KCD'ê, binçavkirina Ahmet Turk şermezar kir

KCD’ê diyar kir ku planên çewisandin, tinekirin, çokdanînê her roj bi binçavkirin, girtin û komkûjiyan dewam dike.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekî têkildarî binçavkirina Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk daxuyaniyek da û diyar kir ku Ahmet Turk kesayetekî ji bo aştî û biratiyê têdikoşe û têkoşîna wî ji aliyê gelê Kurd ve tê teqdîrkirin.

KCD’ê diyar kir ku ew di pêvajoyeke ku çewisandin û faşîzm gihiştiye astekî bilind de derbas dibin. Planên çewisandin, tunekirin, çongdanîn her roj bi binçavkirin, girtin û komkujiyan didome. Polîtîkaya qirkirinê ya ku beriya 7'ê Hezîranê û piştî wê bi tunehesibandina vîna gel berdewam kir, her roja ku diçe bi awayekî vekirî didome.

Kongreya Civak Demokratîk di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi giştî li Tirkiyeyê û bi taybetî li Kurdistanê tifaqa faşîst a AKP, MHP û CHP'ê bi awayekî sazîbûnî berdewam dike û her serê sibehê em bi rûyekî din ên wan şiyar dibin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê aliyên li hemberî vê faşîzmê têdikoşin, hewl didin rêbazên binçavkirin, girtin, tunehesibandin, qeyûm, destreserkirinê rewa bikin.

Polîtîkayên çongdanîn û qirkirinê bi hemû hêza xwe didome, piştî li Dêrsim û Sêrtê vê carê li Mêrdînê derket holê. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredarê Artukluyê Emîn Irmak hatin binçavkirin û bi vê binçavkirinê qirkirina siyaseî kûrtir dikin. Birêz Ahmet Turk kesayetekî ji bo aştî û biratiyê têdikoşe û ev têkoşîna wî ji hêla gelê kurd û Rojhilata Navîn tê teqdîrkirin. Operasyonên qirkirinê gihaştiye birêz Ahjmet Turk û ev jî nîşan dide ku bê qirkirina siyasî gihaştiye çi astê. Em binçavkirin û girtina hevşaredaran di şexsê birêz Ahmet Turk de şermezar dikin û lanet dikin. Gelê me xwedî hêza ku bi berxwedana xwe ev polîtîkayên qirkirinê û dagirküirinê vala derxîne.”

Herî dawî KCD’ê bang bang li hemû sazî û dezgehên navneteweyî, gelê xwe, rêxistinên saziyên sivîl, jinan, ciwanan dikin ku li hemberî hemû êrîşan têkoşînê xurtir bikin. Her ku li hemberî van êrîşan bêdeng bimînin wê dor were wan jî.