KCK: Bi ruhê 14'ê Tîrmehê re em têkoşînê xurt bikin

KCK: Avakirian xweseriya demokratîk û bicihanîna projeya neteweya demokratîk wê bi ruhê 14'ê Tîrmehê pêk were. Bi ruhê 14'ê Tîrmehê re dem dema xurtkirina têkoşînê û bi ser xistina hemû wezîfeyan e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Avakirian xweseriya demokratîk û bicihanîna projeya neteweya demokratîk wê bi ruhê 14'ê Tîrmehê pêk were" û destnîşan kir ku bi ruhê 14'ê Tîrmehê re dem dema xurtkirina têkoşînê û bi ser xistina hemû wezîfeyan e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê destnîşan kir ku ruhê berxwedana dîrokî ya 14'ê Tîrmehê di salvegera 33. de li Rojava, Şengal, Kobanê û di encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dijî û got, "Rojiya Mirinê ya Mezin bi ruhekî bi vî rengî yê dijî re, rê nîşanî roja îro dide. Em şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin hevrêyên xwe Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî bibîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û xeyalên wan ên azadiyê bicih bînin."

'ZÎNDANA AMEDÊ JI BO REJÎMA MÊTÎNGER A FAŞÎST BÛYE GOREK'

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Bi darbeya faşîst a beriya niha bi 35 salan pêk hat re, Faşîzma 12'ê Îlonê weke karê xwe yê destpêkê, ji bo gelê Kurdistanê û hêviya azadiyê ya vî gelî PKK'ê di nava betonên zîndanê de defn bike, zext û îşkenceya giran a li cîhanê nehatibû dîtin, li zîndanên Amedê xist meriyetê. Di asteke welê de bû li ser vî betonî nivîsa 'Xeyala Kurdistanê li vir meftun e' kêm bû û li benda nivîsandinê bû. Lê belê hevrêyên rast ên Rêber Apo, di şexê hevrê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de hemû Şehîdên Berxwedana Zîndana Amedê, bi fedakirina canê xwe re nîşanî tevahiya cîhanê dan ku ev hesabên rejîma faşîst a mêtînger pêk nayên. Bi rastiyeke bi vî rengî ya berxwedanê re Rêber Apo, ji bo jîndarkirina bîranîna şehîdan û bicihanîna hesret û xeyalên wan, di bin fermandariya hevrê Egîd de bi Pêngava 15'ê Tebaxê re zîndanê Amedê ne ji bo Kurdan, ji bo rejîma mêtînger a faşîst veguherand gorekê. Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya mezin a dîrokî bûye navê darizandin û mehkûmkirina faşîzmê bi mirinê. Weke berxwedaneke ku hesap ji 12'ê Îlonê pirsî û ji aliyê îdeolojîk ve ew têk bir, ruh û rêbaza berxwedanê ya gelên me derxistiye holê. Şert û merc çi dibin bila bibin, yên ji bo jiyaneke azad û bi rûmet biryar dane, bi vî ruh û rêbaza berxwedanê re, bi afirandina navgînên vê yên têkoşînê re, wê bi ser bikevin. Di encama vê serketinê de ne mirovahî, wê faşîzm bi teqezî li gorê bê defnkirin. Berxwedana 14'ê Tîrmehê û encamên wê, nîşaneya herî girîng a vê rastiyê ye.

Çawa ku faşîzma 12'ê Îlonê duh ji aliyê hevrê Mazlûm, Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, Çaran û hemû şehîdên berxwedanê li Amedê hatiye defnkirin, îro jî rewşeke bi heman rengî li çar aliyên Kurdistanê tê serê DAIŞ'ê û alîgirên DAIŞ'ê. Di serî de li Şengal û Kobanê, gelê Kurdistanê yê leheng ê li gelemperiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ku xwe bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê û bîrdoziya sosyalîzm, demokrasî û azadiyê ya Rêber Apo xemilandiye, bi ser bikeve. Ev serketin, mîna beriya 33 salan ne tenê li dora vejîn-berxwedanê pêk tê. Tevî vê yekê pêvajoyeek rizgarî û avabûnê jî tê jiyîn. Têkoşîna parastina hebûna xwe gihaştiye asta bi dest xistina azadiyê. Avakirina xweseriya demokratîk û bicihanîna projeya neteweya demokratîk, ku em îro weke yek ji xalên werçerxê yên azadiyê dibînin, wê bi ruhê 14'ê Tîrmehê pêk werin. Ev yek jî nîşaneya xwedîderketina li bîranîna şehîdan e."

'LI TIRKIYEYÊ JÎ WÊ FAŞÎZM LI GORÊ WERE VEŞARTIN'

KCK'ê da xuyakirin ku berxwedana 14'ê Tîrmehê ya dîrokî, faşîzma 12'ê Îlonê ne teê li Kurdistanê li tevahiya Tirkiyeyê di gorê de defn dike ye û got, "Vê rastiyê di roja îro de bandor li encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê jî kir. Vê rewşê jî nîşan da ku bi çi rengî hesap ji faşîzma 12'ê Îlonê û sûcên li dijî mirovahiyê yên hatine kirin, were pirsîn. Ji ber vê yekê encamên hilbijartinê soza jîndarkirina bîranîn û bicihanîna xeyalên Kemalan, Hayriyan û hemû şehîdên zîndanan ên li çar aliyên Tirkiyeyê ye. Bloka azadî û demokrasiyê ya ku hesreta Kemalan bû îro di nava HDP'ê de şênber bûye. Xurtkirin, mezinkirin û temsîlkirina vîna hemû cihêrengiyan di nava vê blokê de, afirandina hêzeke rêxistinbûyî ya çalakiyan, mîna li Amed û tevahiya Kurdistanê wê li Tirkiyeyê jî hêzên faşîst bişîne goristanê."

'EM MÎNA BERXWEDÊRÊN 14'Ê TÎRMEHÊ LI BER XWE BIDIN'

KCK'ê got, "Yên îro li Kobanê, Şengalê, Rojava, Başûrê Kurdistanê li dijî faşîzma DAIŞ'ê li ber xwe didin û mizgîniya serketinê timî didin mirovahiyê, şopdarên şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê û şopdarên Rêber Apo ne" û ev xal destnîşan kir: "Yên faşîzma DAIŞ'ê xwedî dikin, destek dikin û fînanse dikin, ew hêzên ku faşîzma 12'ê Îlonê xwedî û destek dikirin e. Ji ber vê yekê em dibêjin; ji bo rizgariya ji vî belayê faşîzma li serê gelê me, gelên herêmê û mirovahiyê bûye bela, em yekîtiya hêzê ya demokratîk a herî berfireh esas bigirin û mîna Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li ber xwe bidin! Ji bo berxwedana li dijî faşîzmê, şert û merc ji her demê bêhtir in. Tecrûbeya rêxistin û têkoşînê ya derketiye holê û rastiya berxwedanê ya li ser vê tecrûbeyê dewlemend bûye, hêza me ya herî mezin e. Bikaranîna vê hêzê bi awayê herî xurt, yekane rêya jîndarkirina bîranîna yên ji bo mirovahiyê canê xwe feda kirine, ye. Ji ber vê yekê, roj ew roj e ku li ser bingeha bloka herî berfireh a demokrasiyê yekîtî were afirandin û bi qezençkirina azadiyê re em faşîzê bişînin muzeya asar-î atîka (koleksiyon berhemên kevin). Şertê destpêkê yê pêkanîna vê jî azadiya Rêber Apo ye, ku têkoşîna li dijî faşîzmê weke sedema jiyanê ya pîvanê dibîne. Eger îro ruhê 14'ê Tîrmehê yê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê dimeyîne dijî, ev yek encama pîvana Rêber Apo ya bicihanîna hesreta azadiyê ya şehîdane.

Bîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê, li dijî faşîzmê, fermana yekîtiya têkoşînê dide hemû hêzên demokrasiyê.

Bîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê di têkoşîna me de dijî. Bi ruhê 14'ê Tîrmehê re dem dema xurtkirina têkoşînê û bi ser xistina hemû wezîfeyan e."