KCD, ji 7 heta 7 salî banga berxwedanê kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), der barê komkujiya AKP'ê li Cizîrê kiriye de, daxuyaniyek weşand.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), der barê komkujiya AKP'ê li Cizîrê kiriye de, daxuyaniyek weşand.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), der barê komkujiya AKP'ê li Cizîrê kiriye de, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Hikûmeta AKP'ê di bin navê 'têkoşîna li hemberî terorê' de, ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve nêzî 50 kes ku piraniya wan zarok,, extiyar, jin sivîl in, bêyî li gorî hiqûqa şer tevbigere qetil kiriye û hînê jî qetil dike. Ev komkujî li pêş çavên cîhanê tê kirin, lê cîhan bêdeng e."
KCD bal kişand ser wehşeta AKP'ê li Cizîrê kiriye û hînê jî dike.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li jêrzemînekê, di şexsê hevalên me de agir bi mirovahiyê xistine. Dewletê polîtîkaya xwe ya qirkirinê careke din li Cizîrê nîşan daye. Bêdengiya li pêşberî Cizîr û Sûrê, tê wateya destûrdayîna ji komkujiyên mezintir."
KCD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Li ser vê bingehê, em bang li her ferdekî ji têkoşîna azadiyê ya Kurd bawer dike, bang li sazî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, komên ji baweriyên cuda yên destekê didin têkoşîna azadiyê, bang li her kesên ji 7 heta 70 salî dikin ku komkujiyê şermezar bikin û nerazîbûnê nîşan bidin."