KCD: Ne Demokrasiya pêşketî ye, Neo- Faşîzme!

KCD: Ne Demokrasiya pêşketî ye, Neo- Faşîzme!

Dîvana serokatiya KCD’ê xwest ku kesên din ava du rojên dawî de hatine binaçvkirin serbest bên berdan û bal kişand ser kuştina Ozgur Taşar ku bi guleya polîsan hate kuştin û got “ bila serê vê cînayetê jî weke yên din neyê veşartin.”

Dîwana KCD’ê der barê operasyonên demên dawî de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hte gotin ku operasyonên siyasî û leşkerî bê navber didome û wiha hate gotin: “Zarokên kurd tên qetilkirin, girtîgeh tije dibin. Ji van operayonan re jî dibêjin Demokrasiya pêşketî. Ger ku navek li vê yekê bê kirin ev jî Faşîzm an jî neo-faşîzme.

Di daxuyaniyê de operyonên demên dawî hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: “Di 6’ê hezîranê de di serî de li Enqerereyê Û gelek bajarên din bi dehan xwendekar hatin hedef girtin û 90 kes hatin binçavkirin. Li Geverê di merasîma cenazeya Cengîz Ozek ê HPG’yî de Ozgur Taşar (17) hate qetilkirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku îro jî navenda operayonê Wan bû û daxuayniyê wiha berdewam kir: “Di serî de şaredarê Wanê Bekîr Kaya û gelek kes bi operasyonên qirkirina siyasî hatin binçavkirin. Bi van operasyonan encam nayê girtin. Çareserî pêk nayê. Wekê her kes vê dizane, AKP jÎ baş dizane. Ruyê AKP’ê yê ku dibêje ez bi BDP’ê re muzakereyê dikim carek din derket holê.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hte gotin: “Ev operayonenek siyasî dawiya AKP’ê nêz dike. Em van operasyona şermezar dikin. Divê kesên hatine hilbijartin û xwendekerên tibê serbest bên brdan. Her wiha divê cînayeta Ozgur Taşar jî ronî bibe.weke yên din divê serê wê neyê girtin. Ev polîtîkayên ku îflas kirine dê nekarbibe gelê kurd ji têkoşî wana azadiyê dûr bixe.”