BDP û KCD’ê piştî walîtiya Amedê destûr neda Mîtînga 14 tîrmehê ya li Qada Îstasyonê dê bihara kirin, daxuyaniyek hevpar da. Hevserokê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş di civînê de axivî û got ev saleke li Amedê walîtî destûrê nade mîtîngan û wiha got: “Ez nêzîkatiya AKP’ê ye. Çi bibe bila bibe em dê Ocalan biparêzin. Ev 13 sale di huncreyeke beton deye. Îşkence lê rêberê Gelekî tê kirin. Ev sûce. Ev bêehlaqiye. Dewlet bê ahlaq tevdigere. Daxwaza azadiya Birêz Ocalan hem rewaye û hem jî qanûniye.
Demîrtaş di civîna çapemeniyê ya ku ji aliyê gelek rojnamegeran ve hate şopandin ve destnîşan kir ku piştî xebatên hilbijartinê di serî de li Amedê û hemû bajartên Tirkiyeyê walîtî destûrê nadin mîtîngên partiya wan.
Demîrtaş ev biryara qedexekirinê nirxand û wiha got: “ Di esasa xwe de ji bilî biryara walî an qeymeqam ev biryara AKP û dewletê ye. Dixwazin li Qadan çavên BDP’ê venekin. Dixwazin dengê gelê kurd û daxwazên gelê kurd li cîhanê deng nede. Em polîtîkay bi îşkence û girtinan a dewletê re rû bi rûne. Ev saleke ji aliyê walîtiyê ve destûr ji bo mîtîngê nayê dayîn. Niha jî der barê mîtînga 14’ê tîrmehê de nêzîkatiya AKP’ê heye. Der barê pêknehatina vê mîtîngê de biryrarek heye.”
PÊKANÎN SÛCE , BÊ EHLAQI YE
Demîrtaş balkişand ser tercrîda li ser Ocalan û wiha got: “Ger tecrîd bidome, azadiya wî pêk neyê çareserî pêk nayê. Lêgerîna çareseriyê ya bê Ocalan ne mumkune. Ji ber vê me yê mîtîngek pêk bianiya. Hê jî mîsyona vê mîtîngê heye. Pozîsyoneke wê ya ku piştgiriyê bide siyasetê heye. Nêzîkatiya dewletê ya li dijî vê mîtînê nêzîkatiya wan ya li hemberî çareseriyê jî derdixe holê. Hê jî azadiya Ocalan bi fikarin. Ev jî diyar dike ku çareseriyê naxwazin. Kesê aştiyê bixwaze dê ji bo azadiya aktorê sereke jî berpirsyariyê bigire ser xwe. Ne suce ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azadî bê xwestin. Ev 13 sale di hucreyek beton deye. Îşkece lê tê kirin. Ev sûce, bê ehleqiye. Dewlet bê ehleq tevdigere. Daxwaza azadiya Ocalan rewaye. Gelê me dê ji bir şûnde bi biyartir azadiya Ocalan biparêze. Heta azadî pêk neyêm paşve gavê navêjin.”
'JI ÎMRALIYÊ NE TÊBINIYEK Û NE JÎ HEVDÎTINEK HEYE'
Demîrtaş îdîayên wekî Ocalan ji bo Parlementera Amedê Leyla Zanayê têbiniyek rêkiriye nirxandin û wiha got; "Nemaze di van rojan de gotinên wekî ji Îmraliyê têbinî hatiye, li Îmraliyê hin hevdîtin pêk tên tên belavkirin. Ji Îmraliyê ne têbiniyek û ne jî hevdîtinek heye. Ne jî hevdîtina dewletê heye. Li Îmraliyê îşkenceya herdemî heye. Gelê me jî li hemberî vê helwestê dê bertekên xwe nîşan bide. Hedefa me ya yekemîn pêşîlêvekirina pêvajoyê ye.
'LI HOLÊ DER-ZAGONÎTÎ HEBE XEBATÊN DEWLETÊ BIXWE NE'
Demîrtaş bibîr xist ku komîteya amadekar serlêdana fermî kirine û wiha axivî: "Bersiva vê serlêdanê nayê qebulkirin. Di daxuyaniya walîtiyê de wekî ku avasaziyên îllegal nehe hatiye nîşandan. Hewl didin ku gel bera hev bidin. Lewma heke der-zagonîtiyek hebe ew jî xebatên dewletê bixwe ne. Em wê uslubê dîsa îadeyî wan dikin. Zihniyeteke îllegal hebe ew jî zihniyeta we ya reş e. di bin navê cemeetê de tax bi tax hûn çeteyan birêxistin dikin. Yên bi awayeke veşartî xwe birêxistin dikin hûn in. Her tişteke me alenî ye. Hemû karûbarên em dikin li ber çavan e. Tu xebata we bi demokrasiyê re eleqeye xwe nîn e. Me li vî bajarî ji sedî 65 deng girtin. Lewma daxuyaniya wekî wê rojê dernekevin kolanan bi demokrasiyê ve tu eleqeya xwe nîn e."
'EM TEVGER Û GELEKÎ LI HEMBERÎ GEFAN PAŞVE GAV BAVÊJIN NÎNIN'
Demîrtaş, diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ji bo pêkanîna provakasyonê ye û wiha got: "Kî provakator e di Newroz û bernameyên me yên din de derket holê. Em tevger û gelekî li hemberî provakasyon û gefên wisa paşve gav bavêjin nîn in. Emê heta dawiyê mafên xwe yên demokratîk bikar bînin. Divê gelê me jî bêhiqûqiyeke wisa qebûl neke. Emê di 14'yê Tîrmehê de li Qada Îstasyonê mitînga xwe lidar bixin. Em li vir banga tevlîbûna mitîngê li hemû gelê xwe dikin. Divê demildest walîtî biryara xwe sererast bike û paşve bikişîne. Divê gelê me li her derê bi tevgera li vîna xwe xwedî derbikev tev bigere. Dibe ku wesayî bên rawestandin, rê bên girtin û ji wesayîtan derketin bê astengkirin. Pêdivî pê hebe bi meşên girseyî emê li Qada Îstasyonê bigihîjin hev. Gelek çawa dildarê azadiyê ye divê bi rihê 14'yê Tîrmehê bê nîşandan. Rêberê gelekî di bin îşkence û tecrîdê de be çareserî pêk nayê dê wê rojê bê nîşandan. Ji bilî vê yekê tu riyên din tune ne. Bi gef û tirsê tu çareserî pêk nayên. Amadekariyên me yên 14'ê Tîrmehê bênavber dê berdewam bikin. Divê êdî dewlet dest ji xwe li hevkişandina BDP'ê û KCD'ê berde. Divê pêşiya hemû çalakiyên ji bo azadiya Birêz Ocalan tên kirin bê berdan. Em ji bo çareseriya demokratîk û pêşiya muzakerayan bê vekirin bi milyonan daxwaz azadiya Birêz Ocalan dikin. Divê ev yekê ji aliyê dewlet û AKP'ê ve baş bê fêmkirin. Em di pêvajoya çareseriyê de ne."
'XWESERIYA DEMOKRATÎK NEREWA Û DIJZAGONÎ NÎNE'
Demîrtaş, pirsên rojnamegeran ên têkildarî qedexeyê de jî bersivandin û wiha axivî: "Walîtiyê li gorî xwe gelek hincet nîşan dan, lê yek ji van rast nîn e." Demîrtaş, da zanîn ku ji ber meha Remezanê nêzîk bû wan xwest ku mitîngê lidar bixin û wiha pê de çû: "14'ê tîrmehê di heman demê de salvegera îlana Xweseriya Demoratîk e. Raste lê Xweseriya Demokratîk nerewa û dijzagonî nin e. Walîtiyê hincetekî wisa nîşanda ev yek bê exlaqî ye. Parastin û îlankirin jî dijzagonî nîn e. Bi bûyera Farqînê ve girêda lê her roj li vî welatî mirov dimirin. Walîtî dikare her roj hincetekê peyda bike. Em ji bo êdî tu kes nemire mitîngê çêdikin lê hincetên walîtiyê nayên qebûlkirin." Demîrtaş, da zanîn ku wan bi wezîran re hevdîtin pêk anî lê hêj li wan nevegeriyan e."