KCK'ê da xuyakirin, ku di ser komploya navneteweyî re 17 sal derbas bûne û destnîşan kir, ku ji aliyê esasî ve yê winda kiriye hêzên komploger in, yê bi ser ketiye jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd e. KCK'ê got, "Di sala 18. a komployê de, em bang gelên xwe dikin, ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya ku xwerêveberiya gel a li hemû parçeyan e, bilind bikin û li ser vê bingehê rê li ber azadiya Rêber Apo vekin."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku di ser komploya navneteweyî re 17 sal derbas bûne û hemû hêzên di nava vê komployê de cih digirin, careke din bi tundî şermezar kir. KCK'ê, di serî de cangoriyên di berxwedana 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' de şehîd ketin, hemû şehîdên têkoşîna 17 salan a li hemberî komployê bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Em, Rêberê xwe yê bi komployê re dîl hat girtin û di şert û mercên Îmraliyê de şerekî mezin ê vîn û ramanê dimeşîne bi rêzdarî silav dikin û destnîşan dikin, ku baweriya me pê heye; felsefe û xeta îdeolojîk-polîtîk a Rêber Apo wê her şêwe komployan têk bibe, gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî gelên Kurdistanê azad bike."
'YÊ WINDA KIR KOMPLOGER, YÊ BI SER KET RÊBER APO, TEVGERA ME Û GELÊ ME BÛ'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevgera me ya azadiyê û gelê me, ev 17 sal in li ser bingeha felsefe û xeta îdeolojîk-siyasî ya Rêber Apo têdikoşin, komploya navneteweyî û hêzên di nava komployê de cih girt bi giranî têk birine" û hat destnîşan kirin, ku ji aliyê esasî ve yê winda kiriye komploger in, yê bi ser ketiye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd in.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Komploya navneteweyî xwest, bi dîlgirtina Rêber Apo re bandora wî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê ji holê rake. Lê îro nêrînên Rêber Apo rê nîşanî Rojhilata Navîn didin. Li derveyî paradîgma, xeta îdeolojîk û siyasetî ya Rêber Apo, nepêkan e pirsgirêkên giran ên li Rojhilata Navîn werin çareserkirin.
Pêkhatina Şoreşa Rojava li ser xeta Rêber Apo û bûyîna bingeha Sûriyeya Demokratîk, tê wateya pûçkirin komployê. Bi komployê re hat xwestin, bi dervehiştina Rêber Apo re PKK were bêbandorkirin, lê îro aramî û aştiya li Rojhilata Navîn ancax li ser bingeha lihevkirina siyasî ya vê xetê dibe. Vê yekê jî careke din raxist pêş çavan ku komplo ne tenê li hemberî Rêber Ao û gelê Kurd, li dijî tevahiya gelên Rojhilata Navîn û hemû mrovahiyê hatiye kirin."
'KOMPLOGER JI BO XWE JI VÎ KARÊ GEMARÎ RIZGAR BIKIN, DIVÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO BIKEVIN NAVA HEWLDANAN'
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Komplogeran 17 salan bi dîlgirtina Rêber Apo re, li dijî gelê Kurd êrîş û dijminatiya herî mezin kirin. Têkoşîna 17 sal in tê meşandin û rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn derketiye holê nîşan daye, ku neheqî, bêwijdanî û zilma herî mezin a dîrokê li Kurdan hatiye kirin. Roj bi roj baştir fêm dibe ku yên sûcdar û divê bên darizandin, hêzên di nava vê komploya navneteweyî de cih girtine. Li Rojava û Sûriyeyê, têkoşîna xeta Rêberê me ya li dijî DAIŞ, hemû hêzên paşverû û destekdarên wan, di heman demê de tê wateya darizandina komploya navneteweyî.
Her çend Rêber Apo li Tirkiyeyê dîl hatibe girtin jî, di serî de DYA, Ewropa, Rûsya, Yewnanîstan û Îsraîl, gelek welatan di nava vê komployê de cih girtine. Kenya jî, li ser daxwaza DYA aliyê herî gemarî yê vê komployê daye ser milê xwe. Lewma di sala 18. a komployê de, ku derketiye holê ev komplo neheqiyek li dijî gelê Kurd e, divê ev hemû hêz rexnedayîna xwe bidin û vê rexnedayînê jî di pratîkê de şênber bikin. Naxwe wê weke welatekî travmatîk di binê vî barê giran de bimînin. Beriya her tiştî jî wê bi vî rengî nebaşî li gelên xwe kiribin.
Hêzên komploger ên navneteweyî, ji bo xwe ji vî karê gemarî rizgar bikin, di serî de ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya gelê me, divê bikevin nava hewldanan û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Bi vî rengî dikarin xwe ji hesapdayîna ji dîrokê, mirovahiyê û gelên me rizgar bikin.
'HETA RÊBER APO AZAD NEBE, AŞTÎ JÎ PÊK NAYÊ'
Dewleta Tirk hînê gardiyaniya komplogerên navneteweyî dike; Di şexsê Rêber Apo de dijminatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd nîşan dide. Tevî ku li cîhanê di vê astê de ti gel bi Rêberê xwe re ne dilsoz e jî, li şûna ku vê rastiyê bibîne û di şexsê Rêbertiyê de bi gelê Kurd re li hev bike, bi polîtîkaya dîlgirtin û tecrîda şidandî ya li hemberî Rêber Apo re, dijminatiya xwe ya li gelê Kurd zêdetir dike. Eger biratî wê pêk were, eger em ê di nava netewebûyîna demokratîk a bi hev re de cih bigirin, hingî azadiya Rêber Apo şert e. Mîna ku dayikeke me ya aştiyê destnîşan kir; heta Rêber Apo azad nebe, aştî jî pêk nayê.
'DIVÊ EM TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA RÊBER APO Û GELÊ ME, BILIND BIKIN'
Gelê me heta roja îro bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û bi têkoşîna di xeta Rêber Apo de, her tim bi ser ketiye. Serketina Şoreşa Rojava îspata herî şênber a vê yekê ye. Girîng e gelê me bi têkoşîna di xeta Rêber Apo de, têkoşîna azadiya Rêber Apo û azadiya gelê me bilind bike. Têkoşîna demokrasiya herêmî, xwerêveberî û xweseriya demokratîk a îro gelê me li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, di heman demê de têkoşîna azadkirina Rêber Apo ye. Ragihandina xwerêveberiyê û têkoşîna li dora vê yekê tê meşandin, pratîkbûyîna xeta Rêber Apo, têkoşîna nêzbûna li azadiya gelên me û azadiya Rêber Apo ye.
Di sala 18. a komployê de, em bang gelên xwe dikin, ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya ku xwerêveberiya gel a li hemû parçeyan e, bilind bikin û li ser vê bingehê rê li ber azadiya Rêber Apo vekin."