KCD'ê ji bo Canîp Yildirim peyama sersaxiyê weşand
Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, ji ber wefata siyasetmedarê Kurd Canîp Yildirim sersaxî ji malbata wî û gelê Kurd re xwestin.
Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, ji ber wefata siyasetmedarê Kurd Canîp Yildirim sersaxî ji malbata wî û gelê Kurd re xwestin.
Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, ji bo yek ji bersûcên doza 49'an Canîp Yildirim ê duh bi şev li Enqereyê jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşandin. Di peyama Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hat gotin, "Ji ber wefata hevrêyê me Canîp Yildirim ku tevahiya emrê xwe bi meşandina têkoşîna azadî û demokrasiyê derbas kir, em ji hemû hezkirî û malbata wî re sersaxiyê dixwazin."
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Febrûniye Akyol jî ji bo Yildirim peyama sersaxiyê weşandin.