Şandeya ji KCD û BDP'ê çûn serdana şîna dayîka Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Nuriye Kesbîr (Sozdar Avesta) Hezo Kesbîr.
Serdanên şîna dayîka Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Nuriye Kesbîr (Sozdar Avesta) Hazo Kesbîr a ku di 4'ê hezîranê de li bajarê Celle yê Elmanayê jiyana xwe ji dest da berdewam dikin.
Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu, Şaredara Lîceyê Fîkriye Aytîn, Wekîla Şaredarê Êlihê Ayşe Agilgat, endamên Dayîkên Aştiyê, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek welatiyan li gundê Hemduna yê navçeya Qubînê ya Êlihê konê sersaxiyê ziyaret kirin.
Endamên malbata Kesbîr kesên welatî pêşwazî kirin. Piştî girse derbasî konê sersaxiyê bû Endama Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Havva Kiran axivî û sersaxî li malbatê da û wiha got: "Ev dayîkekî wisa bû zaroka mezin kir bersîva herî mezin e. Em êşên we re parve dikin û em soza didin ku em ê li ser rêça wan bimeşin.”