KCK: 14’ê Tîrmehê destpêka dawîbûna Faşîzma Kesk e

KCK: 14’ê Tîrmehê destpêka dawîbûna Faşîzma Kesk e

Konseya Rêveber a KCK’ê got; “Çalakiya dîrokî ya 14’ê Tîrmeha 1982’yê, bûye destpêka bidawîkirina rejîma faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê. Sihemîn salvegera ruh û zanebûna 14’ê Tîrmehê dê bibe faşîzma kesk a ku Fethullah Gulen û AKP nunertiya wê dike.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya bi boneya 14’ê Tîrmehê da de got; “Di serî de em bang li hemû gelê me yê li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, hemû gelê me yê li metropolan û derveyê welat dijîn, hemû hêzên demokratîk, li hemberî hemû êrîşên rejîma AKP’ê bi biryardarî û ruhê berxwedanê yê çalakgerên leheng ên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmêhê beşsarî Mitînga Amedê bibin.”

KCK’ê bal kişand ku em di 30’emîn salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê a Mezin a 14’ê Tîrmehê de ne û diyar kir ku bi vê çalakiyê aşkere bû ku mêtîngerî û dîkdatoriya olîgaşîk nikare li hemberî Kurd encamekê werbigire û got; “Em di şexsê rêberên serbilind ên gelên me Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de hemû şehên Kurdistanê bi rêzdarî û bi minnet bi bîr tînin, em soza xwe nû dikin ku ji bo bîranîna wana têkoşînê xurtir bikin.”

KCK’ê destnîşan kir ku Berxwedana Rojiya Mirinê a Mezin a 14’ê Tîrmehê ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê pêjajoyeke pir girîng r û diyar kir ku rejîma cûntaya faşîst xwestiye kadroyên pêşengên PKK’ê yên dîl hatibûn girtin teslîm bigikre. KCK’ê bal kişand ser wehşeta di girtîgeha Amedê de û got; “An dê kadroyên pêşeng ên PKK’ê di van şert û mercan de teslîm bibûna, careke ji bo gelê Kurd careke din venejî tune bibûya, an jî dê rêya berxwendanê hilbijartiban û hêviyên azadiyê yên gelê Kurdistanê zindî bikiriba. Rêyek sêyeyîn tune bû.”

MANÎFESTOYA GIHIŞTINA SERKEFITNÊ YE

KCK’ê diyar kir ku Berxwedana Rojiya Mirinê a Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakiyek dîrokî ye û got ku ku manîfestoya bexwedêrî, rêxistinbûn, plankirina serkeftinê, pêkanîna wan pêngavan û gihiştina armancê ya PKK’ê ye. KCK’ê got; “Berxwedana Rojiya Mirinê a Mezin a 14’ê Tîrmehê îfadeya herî şênber a dilsoziya ji dil a bi dîrok, gel, welat û şehîdan re û jiyana hevaltiya herî rast di her şert û mercan de bi Rêber Apo re ye.”

KCK’ê got; “Mêtîngeriya dewleta Tirk a nerawabûna wê li Kurdistanê aşkere bûye, dixwaze bi hezar û yek rê-rêbazan, bi demogojî û polîtîkayên mijûlkirinê xwe careke din rewa nîşan bide. Dewleta AKP’ê li aliyekê vîna siyasî ya ku gelê Kurdistanê bi vîna azad û pêşengiyê derxistiye holê nas nake û ji bo çareseriyê pêngavên berçav naavêje, li aliyeke din jî li hemberî gerîlayên hêzên parastina rewa yên gelê Kurd, di qada legal-siyasî de jî operasyonên qirkirina siyasî pêş dixe, bi vî awayî êrîşeke ji ya serdema 12’ê Îlonê wêdetir pêk tîne.”

KCK’ê tecrîda li ser Ocalan şiband sîstema Gauntonamoyê û diyar kir ku operasyonên siyasî û leşkerî bênavber berdewam dikin, rewşembîr, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, parêzvanên mirovan weke dîl hatine girtin. KCK’ê diyar kir ku piştî Komkujiya Roboskiyê, li hemberî girtiyên Kurd li Rihayê komkujî pêk anîne.

MITÎNG BÛYE SEDEMA TIRSA AKP’Ê

KCK’ê got; “Li hemberî hemû van êrîşan KCD û BDP’ê xwestine di 14’ê Tîrmehê de bersivê dibe van êrîşan. Ev mafê herî rewa û demokratîk ê gelê Kurd û siyaseta wê ye.” KCK’ê destnîşan kir ku mitîng ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatiye qedexekirin û got; “Helwesta siyaseta Kurdan a li hemberî vê zîhniyeta ku dixwaze riya siyasetê li pêşiya gelê Kurd bigire, pir watedar e.” û wiha domand; “Amadekarî û biryardariya gelê me ya ji bo mitînga 14’ê Tîrmehê û coşa mezin a gelê me ji bo AKP’ê bûye sedema tirsek mezin û ev yek jî dê di heman demê de ji bo komploya navneteweyî jî bibe bersivek herî xurt.”

“RÊBERÊ AZAD, KURDISTANA AZAD

KCK’ê wiha berdewam kir; “Rojiya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi Hayrî û Kemaltiyê, bi Alî û Akîftiyê ji mêtîngeriya Tirk re êdî bes e hatiye gotin” û diyar kir; “Li hemberî hemû êrşên şerê taybet ên mêtîngeriyê, gelê Kurdistanê, siyasetmedarên wî, hunermendên wî, kedkar, jin, cwiwan û gerîlayên wî yên azadiyê, dostên wî bi temaî li derdora Rêber Apo dest dane destê hev. Ji ber ku azadiya Rêber Apo, pêşketina çareseriya aşitiyane ye: Ji ber vê jî gelê me dibêje “Rêberê Azad, Kurdistana Azad”. Ji bo vê jî ji hemû cure zilm û mêtîngeriyê re dibêje “Êdî Bes e.”

DIVÊ BI RUHÊ NEWROZÊ LI QADA ÎSTARYONÊ BIN

KCK’ê got; “Di serî de gelê hamedê û hemû gelê me, çawa ku li hemberî qedexeya hikûmeta AKP’ê ya li ser Newrozê, Newroza herî bi heybet û dîrokî li kolan û şeqamên Amedê têkoşiya û pîroz kir, divê heman ruh û biryardariyê hemû astengî werin derbaskirin û xwe bigihinînin Qada Îstasyonê.”

KCK’ê wiha berdewam kir; “14’ê Tîrmehê Roja Rûmet û Berxwedana Neteweyî ye, û di heman demê de roja îlankirina Xweseriya Demokratîk a ji aliyê gelê me ve ye. Divê 14’ê Tîrmeha 2012 ango, 30’emîn salvegera 14’ê Tîrmehê bibe roja mîsogerbûna azadiya Rêber Apo. Roj ew roj e ku em ji her demê zêdetir ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya welatê xwe li ser lingan bin û xwedî li berpirsyartiyên xwe derbikevin .

DESTPÊKA DAWÎBÛNA FAŞÎZMA KESK E

Tu hêz nikare li pêşiya ruhê berxwedana di hucreyên qasî gorran ên a ji aliyê Kemalan, Hayriyan, Akîfan û Alîyan ve hat destpêkirin, û niha bûye serhildana gelê Kurdistanê û parçebûna sîstema mêtînger a li Kurdistanê û Îmraliyê bigire. Çalakiya dîrokî ya 14’ê Tîrmeha 1982’yê, bûye destpêka bidawîkirina rejîma faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê. Sihemîn salvegera ruh û zanebûna 14’ê Tîrmehê dê bibe faşîzma kesk a ku Fethullah Gulen û AKP nunertiya wê dike.

Di serî de em bang li hemû gelê me yê li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, hemû gelê me yê li metropolan û derveyê welat dijîn, hemû hêzên demokratîk, li hemberî hemû êrîşên rejîma AKP’ê bi biryardarî û ruhê berxwedanê yê çalakgerên leheng ên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmêhê beşsarî Mitînga Amedê bibin.

Ev çalakiya mezin a di 30’emîn salvegera 14’ê Tîrmehê de, dê di serî de bibe bersiva herî baş ji bo berxwendêrên 14’ê Tîrmehê, hemû şehîdên me yên ezîz, rêxistkirina Xweseriya Demokratîk a ku ji aliyê gelê me ve hat îlankirin, berxwedana avakirian konfederalîzma demokratîk û bi perspekftîfa şerê gel şoreşgerî û dê bibe roja xurtkirina têkoşînê.”