KCK: Aygun dê îro serbest bê berdan

KCK: Aygun dê îro serbest bê berdan

Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê di daxuyaniya bi boneya pêngava 15’ê Tebaxê weşande ragihand ku, piştî “bidawîbûna karûbarên wî” dê parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun yê ji aliyê gêrîlayan ve li Dêrsimê hatibû binçavkirin serbest bê berdan.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 28’emîn salvegera têkoşîna şerê çekdarî ya di 15’ê Tebaxa 1984’ê de dest pê kir daxuyaniyek weşand. KCK’ê der barê bûyera binçavkirina Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun ji aliyê gerîlayan ve, ya ku di 12’ê tebaxê de qewimî de peyamên girîng da. KCK’ê bal kişand ser pozîsyona gerîlayan a niha û got ku artêşa Tirk li Şemizînanê bin ketiye. KCK’ê got; “Heta belaya AKP’ya mêtînger hebe, ne tenê gelê Kurdistanê, hemû gelên Tirkiyeyê nikarin xwe bigihînin dahatûyeke azad, wekhev û demokratîk.”

KCK’ê got; “Em di şexsê Rêber Apo de cejna azadiya neteweyî, rûmet, berxwedan û rizgariyê ya 15’ê Tebaxê di kesayeta heval Egîd de em minettdar in hemû şehîdan û bi vê minetdariyê û ruhê serkeftinê serkeftinê pîroz dikin.

Beriya 28 salan, îro li Kurdistanê, serhildana bêhempa û pêngava dîrokî ya li hemberî bêrûmetî, koletî, zilm û zordariyê li Erûh û Şemizînanê hate avêtin.”

KCK’ê destnîşan kir ku pêngava 15’ê Tebaxê li hemberî polîtîkayên înkar û tunekirinê ya li hemberî gelê Kurd rûpelek nû vekir û got; “Li Erûh bi fermandariya heval Egîd û Erdal, li Şemizînanê jî bi fermandariya Alî Biberçavk û Mustefa, li mejiyê artêşa mêtînger a Tirk xistine, gelê Kurdistanê yekem car bi rêber û hêza xwe ya rêxistinî serî hilda. Ev yek jî şiyarbûna neteweyî, vejîn û rizgariya neteweyî bû.

Ala berxwedan û serhildanê ya ku di zîndanan de Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Ferhatan bi rûmet bilind kirin û nehiştin tu carê li erdê bikeve, bi 15’yê Tebaxa bi rûmet re li ser lûtkeyên Kurdistanê hejiya, ev serdegirtin li her derê welat belav bû û ruhê berxwedan û têkoşînekê hate pêşxistin.”

“ARTÊŞA MÊTÎNGER NIKARE JI ÇEPERÊN XWE DERBIKEVE”

Di 29’emîn salvegera pêngava ya Dihê û Şemizînan de, îro di serî de li Şemizînan û Botanê ku bi destanên berxwedan û qehremaniyê tije ne, pêngava ku artêşa dagirker, ji welatê me tê derxistin û bi têkoşîneke ku bi her tiştê xwe xwe bi serkeftinê ve girêdaye, pêş dikeve. Di dîroka têkoşîna me de, girtin herêmê û serweriya li ser herêmê pêk tê. Êdî dagirkirina Qendîl û Herêmên Azad yên Medyayê li aliyekê deynin, êdî herêmên azad ên Medyayê ber bi Bakûrê Kurdistanê ve berfireh dibe. Operasyona û hemleya şoreşgerî ya di 23’yê tîrmehê de li Şemizînan û Zagrosê hate destpêkirin, artêşa mêtînger a Tirk aniye rewşeke wisa ku nikarin êdî ji çeperên xwe derbikevin û derbeyên giran lê xistiye. Demogojiya Serokwezîr Erdogan a ku bi cidiyeta dewletê re li hev nake û derewên wan nikarin van rastiya berevajî bikin. Li hemberî operasyona şoreşgerî ya gerîlayan vîna artêşa Tirk şkestiye û li rastî derbeyên giran hatiye.

‘’ARTÊŞA TIRK LI ŞEMZÎNANÊ ŞKEST, TÊK ÇÛ’’

Li Şemzînanê vê gavê Dewleta Tirk şikestiya û têk çûye. Performansa serkeftî ku gerîlayan di çalakiyên Sitazîn- Oremar; Şemzînan, Çelê- Rindikê de nîşan dayî û asta serweriyê ya li ser araziyê bi qasî şayanî giyanê 15ê Tebaxê be di gerîlan de tê jiyîn. Gerîla salvegera 28ê bi pêngavake mezin pêşwazî dikin û ji bo ku fînala pêvajoyê bi serkeftinê dupat bikin biryariyeke astbilind derdixîni holê û ev pêvajo bi hêzdarî û serkeftina gerîlayên Kurdistanê bi awayekî ku şayanî rih û giyana 15ê Tebaxê be berdewam dike.

‘’HUSEYÎN AYGUN DÊ SERBEST BÊ BERDAN’’

Di nav çarçoveya operasyonên şoreşgerî de ku ji hêla gerîlayan ve hate destpêkirin,ji hêla raya giştî ve tê zanîn ku li Dêrsimê ji hêla yekîneyeke gerîlayên me ve parlementer Huseyîn Aygun ji ber hin proseduran hate desteserkirin. Serokê Meclîsa Tirk Cemîl Çîçek ji hêla sîstema AKPê ve bi awayekî neheq girtina 9 parlementerên kurd wekî bêhurmetiya li hemberî vîna gel nabîne lê ji hêla tevgera me ve girtina parlementerekî wekî bêhurmetiya li hemberî vîna gel dibîne, ev jî mantixa cot-standart a Dewleta Tirk destnîşan dike. Parlementerê behs jê hate kirin, piştî hin prosedûrên hiquqî wê serbest were berdan.

‘’AZADIYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BI AWAYEKÎ FIIÎLÎ PÊK HAT’’

Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê mafê xwe yê herî rewa, azadî, bi awayekî fiilî pêk aniye. Armanc û niyetên qirêj û lewitî yên dewleta AKPê ti caran wê pêk neyên. Berovajiyê vê azadiya Rojavayê Kurdistanê wê bi xwe re li Bakurê Kurdistanê azadiya Rêber Apo bîne û ji bo gelê me bigihije azadiyê wê bibe derfet.

Di vê serdema krîtîk de ku li Rojhilata Navîn rejîmên monarkî û olîgarşîk yek bi yek têk diçin, teqez e ku gelê Kurdistanê wê statû û hiqûqa xwe ya xweseriya demokratîk bi dest bixe. Ji bo vê jî gelê me îro bi peywireke dîrokî re ku şayanî giyanê 15ê Tebaxê ye, rû bi rû ye. Ji bo vê jî rabûna bi giyanekî seferberiyê û bi serhildan û hilperînan berzkirina wê, peywir û mîsyoneke dîrokî ye. Yekitiya netewî, hiş û giyanê serhildanê îro bivênevêya me ye. Di vê pêvajoya ku em gihaştinê de qutkirina têkiliyên xwe yên ji dagirkeriyê beriya her tiştî rûmeta netewî û helwesteke li rex azadiyê ye.

‘’YEKEM CIHÊ HESABJÊPIRSÎNÊ ÇIYAYÊN KURDISTANÊ NE’’

Ciwanên Kurdistanê herî pir îro divê rola xwe ya şoreşê û serhildanê de pêk bînin û hemû behremendiya xwe çalak bikin. Bi giyanekî Apocî mîsyona serkêşiyê ya li şoreşê bi qasî ku wê dahatuya şoreşê diyar bike, girîng e. Divêt hemû rojan wekî serhildanekê şîrove bikin û hemû qadên jiyanê veguherîne qada têkoşîneke ast bilind. Cih û warê ciwanên Kurdistanê wekî ku di 15ê Tebaxê de li Dihê û Şemzînanê hate dîtin, cihê hesapjêpirsîna ji dagirkeran, Çiyayên Kurdistanê ne. Bêyî ku were derengxistin, bi awayekî herî berbelav û ji bo beşdariya herî mezin pêk were em banga xwe dubare dikin.

Jinên welatparêz ên Kurdistanê ên ku di têkoşîna azadiyê de herî pir berdêl dane û hêz û serkêşa şoreşê ne, divê bikaribin bi giyanê Şehît Besê Anus, Xanim Yaverkaya, Zîlan, Berîtan û Têkoşîn xwe bi rêxistin bikin û mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bînin.

‘’HEYA KU BELAYA AKP HÊZA DESTHILATDAR BE DAHATUYA DEMOKRATÎK NE PÊKAN E’’

Heya ku belaya AKPê hêza desthilatdar be ne tenê gelê Kurdistanê, gelê Tirkiyeyê jî bi awayekî rasteqîn wê nikaribe azad bibe û bibe xweyiyê dahatuyeke wekhev û demokratîk. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê herwiha têkoşîna gelên Tirkiyeye jî. Ji bo vê jî, li ser vê bingehê di serî de gelê Tirkiyeyê em bang li hemû şoreşger, demokrat, sosyalîst û hemû kesên li gel jiyana azad û aşitiyê ne, piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya gelê me û li hemberî rejîma AKP ya bi fen û fût, entrîkayan polîtîkayên faşîzane bir ê ve dibe, dengê xwe bilind derxînin û bi awayekî zelal û biryardar helwesta xwe nîşan bidin.

Di 28emîn salvegera 15ê Tebaxê de, li ser esasê azadiya Rêber Apo em ê biryardariya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi azadiyê tacîdar bikin, tevahiy gelê xwe û dostê xwe yên azadîxwaz bi rêzdarî slav dikin û careke din cejna wan pîroz dikin.