KCD: Em hovîtiya li Rihayê şermezar dikin

KCD: Em hovîtiya li Rihayê şermezar dikin

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk, têkildarî komkujiya li Rihayê ku 13 girtî hatin qetilkirin daxuyanî da û diyar kir ku, ev hovîtî ye û hovîtiyê şermezar dikin. Tûglûk, bang li hemû raya giştî kir û xwest li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemînin.

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, derbarê komkujiya duh li Rihayê pêk hat û bû sedema kuştina 13 girtiyan û 5 birîndaran daxuyanî da. Tûglûk, da zanîn ku li koxişa C-15'an 13 girtî hatine qetilkirin û wiha got: "Em vê hovîtiyê şermezar dikin. Ev ne bûyerek ji rêzê ye. Ev komkujî ye. Berpirsiyarê vê komkujiyê Hikûmeta AKP'ê ye. Ger ku li welatekî din tiştekî wisa pêk bihata hikûmtê dê îstîfa bikira. Lê li Tirkiyeyê kesên komkujiyan pêk tînin tên xelatkirin. Di dîroka komarê de komkujiya li girtîgehan heye. Em bang li hemû raya giştî dikin û dixwazin li hemberî vê yekê bêdeng neminin. Em dixwazin her kes ji vê yekê re bêje bese." Tûglûk xwest her kes hesap ji vê yekê bipirse.

Tûglûk, da zanîn ku dê wekî KCD'ê biçin Rihayê û lêkolînê bikin.