirinê ya otorîter a hegemonîk, tifaq kirine. Ya ku hemû polîtîkayên li Tirkiyeyê niha bi re ve dibe, ev tifaq e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, biryara têkbirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bi şer, zext û zordariyê, ku desthilatdariya AKP'ê di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30'ê Cotmeha 2014'an de girt, gihîştiye qonaxeke nû.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, hewl tê dayîn vîna gelê Kurd bê şikandin, li ser vê yekê qirkirina Kurdan bê temamkirin û wiha dewam kir: "Êrîşên ji bo tinekirina siyaseta demokratîk a Kurd û tesfiyekirina Tevgera Azadiyê, bi vê armancê tên kirin. Desthilatdariya AKP'ê, li ser bingeha tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û qirkirina Kurdan, diwaze li Tirkiyeyê bibe hêzeke nû ya otorîter hegemonîk. Desthilatdariya AKP'ê û MHP, ji bo bibin aktorên damezrîner ên sîstema qirkirinê ya otorîter a hegemonîk, tifaq kirine. Ya ku hemû polîtîkayên li Tirkiyeyê niha bi re ve dibe, ev tifaq e.

Di demekê de ku dihat gotin, 'Tevgera Azadiyê ya Kurd' hatiye eciqandin û ketiye pêvajoya tesfiyeyê, AKP'ê hat ser desthilatdariyê û erka; rehabîlîtekirina Kurdan û tevlîkirina li nava sîstema mêtînger qirker, jê re hat dayîn. Ji ber vê yekê, dema ku pirsgirêka Kurd ji Tayyîp Erdogan hat pirsîn, got 'eger hûn lê nefikirin, nîne'. Ji ber vê nêzîkatiyê, di çareseriya pirsgirêka Kurd de gav nehat avêtin, lewma gerîla ji nû ve dest bi berxwedanê kir. Dema ku desthilatdariya AKP'ê li pêşberî berxwedana gerîla tengav bû, vê carê bi polîtîkayên şerê taybet hewl da Tevgera Azadiyê tesfiye bike. Îdîa kir, ku yekane hêza dikare Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bike ew bi xwe ye û bi vê îdîayê li ser desthilatdariyê ma. Li ser vê bingehê, di sala 2007'an de bi Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Yaşar Buyukanit re li ser mijara têkbirina Tevgera Azadiyê ya Kurd li hev kir. Li hev kirin ku ji aliyekî ve şerê psîkolojîk û rêbazên taybet bimeşîne, li aliyê din jî bi zext û zordariyê re Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bikin. Piştre Îlker Başbûg jî tevlî nava vê mutabaqatê bû, ku piştre bû Serokê Fermandariya Giştî û xwe weke pisporê şerê taybet nîşan dide.

Desthilatdariya AKP'ê, ji aliyekî ve bi gotinên demokrasiyê yên demagojîk û bendewariya di nava gelek hêzan de agirandî xwest li ser desthilatdariyê bimîne, li aliyê din jî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd şer meşand. Di demekê de ku şer zor da desthilatdariya AKP'ê çû Îmraliyê û xwest, bêçalakîtî were ragihandin. Rêber Apo ev rewş dît û ji bo dewletê û civakê ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd amade bike û gavê bi desthilatdariya AKP'ê re bide avêtin, rê li ber bêçalakîtiyê vekir. Tevî ku Rêber Apo îhtimala gav avêtinê qels dît jî, tespît kir ku pêvajoyeke bi vî rengî wê bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re jî bide qezenckirin û pêvajoyên Oslo û Îmraliyê qebûl kir.

'DEMA KU TIŞTEK JI POLÎTÎKAYA TEVIZANDINÊ BI DEST NEXIST, BERÊ XWE DA POLÎTÎKA ECIQANDINÊ'

Ji ber ku polîtîka û zîhniyeta çareserkirina pirsgirêka Kurd bi AKP'ê re nîne û ji ber ku tiştek ji polîtîkaya tevizandina Tevgera Azadiyê ya Kurd bi şerê taybet û psîkolojîk bi dest nexist, berê xwe da polîtîkaya têkbirinê bi rêya şer. Encamgirtina polîtîkaya şerê taybet a AKP'ê li aliyekî, bi havîna 2014'an re Tevgera Azadiyê ya Kurd ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li gelemperiya Rojhilata Navîn bû xwedî hêzeke mezin. Tevgera Azadiyê ya Kurd di serî de li Iraq û Sûriyeyê, li gelemperiya Rojhilata Navîn xurt bû û li tevahiya cîhanê veguherî aktorekî siyasî, ku ji aliyê her kesî ve hat dîtin. Dema ku hat fêhmkirin, şerê taybet, rêbazên wê yên psîkolojîk nekarî Tevgera Azadiyê ya Kurd bitevizînin, di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30'ê Cotmeha 2014'an de biryar hat dayîn Tevgera Azadiyê ya Kurd bê têkbirin û di vî warî de plansaziyek hat kirin.

Rêberê Gelê Kurd pêşnûmeya muzakereyê ya ji sê qonaxan pêk tê pêşkêş kir û li ser vê bingehê Mutabaqata Dolmabahçeyê afirand. Bi vî awayî li dijî polîtîkaya desthilatdariya AKP'ê ya eciqandina bi şer, Rêberê Gelê Kurd demokratîkbûn xist rojevê. Lê belê ji ber ku biryara tinekirina bi şer hat girtin, Mutabaqata Dolmabahçeyê ya ku endamên hikûmetê jî di nav de bûn hat redkirin. Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê xwestin, bi hilbijartinê pêşî li vê polîtîkayê bigirin, lê belê Tayyîp Erdogan û Gladyoya Qesrê hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo vî şerî weke amûreke nixumandina meşrûiyetê bi kar anîn. Dema ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çû, encamên hilbijartinê tine hesiband, rûyê xwe yê şer bi rengekî vekirî raxist pêş çavan û di 24'ê Tîrmehê de şerê tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û şikandina vîna gelê Kurd da destpêkirin. Ji bo sîstema otorîter hegemonîk a ji bo qirkirinê damezrîner, şerê topyekûn ê di salvegera Peymana Lozanê de da destpêkirin, bi dijwarî didomîne.

Bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hat dîtin, ku Kurd ji dest çûye. Hat dîtin, ku bi şerê taybet re nepêkane Kurd di nava sîstema qirkirinê de bên asêkirin, lewma şer topyekûn kirin û gel xistin nava vî şerî. Li dijî vê hewldana eciqandinê, gelê Kurd li ser bingeha afirandina demokrasiya xwecihî, pêngava demokratîkkirina Tirkiyeyê da destpêkirin, lê bi tank, top û her şêwe çekên giran êrîş li dijî jin, zarok, extiyaran hat kirin. Ji bo desthilatdariya AKP'ê êdî pêvajoya qezenckirina gel bi rêbazên şerê taybet qediya ye. Ji bo desthilatdariya AKP'ê pêvajoya bêdengkirin û têkbirina gel bi her rê û rêbazê dest pê kiriye. Xerakirin û şewitandina bajaran, bi plana têkbirinê ya havîna 2014'an re ket rojevê û di havîna 2015'an de ev plana têkbirinê bi cih hat anîn. Dema ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd li dijî van êrîşên qirkirinê li ber xwe dan, mîna ku Rêberê Gelê Kurd gelek caran bal kişande ser, mekanîka darbeyê ket dewrê.

'HEWLDANA DARBEYÊ YA 15'Ê TÎRMEHÊ DARBEYEK JI BER NEÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BÛ'

Hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê darbeyek ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Desthilatdariya AKP'ê bi bahaneya darbeya 15'ê Tîrmehê darbe di nava darbeyê de kir. Pêwendiya vê yekê jî bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd re heye. Ji xwe bi Rewşa Awarte ya ku di 20'ê Tîrmehê de hat ragihandin re, careke din derket holê ku şer li dijî gelê Kurd tê meşandin. Piştî tepisandina hewldana darbeyê ya şerê desthilatdariyê, vê carê darbehe weke bahaneyê hat bikaranîn û êrîşên qirkirnê û tesfiyekirina hêzên demokratîk ên Kurd hatin şiandin. Ev yek armanca esasî ya van êrîşan radixe pêş çavan. Desthilatdariya AKP'ê, li ser bingeha tifaqên bi armanca qirkirina Kurdan re dixwaze sîstemeke otorîter hegemonîk li Tirkiyeyê ava bike. Weke qurbanê vê armancê jî Kurd hatine hilbijartin û qirkirina Kurdan dest pê kiriye.

Li dijî me hêzeke faşîst heye, ku li ser bingeha eciaqandina Kurdan dixwaze ji bo sîstema hegemonîk mezhebîparêz û neteweperest, bibe hêza desthilatdar a damezrîner. AKP û MHP êdî veguherîne xeteke siyasî û hewl didin Kurdan qir bikin. Ji bo van hewldanên qirkirinê bi hêsanî bimeşînin, êrîşî hemû hêzên demokrasiyê dikin û li ber rexneyên ji derve tên, radibin.

'DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BI RENGEKÎ VEKIRÎ LI BER TIFAQA AKP Û MHP'Ê RABIN'

Erk û wezîfeya îro dikeve ser milê gelê Kurd û hêzên demokasiyê ew e, ku li dijî tifaqa AKP û MHP'ê helwesteke eşkere nîşan bidin û vîna têkoşînê destnîşan bikin. Ji bo gelê Kurd, meşandina şer li çeperan, meşandina têkoşînê bi rengekî demkî û birêvebirina têkoşînê ji hev parçebûyî, êdî kêm e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê û hevalbendên wê li ser tinekirina Kurdan li hev kirine. Ji ber vê yekê şer bi rengekî topyekûn dimeşînin. Êdî ji bo girtinê, pêwîstî bi kirina sûcekî li gorî qanûn û destûra bingehîn a heyî ya faşîst jî, nîne. Fikra li azadiya Kurdan û demokrasiyê sûc e. Fikir weke potansiyela tevgerê tê dîtin û êrîş li her Kurdê dixwaze bi rengekî azad bijî, tê kirin. Bi hezaran mirov, tenê ji ber ku xwestine bi rengekî azad û demokratîk bijîn, di oxira vê de xwe bi rêxistin kirine û vîna xwe nîşan dane, hatine girtin. Ji bo şikandina vîna Kurdan û bi vî awayî temamkirina qirkirina Kurdan, êdî pêwîstî bi sûc an jî delîlekî li gorî qanûnên faşîst jî nabînin.

'BERXWEDANA TOPYEKÛN DIVÊ'

Ya ku divê li dijî vê were kirin, berxwedana topyekûn a bi feraseta seferberiyê ye. Lazim e were dîtin, ku Kurd hemû êdî di nava şerekî man û nemanê de ne û li ser vê bingehê divê bi awayekî topyekûn seferber bibin. Bêguman mêtîngeriya qirker, ji bo zemînên berxwedanê yên gel ji holê rake, bi her şêweyê giran êrîş dike. Armanca van hemû êrîşan pêşîgirtina li berxwedana gel e. Bi temamî gel ji dest berdaye û ji gel ditirse. Ji ber vê yekê êrîş giran kiriye, girtin zêde kiriye.

Li dijî van êrîşên qirkirinê, hişmendiya berxwedanê, potansiyel û daneheviya dîrokî ya gelê Kurd hene. Têkoşîna gelê Kurd ne ji ber nerazîbûneke ji nişka ve ye; xwedî dîrokeke têkoşînê ya rêxistinbûyî ye ku 45 sal in didomîne. Ji bilî nifşê extiyar hemû nifş di nava vê têkoşînê de cih girtine û çanda têkoşînê veguherandine parçeyek ji jiyana xwe. Nifşê nû jî her tim weke nirxekî moralê li cem vê têkoşînê cih girtiye û daye pêş. Lewma şikandina vîn û daxwaza têkoşînê ya vî gelî nepêkan e. Kevneşopî, tecrûbe û daneheviya gelê me heye, ku rêbazên têkoşînê dewlemend bike û bi vî awayî li ber vê sîstema qirker rabe. Eger têkoşîn bi tenê ji gerîla were hêvîkirin, ev yek wê karê meşandina polîtîkaya tesfiyeyê ya mêtîngeriya qirker, hêsan bike.

Girîng e ciwan, zarok û jinên Kurd, kolan û taxan her roj bikin qada serhildanê. Eger hêzên faşîst ên qirker pêşî li kombûna ciwanan û gel digire, wê demê divê ciwan û zarok tax û kolanên lê dimînin veguherînin qada serhildanê. Pêwîste jin û dayikên me, weke ruhê azadiyê yê vê serhildanê, mîna her carê bi xurtî tevlî bibin û bi rê ve bibin.

Ciwan li taxên lê dijîn, ji ber ku dizanin kî kî ye, dikarin xwe bi rengê komên biçûk bi rêxistin bikin û êrîşî saziyên mêtînger qirkirinê bikin.

Eger mêtîngeriya qirker dibêje 'em ê êrîş bikin, beciqînin û biqedînin' û êrîşî her devera destketiyên Kurdan lê hene, wê demê divê ciwanên Kurd jî ji her devera lê dijîn biherikin çiyayên Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ev yek bersiva herî watedar a li mêtîngerî qirkirinê ye. Pêwîste seferberî beriya her tiştî bi tevlîbûna ciwanan a li nava refên gerîla û xurtkirina hêzên parastinê yên rewa dibe.

Eger desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo qirkirinê bi rengekî topyekûn dest bi êrîşê kiribe û bi hezaran zîndan girtibe, divê Kurd bi taybetî jî Kurdên zana li her devera lê dimîne xwe bi rêxistin bike. Li dijî van êrîşên giran û girtinan, divê her Kurdekî zana xwe ji birêxistinkirina civaka xwe berpirsyar bibîne. Lazim e rê li ber rêxistinkirina civakê veke û helwesta civakî derxîne holê.

'LI DIJÎ ÊRÎŞAN, PIŞTGIRIYA HEV DIVÊ'

Li dijî van êrîşên giran, piştgiriya hev a civakê girîng e. Di nava rewşeke bi vî rengî de, ku êrîş lê giran bûne, li şûna bendewariya ji derve divê piştgiriya hev bê xurtkirin û pirsgriêkên civakê jî li ser bingeha vê piştgiriyê, bi hewldanên rêxistinbûyî werin çareserkirin. Pêwîste gelê Kurd zanibe, desthilatdariya AKP-MHP'ê tevî rêbazên şer, zext û zordariyê, giraniyê dide ser şerê psîkolojîk; guh nede gotinên desthilatdariya AKP'ê yên ji bo xapandina civakê, bêdengkirina civakê û bêhêvîhiştina civakê. Pêwîstiya baweriya xwe ya bi têkoşîna azadiyê bidomîne û bi ruhê seferberiyê cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigire, helwestê nîşan bide.

Desthilatdariya AKP'ê xwe dispêre Kurdên noker û hewl dide êrîşên xwe meşrû bike û encamê bi dest bixe. Ji ber vê yekê divê Kurd van Kurdên xayin û noker ên êrîşên AKP'ê meşrû dikin û dibin hevparê van êrîşan di nava xwe de venehewînin, van derxînin derveyî civakê û nehêlin li pêşiya têkoşîna azadiyê bibin asteng.

AKP dizane ku gelê Kurd ji dest çûye, lewma berê xwe daye polîtîkaya şikandina vînê, bêhêzhiştina Kurdan û teslîmgirtinê. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ne xurt e. Tevî ku qels e, ji ber ku ditirse wê hilweşe, dixwaze bi van êrîşan re xwe xurt bike û sîstema dixwaze ava bike. Ji bo ku şovenîstan bide dû xwe, dijminatiyê li Kurdan dike. Hewl dide dijminên Kurdan ber bi xwe ve bikişîne û xwe bigihîne armanca xwe. Delîla herî girîng a qelsiya AKP'ê radixe pêş çavan ew e, hemû îdîa, damezrîner û tifaqên dema damezrandina xwe, daniye aliyekî. Eger rêxistinbûneke siyasî ji zîhniyet û sedemên hebûna xwe qut bûbe, ev yek tê wê wateyê ku bêbingeh û qels bûye. Ji ber vê yekê, eger li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê, Kurd û hêzên demokrasiyê li ber xwe bidin, wê ev tifaq were têkbirin û pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê vebe. Lewma divê ev şer weke şerekî dawî bê dîtin, zor, zehmetî, zext çiqasî giran dibe bila bibe, divê berxwedan di asta encamgirtin û serketinê de bê meşandin.

'TIFAQA AKP-MHP'Ê QIRKIRIN Û DIJMINATIYA LI KURDAN E'

Desthilatdariya AKP-MHP'ê qirkirin û dijminatiya li kurdan e. Bi vê karaktera xwe re dijminê demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê ti hêz destekê nede vê desthilatdariyê, li cem vê desthilatdariyê cih negire. Bi taybetî mirovên ji xwe re dibêje 'ez Kurd im' divê nebin hevkarê van êrîş û polîtîkaya qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê. Gelê Kurd wê li ber xwe bide û van êrîşan bişikîne. Wê neyê ji bîr kirin ku di van rojan de kê çi kiriye û helwestek eçawa nîşan daye.

Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji 24'ê Tîrmeha 2015'an dema destpêkirina êrîşa topyekûn a qirkirinê û vir ve, li dijî êrîşên giran bi rengekî canbexşane li ber xwe dide. Li ser şopa şehîdên me wê bi canbexşane li ber xwe bide. Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê baş bi vê zanibin û ji bo serketina vê berxwedanê bi erka xwe rabin. Pêwîste gelê Kurd û hêzên demokrasiyê êdî bibînin ku jiyana bi dewleteke faşîst a bi vî rengî re nepêkan e, jiyana xwe ya civakî ya rêxistinbûyî ava bikin, ji dewletê qut bibin û weke damezrînerên Tirkiyeya demokratîk têkoşîna xwe mezin bikin.

Em li dijî êrîşa qirkirinê şerê man û nemanê dimeşînin. Divê ev pêvajo, li dijî êrîşa tinekirina Kurdan weke pêvajoya berxwedana Kurdan a hebûnê were dîtin. Lewma divê salek li pêşiya me weke pêvajoya seferberiyê were dîtin û bi vî ruhî tevlîbûn li têkoşînê were kirin.

Di serî de Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, divê hemû Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Başûr, Rojava, Rojhilatê Kurdistanê, Ewropa û gelemperiya cîhanê di nava vê seferberiyê de cih bigirin.

Desthilatdariya faşîst qirker a AKP-MHP wê têk biçin, wê Tirkiye demokratîk bibe, Kurdistan jî azad bibe."