KCD'ê encamnameya komxebata ziman û tenduristiyê aşkera kir

KCD'ê encamnameya komxebata ziman û tenduristiyê aşkera kir

Komîsyona Ziman ya Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), encamnameya Komxebata Tenduristiyê ya zimanê zikmakî aşkere kir. Di encamnameyê de wiha hate gotin: "Berî her tiştî, tenduristî û xizmetên tenduristiyê heqe. Dezgeha ku herî kêm tê rexnekirine ku piyasekirina wê jî li ser pişta kedkaran tê kirin, tenduristî, divê muxelefetiya xwe hinekî din kûr bike û fireh bike. Da ku bi heq re, heqê tenduristiyê bê bidest xistin.

Komîsyona Ziman ya Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), encamnameya Komxebata Tenduristiyê di 21-22'yê Tîrmeha 2012'yan de li Êlihê pêk anî. Di civinê de parlementer, zimanzan, dixtor û sendîkavan amade bûn.

Komxebatê bexşî tîmarkerên ku di ked, azadî, demokrasî û têkoşînê de jiyana xwe jidest dane hate kirin. Di pêvajoya komxebatê de hevalên ku bi tevlîbûnên xwe yên lebatî alîkariya vê komxebatê kirine lê belê, ji ber operasyonên siyasî yên serdagirtinên KESK'ê ku niha di girtîgehê de ne, yên weke Sekreterê giştî yê SES'ê Mehmet Siddiq Akin, Di şexsê Serokê Lijneya Venerînê yê Navendî yê Giştî yê SES'ê Fîkret Çaglan de, ji hemû hevalên kedkar ku niha di girtîgehê de ne re silav hate şandin û komxebata ku du rojan dom kir, bi serenavên weke :" Zimanê Dayîkê û Tenduristî", Girîngî û Wateya Têgeha Tenduristiyê"," Hawîrdor û Tenduristî", "Dermankirin û Tenduristî" û " Xebatên Ferhenga Tenduristiyê" bi nîqaşan dom kir. Di komxebatê de, ji bo nîqaşan sivik bike, hin pêşandan û nirxandin hatin kirin û gihîştin van encaman:

Di komxebatê de kirûya tenduristiyê û girîngiya xizmeta tenduristiyê yê zimanê dayîkê, bi beşdaran re, bi mînakên ku heya niha li wan qewimîne hatine destnîşankirin û wiha hate gotin: "Divêtiya ku tenduristî ne bi tenê ji bo awayê baş yê bedenî û zêhnî, her wiha bi awayê civakî û siyasî yê ve baş bê rexnekirin, qesta ku ji bo başbûyîniya siyasî tê kirin bi awayê kes û civakî ve, bûyîna rewşa azad û xizmeta tenduristiyê ji bo herkesî bê pere û bi qelîteya gerdûnî, bi zimanê dayîkê bê dayîn hate diyar kirin.

Dayîna xizmeta tenduristiyê yê di zimanê dayîkê de, bi hêsankirina xwegihaştina tenduristiyeke pak re, dê di hêla xizmeta tenduristiyê de hêjayiyeke wê hebe hate ravekirin. Nexweşê/a ku di xwevegotinê de ji bo şîfayê bistîne, ku dema qala çîroka bûyerê dikin û navê wê jî "Anamnez"e, divê bêyî di navbera nexweş û bijîşk de werger bê kirin, rasterast bê gotin. Ji ber vê sedemê êş û skêncên nexweş divê bi zimanê nexweş bê dayîn. Dema ku xelkek, xwe di zimanê dayîkê de rave neke, dê teşhîs û tîmarkirina wan ne rast be, ji bo dermankirina rastî divê di xizmeta bi zimanê dayîkê bê dayîn hate ravekirin. Dema ku vê xizmeta ku navê wê "gelemperî" ye didin jî, zimanê Kurdî nayê hesibandin û bi vî awayî ev xizmet li ser Kurdan dibe Zilm û dimîne hate ravekirin."

BANDORA KOÇBERIYÊ YA LI SER TENDURISTIYÊ

Di berdewama encamnameyê de li ser têkiliya koçberî û tenduristiyê jî hate rawestandin û wiha hate gotin: "Ligel van mercan, geh bi awayê civakî geh jî bi awayê takekesî ji bo civakeke bi tendurist diyarkere, bi awayê ekonomiyî û hunerî rasterast bi awayekî neyînî bandorê li tenduristiya mirovî dike. Gundên ku hatine valakirin, koça bi darê zorê, derfetên sewalvanî û çandiniyê jî ji holê radike. Li metrepolan nifûsa ku robiro zêde dibe, şertên jiyana xerab, xebata kêmheqdetiyê bi xwe re tîne.

Bi taybetî li bajarên mezin, devera bidestnexistina heqdestê xwe, deverên ku teknolojiya kevin bikar tînin, ekonomiya derveyî qeydê, saetên zêde yên xebatê, devera ku tenduristî û ewlehiya karkeran tê piştguhkirin, devera ku mêtîngeriya wehşî, çi ya biçûk, nîvî û mezin di febrîqeyan de bi nîvbuhayî têne xebitandin, weke kedkarên Kurd, ji bo polîtîka û ekonomiyên wan ên qirêj re xelasker bin. Devera herî qirêj yên metrepolan ji koçberên Kurd re têne veqetandin û ev jî dike bibe sebebê jiyaneke xerab. Serdestiya ku li herêma Kurdistanê tê birêvebirîn, ji têkiliyên kedxwarî, tehdekar, îmha û înkarê dê neyê qebûlkirin û her wiha di encama van polîtîkayan de, tenduristiya takekekesî û ya civakê dikeve bin xetereyê."

'LI ŞÛNA TENDURISTIYÊ ZÊDETIR BUTÇEYÊ DIDIN ARTÊŞÊ'

Di dirêjahiya daxuyaniyê de butçeya ji tenduristiyê re tê qatandin pir kêm hate dîtin û wiha lê hate zêdekirin: "Berî tenduristiyê, butçeya herî pirr didine artêşê, bê guman tenduristî di rêza herî dawîn de cîh digre. Divê serê pêşîn aştî bê damezrîn û demokratbûyîn bê peydekirin. Azadî û mafên kollektîfî yên demokratîkî bigrin temînatê, li devera ku şerr û pevçûn hebe rih û bedeneke çak ne pêkan e. Bişaftin, zordestî, çewisandin, înkar, qetlîam, komkujiya çandî û hwd. Rasterast jiyanê ji holê radike. Xebatên piyesekirina di tenduristiyê de, di bin sernavê " Bernameya Veguherîna di Tenduristiyê" de îktîdara AKP'yê bidest xistiye. Tenduristî, di hikumeta AKP'yê de, buye komkirina sermayeyê û ev yek jî dike ku bibe alaveke hegemonyayê. Ji bo polîtîkayên tenduristiyê yên ku têne birêvebirin, xizmetên tenduristiyê jî derbeyên mezin digrin. "

'XIZMETA TENDURISTIYÊ HEQÊ BINGEHÎNE'

KCD'ê di dumahiya encamnameyê de cih da van gotinan: "Berî her tiştî, tenduristî û xizmetên tenduristiyê heq e, dezgeha ku herî kêm tê rexnekirin e kû piyasekirina wê jî li ser pişta kedkaran tê kirin, tenduristî, divê muxelefetiya xwe hinekî din kûr bike û fireh bike . da ku bi heq re, heqê tenduristiyê bê bidest xistin. Dewlet, ji aliyekî ve xizmeta tenduristiyê ya civakê peyase dike, ji aliyê din ve jî ji bo ku her tim muhtacê dewletê bimînin, berê Qerta Kesk dihate bikaranîn niha jî bi GSS'yê teşe guhert. Polîtîkayên Tenduristiyê li hêlekê, dewletên mêtînger yên ku civaka Kurd nas nake, bi awayekê hovane li hemberî daxwazên Kurdan dertên. Tunehesibandin, bişaftin, çewisandin û zemîna şerr û pevçûnan nîşan didin."

Bi pirsgirêkên tenduristiyê re, xalên ku hatin destnîşankirin:

*Travmayên ku ji şer û pevçûnan derdikevin

* Şewitandina daristanan, çipçibokên çek û kîmyasalan, mayin, HES û pirsgirêkên hawirdorî û hwd.

* Ji sedemên kesayetguhertina derûniyan

* Cudahiyên herêmî, pirsgirêka zimanî, kêmahiya personelên binesaziya saziyên tenduristî û hwd.

* Pirsgirêkên ji ber feqîrî yên bi awayekî bêhevkêşî

* Ji ber sedemên koçberî û bêkariyê bê ewlekarî û bêhevkêşî, nexweşînên ji ber van sedeman yên weke : Silîkoz, tersane û hwd.

* Li gelek welatan, nexweşînên ku êdî hatine jibîrkirin yên weke: Trahom, kunêr, şarbon û hwd. Hate revekirin."

'XEBATÊN TENDURISTIYÊ BI TENÊ NAYÊN MEŞANDIN'

KCD'ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got:

"Tenduristî û xizmeta tenduristiyê bi tena serê xwe nayê birêvebirîn û bi tena serê xwe bi tîmarkeran re nayê bisînorkirin, ji ber vê sedemê, divê rasterast bi şaredarî, perwerdehî, plankirina bajêr, hawirdor, çandinî, çûnehatî, û bi enerjiyê re bi xebatên hevparî bê lidarxistin. Ya ku rewşa baş ya civakê tehdît dike, yên weke: nîjadperestî, çîn, polîtîkayên ku bi baweriyê ve girêdayî ne, ya ku mercên tenduristî û mêtîngeriya hawirdorê tehdît dike hatine nîqaşkirin. Ji bo ku derfetên teknolojiya pêşketî, ji bo berjewendiyên gel bê bikaranîn esas hate girtin.

Di dawiya komxebatê de, bi awayekî tomerî, heçî tişta ku tenduristiya kesan xera dike, an jî rê li ber xirakirinê vedike, ji bo çareserkirina van pirsan, têgeha tenduristiyê bê berovajîkirin û bi beşdarbûna gel re, têkoşîna ji bo tenduristiyeke baş bi wekhevî, bêpere û bi zimanê dayîkê bê dayîn hate diyarkirin. Ji bo vê jî li meclîsê taxan bernameyên civînên perwerdehiyê divê bê lidarxistin. Di TV, radyo û di medyaya nivîskî de biryara amadekirina bernameyan hate girtin. Pêşkêşkirina xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayîkê li ber çav hate girtin, biryara lîteratureke hevpar û bi kurdî ya di derbarê tenduristiyê de hate girtin.

Ji bo têgehên tibbî yên beramberiya Kurdî bê amadekarin ji tîmarker û ji bijîşkan, ji lêkolîner û zimanzanan biryara komxebatekê hate dayîn. Ji perwerdehiya bijîşkiyê, heya ji pêşkêşkirina zixmetên tenduristiyê ji bo ku Kurdî bê bikaranîn bi herêmên din re di nav têkiliyan de bin, ji bo termînolojî bi awayekê hevparî bê birêvebirîn biryar hatine girtin."