KCD û pêkhateyên wê: Berpirsyarên komkujiyê AKP ye
Ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û pêkhateyên wê ve têkildarî komkujiya li Pirsûsê daxuyaniyek hat dayîn. KCD û pêkhateyên wê diyar kirin ku AKP ji komkujiyê berpirsyar e.
Ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û pêkhateyên wê ve têkildarî komkujiya li Pirsûsê daxuyaniyek hat dayîn. KCD û pêkhateyên wê diyar kirin ku AKP ji komkujiyê berpirsyar e.
KCD û pêkhateyên wê bal kişand ku ji Komkujiya Pirsûsê AKP berpirsyar e û banga piştevaniyê li gelên cîhanê kir.
Kongreya Civaka Demokratîk û pêkhateyên wê têkildarî Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gor agahiyên destpêkê tê gotin ku êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ’a barbar a tecawizkar ve hatiye kirin û wiha hat gotin:
“20’ê Tîrmehê li Pirsûsê ji bo sêyemîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û ji nû ve avakirina Kobanê, li hember ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst êrîşeke hovane pêk hat.
Di bûyera ku bû sedema qetilkirina 30 ciwanan û birîndarbûna ji sedî zêdetir welatiyên me, Ji aliyê rayedarên hikûmetê ve wek kesên ku bombe di xwe de teqandine hate ragihandin. Di nûçeyên destpêkê yên ku gihîşt raya giştî, ev êrîş ji hêla çeteyên tecawizkar û hov, DAIŞ’ê ve pêk hatiye.
Aşkera ye ku ev êrîşa wehş û dermirovahiyê rasterast Şoreşa Rojava a bi dest û keda gelê Kurd û dostên wan li Kobanê bi berxwedaneke bêhempa bi serketinê tacîdar bûye û ji aliyê hemû gelên Tirkiye , Rojhilata Navîn û cihanê ve hatiye qebûlkirin, hedef girtiye.
Çeteyên tecawîzkar û wehş êrîşên xwe, yên plankirî û organîzekirî bi ser ruhê enternasyonalîst a ku bi serketina gelê Kurd li ser esasê azadî û wekheviyê damezirandiye , didomînin.
Ev êrîş berê jî li hember avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan ên li Edene, Mêrsînê û di Mîtînga Hilbijartinê ya Amedê de, li Kobanê û niha jî li Pirsûsê pêk hatin.
Di rûdana van êrîşên li Edene, Mêrsîn û Amedê de Hikûmeta AKP’ê ya ku dewletê bi rê ve dibe, ji aliyê ewlehiyê ve ti tiştek nekiriye û tenê bi şermezarkirinê maye.
Helwseta hikûmeta AKP’ê ya li hember DAIŞ’ê ji aliyê her kesî ve tê zanîn.Çeteyên DAIŞ’ê li ber çavên hemû cihanê dest û milê xwe bi rihetî ba dikin û dikevin Rojava û Tirkiyeyê. Çeteyên birîndar li nexweşxaneyên Tirkiyeyê tên dermankirin, her wiha wêneyên bi leşkerên Tirk re di çapemeniyê de hatin weşandin. Her wekî din TIR’ên MİT’ê
Li hember helwesta hikûmeta AKP yên musamahakar Amerîka û Yekîtiya Ewropa li Tirkiyeyê Hişyar kiriye û xwestine ku helwesta xwe zelal bike, ewlehiya sînoran bigire. Lê mixabin ev hişyarî û nerazîbûna cîvakê Tirkiyeyê feyde nedaye.
Cîvanên ku hatin qetilkirin, bi daxuyaniyeke aşkera kirin ku di navbera 19-24’ê Tîrmehê de dê li Kobanê bibin û di nava kar û xebatên ji nû ve avakirinê de cih bigirin. Lê 19’ê Tîrmehê li Pirsusê ji aliyê Qeymeqamê navçeyê destûr nehat dayin. Ciwanaji neçarî li Pirsûsê dimînin û 20’ê Tîrmehê wexta ku rewşa xwe bi daxuyaniyeke ji raya giştî re parve dikin rastî êrîşê hovane dimînin. Ev erîş mirovên dixe nava fikaran.
Li gel ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tê zanîn wê ji aliyê DAIŞ’ê ve êrîşên hovanê bên kirin jî, ji aliyê hikûmetê ve tedbîrên pêwîst nehatine girtin û ev xemsariya hikûmetê rê li ber Komkujiya Pirsûsê vekiriye. Ji ber vê, berpirsiyariya vê komkujiyê jî li ser milê hikûmetê ye.
Her wiha di vê pêvajoya ku gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo muzakereyan di nava hêvî û bendewariyeke mezin de ne, pêkanîn û tecrîda li ser Birêz Ocalan, pêkanînên tedbîrên ewlehiyê yên wekî yên Rewşa Awarte û binçavkirin û girtinên komî yên der barê endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl de û her wiha êrîşên bombeyî yên ku ji dema hilbijartinên 7’ê Hezîranê heta vê demê yên ku ji aliyê hêzên kontra ve hatine kirin û hikûmetê jî ji van êrîşan re çavên xwe girtine û heta niha der barê van kesên tarî de ti doz nedane destpêkirin. Em vê rewşê bi tundî şermezar dikin.
Divê were zanîn ku êrîşên li hemberî gelên Kurdistanî û gelên herêmê hatine kirin, li hemberî mirovahiyê hatine kirin. Em ê weke KCD û hemû sazîyên sivîl û partiyên siyasî ku temsîla gelê Kurd û Kurdistanî dikin, bêdeng nemînin û têkoşîn û berxwedanê bilindtir û xurtir bikin.
Em vê êrîşa hovanê ya ku li hemberî vîn û berxwedan gelan pêk hatiye şermezar dikin û bang li hemû aştîxwaz û demokratan dikin ku li hember vê êrîşa hovanê bêdeng nemînin.
SAZÎ DEZGEHÊN ÎMZEYÊN WAN HENE
"KONGREYA CİVAKA DEMOKRATÎK
RÊXISTINA DBP’Ê YA AMEDÊ
RÊXISTINA HDP’Ê YA AMEDÊ
ODEYA BAZIRGANÎ Û SANATIYÊ YA AMEDÊ
ODEYA TABÎBAN A AMEDÊ
BAROYA AMEDÊ
KOMELEYA HIQÛQNASÊN MEZOPOTAMYA
ŞAXA KOMELEYA MAFÊ MIROVAN A AMEDÊ
NÛNERTIYA HERÊMÊ YA KOMELEYA MAFÊ MIROVAN
DOGUNSÎFED
BORSAYA BAZIRGANIYÊ YA AMEDÊ
DEM- GEÇ
DESOB
Komeleya Karsazên Jin a Amedê (DîKAD)
Komeleya Karsazên Sanayî û Tekstîlê ya Başurêrojhilat (GUNTÎAD)
Komeleya Karsazên Organîze Sanayî ya Amedê (DOSÎAD)
Komeleya Mermervan û Madenvanan a Amedê (DMD)*
DOGUNKAD
KOMELEYA KARSAZ Û SANAYÎVANAN A AMEDÊ (DÎSÎAD)
DÎKAD
MUSÎAD
OSGÎAD
KOMELEYA KARSAZ Û SANAYÎVANAN A BAŞÛRÊROJHILAT (GUNSÎAD)
GUNGÎAD
Komeleya Karsazên Sanayîvan ûTekstîlvan a Başûrêrojhilat (GUNTÎAD)
Komeleya Karsazên Paqijiyê û Civakî (TES-DER)
TMMOB
Odeya Mîmaran
Odeya Muhendîsên Înşaatan
Odeya MUhendîsên Elektrîkê
Odeya Muhendîsên Jeo.
Deya Muhendîsên Makîne
Odeya Muhendîsên Xerîta
Odeya Dermansazan
Odeya Hekîmên Veterîner
Odeya Hekîmên Diranan
Odeya Muhendîsên Madenê
KOORDÎNASYONA KESK A AMEDÊ
Tes-Îş Şaxa Hejmar 1
Tes-Îş Şaxa Hejmar 2
Belediye Îş
Nûnertiya Herêmê ya DÎSK-Genel Îş
Şaxa GENEL ÎŞ ŞAXA HEJMAR 2
Şaxa Genel Îş ŞAXA HEJMAR 1
KOMELEYA PIŞTEVANIYÊ YA WELATIYÊN WEKHEV Û AZAD A 5 NÎSAN
SENDÎKAYA KEDKARÊN BURO (BES)
BUŞAK-DER
NAVENDA ÇANDÊ YA DÎCLE FIRAT
KOMELEYA ASTENGDARÊN ÇAVAN A DÎCLE
KOMELEYA ALÎKARÎ Û PIŞTEVANIYÊ YA ALIMAN (DÎAY-DER)
NÛNERTIYA HERÊMÊ YA DÎSK
SENDÎKAYA KEDKARÊN DIYANET Û WEQFÊ (DÎVES)
DIYAR GOÇ-DER
DIYAR TUHAD-DER
EGÎTÎM SEN
ODEYA MUHENDÎSÊN ELEKTRÎK
AKADEMIYA KEDÊ
SENDÎKAYA KEDKARÊN ENERJÎ SANAYÎ Û MADENÊ (ESM)
EPÎDEM
KOMELEYA PIŞTEVANIYÊ YA WELATIYÊN WEKHEV Û AZAD
KOMELEYA ASTENGDARAN A GAPÊ
KOMELEYA PIŞTEVANIYÊ YA WELATIYÊN WEKHEV Û AZAD
ŞAXA HEJMAR 1 A GENEL-ÎŞ
ŞAXA HEJMAR 2 A GENEL ÎŞ
KURDÎ-DER
KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD
KURT-PEN
MEYA-DER
CEMIYETA ROJNAMEVANÊN AZAD
KOMELEYA PÎR SULTAN ABDAL
SENDÎKAYA KEDKARÊN TENDURISTIYÊ (SES)
KOMELEYA PÊŞKETINÊ YA TÊKOŞÎNA LI HEMBER XIZANIYÊ A SARMAŞIK
KOMELEYA PIŞTEVANIYÊ YA WELATITÊN WEKHEV Û AZAD A SELAHATTÎN EYYUBÎ
SELÎS
ODEYA PLANSAZÊN BAJÊR
KOMELEYA PIŞTEVANIYÊ YA WELATIYÊN WEKHEV Û AZAD A ŞEHÎTLÎK
KOMELEYA PIŞTEVANIYÊ YA WELATIYÊN WEKHEV Û AZAD A ŞEYHŞAMÎL
TARIM ORKAM SEN
SENDÎKAYA TEK-GIDA ÎŞ
TUHAD-FED
TUM BEL-SEN
HEWLDANA AŞTIYÊ YA AMEDÊ YA MECLÎSA AŞTIYÊ YA TIRKIYE
WEQFA MAFÊ MIROVAN A TIRKIYE (TÎHV)
TZP KURDÎ
ODEYA HEKÎMÊN VETERÎNER
DAYIKÊN AŞTIYÊ
DÎTAM
CEREN JIN
DÎKASUM
KOMELEYA SARMAŞIK
KOMELEYA 78'AN
KONGREYA JINÊN AZAD
ESP
EMEP
OSP
DDKD
TEVGERA AZADÎ
MAPER
KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK
MEYA-DER
KOOPERATÎFA JINAN A BAGLAR
TUHAD-DER
KOMELEYA ROJAVA."