KCD-E, qetilkirina Elçî şermezar kir

Hevserokatiya KCD-E, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî şermerzar kir û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, hemû alîgirên aştî, demokrasî û hiqûqê hat kirin ku li dijî faşîzma AKP'ê çalakiyên xwe yên demokratîk zêde bikin.

Hevserokatiya KCD-E, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî şermerzar kir û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, hemû alîgirên aştî, demokrasî û hiqûqê hat kirin ku li dijî faşîzma AKP'ê çalakiyên xwe yên demokratîk zêde bikin.

Hevserokatiya KCD-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku AKP'ê hedef nîşan da, çeteyan jî ew qetil kir.

Hevserokatiya KCD-E da zanîn, ku Serokê Baroya Amedê Parêzer Tahîr Elçî, dema ji bo aştî û demokrasiyê li dijî operasyonên dewletê derdiket hat qetilkirin û vê yekê jî komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê aniye bîra mirovan. Hevserokatiya KCD-E got, "Bi qetilkirina Tahîr Elçî re qetilkirina Vedat Aydin, Apê Mûsa, Mehmet Sîncar ket bîra mirovan."

Hevserokatiya KCD-E ragihand ku sazî û şexsên ji aliyê faşîzma AKP'ê ve hedef tên girtin, yan tên qetilkirin yan jî rastî operasyonên siyasî tên û got, "Faşîzma AKP'ê ya ku bi Torosên Spî gef xwar, mesaja xwe ya înfazê ya li hemberî Selahattîn Demîrtaş nîşan da, bi qetilkirina Tahîr Elçî re şênber kir. Parêzvanê wêrek ê hiqûq û mafên mirovan ê Kurdistanê Serokê Baroya Amedê Parêzer Tahîr Elçî hat qetikirin. Ev qetilkirina wî bi hêrs şermezar dikin."

Hevserokatiya KCD-E bibîr xist ku piştî gotina 'PKK ne rêxistineke terorê ye' ya Tahîr Elçî, faşîzma AKP'ê bi operasyonên psîkolojîk û polîsiye ve ew hedef nîşan daye û got, "Faşîzma AKP'ê ya ku mîrateya komkujiyên kiryar nediyar ên TC dewr girtiye û bi mehan e li Kurdistanê bi înfazan hewl dide çavê gelê Kurdistanê bitirsîne, bi qetilkirina Tahîr Elçî re dixwaze mesajê bide. Di serî de gelê me yê li Ewropayê dijî em bang li her kesên alîgirê aştî, demokrasî û hiqûqê dikin, ku li dijî faşîzma AKP'ê çalakiyên demokratîk xurt bikin."