KCD: Em dixwazin Serokwezîr samîmî tev bigere

KCD: Em dixwazin Serokwezîr samîmî tev bigere

Endamê Koordînasyona KCD'ê Demîr Çelîk, derbarê geşedanên dawî yên siyasî de li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Çelîk, bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ên “Diyaloga bi BDP'ê re" û wiha got: "Em bagn li Erdogan dikin ku samîmî û durist tev bigere. PKK û BDP perçeyekî pirsgirêkê ye. Ji hev nayê cudakirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi boneya li ser geşedan û bûyerên dawî, niqaşên li ser operasyon û Roboskiyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan raweste li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîna KCD'ê de Endame Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Demîr Çelik, û gelek kesên din amade bûn. Çelîk, di civînê de axivî û li ser operasyonên leşkerî û siyasî yên ku her diçe zêde dibe rawestiya. Çelîk, da zanîn ku ev operasyon bêtir pirsgirêkê sor dikin û çareseriyê dixetimînin. Çelik, bilêv kir ku li Qeyseriyî Mûş Dêrsim û gelek cihên din her ku diçe operasyonên leşkerî zêde dibin û ev yek dibe sedema kuştinan. Hikûmetê li dijî kurdan şerekî komî daye destpêkirin.

Erdogan beriyaku bê desthilatdariyê gotibû 'Ger ku ez îxtîdar bûma min dê Ocalan bi darve bikira. Li gel vê yekê Birêz Abdullah Ocalan di 12'ê hezîrana 2011'an de bi heyetê re hevdîtin pêk anîn û ji bo hin protokolan îmze bike hin gav avêtin. Di van hevdîtinan de gihiştin li hevhatina Konseya Aştiyê û Konseya Makeqanûnê ava bikin. Lê pişti hilbijartin di 14'ê Tîrmeha 2011’an de ev gavên ku ji bo Komîsyona Lêgerîna Heqiqetê bê avakirin, hate astengkirin. Ji sala 2009’an heta niha operasyonên siyasî û leşkerî bê navber berdewam dikin.

Hin hewldanên ku li pêş siyaseta kurd dibin asteng hene. Hin kesên ku dixwazin hemû gelê kurd wekî tawanbar nîşan bidin hene. Piştî 14'ê Tîrmeha 2011’an dixwazin li ser hemû BDP, HPG, KCK, PKK'ê ji 7 heta 70 salî li ser hemû kurdan zextan ava bikin. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe û didome.

Çelîk, bal kişand ser daxuyaniya Erdogan ên 'Muzakere û diyalogê' û wiha berdewam kir: "Ger ku Brêz Erdogan samîmî û ji dil be, divê berî her tiştî tecrîda li ser Brêz Abdullah Ocalan bi dawî bikin. Divê pêvajoya diyalog û muzakereyan dest pê bike. Divê pirsgirêka kurd bi rêbazên rast bê çareserkirin. Divê dewlet xwe ji feraseta 1990'an rizgar bike."

'KOMKUJIYA ROBOSKIYÊ SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE'

Çelîk, da zanîn ku 150 roj di ser komkujiya li Roboskiyêku 34 welatiyên sivîl ya ji aliyê balafirên şer yên tirk ve hatin qetlkirin re derbas bû, lê hêj bûyer ronî nebûye û hesap nehatiye pirsîn. Çelîk, bilêv kir ku ev sûcê mirovahiyê ye û wiha axivî: "Hêj polîtîkayên hikûmetê ser komkujiyê digere. Qerf û henekan pê dikin. Lê bila her kes zanibe ku Roboskî sûcê mirovahiyê ye û em dê heta dawî hesapê wê bipirsin. Dîsa hikûmet PKK'ê û BDP'ê ji hev cuda dibîne. Pirsgirêka kurd û PKK'ê cuda dibîne. Lê bila zanibe ku hemû perçeyên pirsgirêka kurd in û yek perçe ne. Ji bo çareseriyê divê tecrîda liser Ocalan bi dawî bibe û mercên Ocalan baş bibin. Divê mafê perwerdehiya ziman bê dayîn. Divê mafê statuyê bê dayîn û kurd karibin xwe bi rêxistin bikin."

Çelîk, bilêv kir ku HDK û KCD li hemberi feraseta înkar û îmhayê derdikevin û li dijî înkarêtêkoşînê dimeşînin.