KCD:Sebra gelê me nema; li hember zilmê deng bidin

KCD’ê li hember konsepta şer a AKP’ê bangawaziya “ li hember zilmê deng bidin; nerazîbûnên birêxistinî xwedî girîngiya jiyanî ne” kir.

KCD’ê li hember konsepta şer a AKP’ê bangawaziya “ li hember zilmê deng bidin; nerazîbûnên birêxistinî xwedî girîngiya jiyanî ne” kir. 

Di daxuyniya nivîskî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de wiha hat gotin: “Piştî 7 Hezîranê pêvajoya diyalog û muzakereyê hate bidawîkirin, şerê topyekûn ê ku li hember gelê me hatiye îlankirin 6 meh li pey xwe hişt. Gelê me konsepta şerêkî nû ya pêkanînên salên 90’î jî derbas dike, sûcên mezin ên mirovatiyê, cînayetên ‘kiryar nediyar’, bomberdûmanên navenda bajaran, her roj bêyî bibêjin jin, pîr, ciwan, zarok bi dehan mirovên me yên sivîl tên qetilkirin, li hember siyasetmedarên Kurd û saziyan binçavkirin û girtinên zêde pêk tên re rû bi rû hatiye hiştin.” 

DİXWAZİN GELÊ ME MEHKÛMÎ TARÎTİYÊ, BİRÇÎBÛYİNÊ Û BÊAVBÛYİNÊ BİKİN’

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “daxwaza gelê me ya herî demokratîk û mafdar a xwe bi xwe bi rê ve birinê, bi binpêkirina mafên hiqûqa navnetewî, tê xwestin ku bi êrîşên şîddeta polîsan bê pelçiqandin” û wiha berdewam dike:“Daxwazên gelê me yên rewa û demokratîk û di vê oxirê de têkoşîna dide bi temamî tê krimînalîzekirin, terora dewletê ji bo tevahî dînamîkên civakê bipelçiqîne û tasfiye bike xistine nav tevgerê.

Wek em careke din bi qetilkirina Serokê Baroya Amed’ê Tahîr Elçî jiyan, rewşenbirên me yên tekoşîna demokratîk a gelê Kurdistanê diparêzin, rêberên me û saziyên me ji aliyê rêveberên dewletê ve di çapemeniyan de bi kampanyayê lînçkirinê re rû bi rû dimînin û hedef tên nîşandan.” 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 6 mehên dawî de li 17 navçeyan qedexeyên kolanan yên 117 rojan berdewam kiriye hatine îlankirin û dorpeçên bajaran pêk hatine, wiha hate gotin: “Bi qutkirina şebekeyên av û elektrîkê, bi astengkirina xurekan, xwestin gelê me mehkûmî tarîtiyê, birçîbûnê û bêavbûnê bikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:“Di kolan û ceddeyên Kurdistanê de ‘Tîmên Esadûllah û komên JİTEM’ê tûran davêjin, terorê li hember gelê me dimeşînin, kuştinan pêk tînin, ewlehiya canê mirov ji holê radikin.” Wiha didome:

‘DİVÊ HERKES NERAZÎBÛNÊN XWE NÎŞAN BİDE’

“ Nuqteya em hatinê êdî nuqteya dawiya sebra gelê me ye. Li hember vê zilm, êrîşan, qetlîaman, divê hemû gelê me, hêzên demokrasiyê û kesên ku dibêjin em mirovin nerazîbûnên xwe yên meşrû bi awayekî rêxistinkirî nîşan bidin. Di rojek wiha dîrokî de cihgirtina hêzên demokrasiyê li cem gelê me, li hember gelê me û ji bo vala derxistina êrîşên li hember destketiyên demokratîk wê bibe sedema welatekî azad, demokratîk, wekhev û garantiya vegerandina pêvajoya çareseriyê”

Rastiyek heye ku em di pêvajoyek zor re derbas dibin. Wek paşerojê, di vê pêvajoyê de hêza ku van zehmetiyan têk bibe ya yekane îrade, refleksên xurt, hişyarî, potansiyel û yekîtiya rêxistinî xistina nav tevgerê ya qabiliyeta gelê me ye.
Li ser vî esasî ji bo têkoşîna me ya demokrasiyê bi ser bikeve li hember her cure qedexeya kolanan, dorpêçên bajaran û her cure binpêkirina mafan bertekên çalakiyên rewa-demokratîk û li hember aktîviteyan hişyarî, bi tevlîbûnê hêz dayîn xwedî girîngiyek jiyanî ye.”

‘Lİ DİJÎ ZİLMÊ BİLA HER KES DENG BİDE’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Banga me ew e ku divê gelê me, kesên demokratîk, saziyên civakî yên sivîl, civaka navneteweyî û hemû kesên ku ji xwe re dibêje ez mirov im li dijî zilma ku em dijîn deng bide, helwest û bertekên xwe nîşan bide.”