KCD: Divê gelê me li hember komkujiya li Zergelê nerazîbûna xwe nîşan bide

KCD’ê komkujiya li gundê Zergelê şermezar kir, bang kir ku gel kir ku nerazîbûna xwe nîşan bide û ji saziyên navneteweyî xwest ku berpirsyartiyê hilgirin.

KCD’ê komkujiya li gundê Zergelê şermezar kir bang kir ku gel nerazîbûna xwe nîşan bide û ji saziyên navneteweyî xwest ku berpirsyartiyê hilgirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê têkildarî êrîşa li hember gelê sivîl li gundê Zergelê yê Qendîlê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di êrîşên hewayî yên dewletê ji 25’ê Tîrmehê ve dane destpêkirin pir aşkera ye ku rê li ber komkujiyeke xwezayî û mirovî vekiriye. Êrîşên berî niha 21’ê Tebaxa 2011’an li Başûrê Kurdistanê herêma Kortek rê li ber tinekirina malbatekê vekir, 28’ê Kanûna 2011’an li Roboskî bi qetilkirina 19 jê zarok 34 mirovan bi encam bû ku hê di hişê mirovan de ye û berpirsyarên wê nehatine cezakirin em niha bi komkujiyeke nû re rû bi rû ne.”

'DIVÊ SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ BIÇIN SER KOMKUJIYÊ'

KCD’ê bal kişand ser komkujiya li gundê Zergelê û got: "Berpirsyarên vê êrîşa hovane wê li hember gelê Kurd û mirovatiyê timî wek qatil bên bibîranîn û kiryarên wan wê wek kiryarên dewleta terorê derbasî dîrokê bibin.” KCD’ê di serî de Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bang li saziyên navneteweyî û yên çapemeniyê kir ku biçin ser komkujiyê.

KCD’ê bang li gel kir li hember komkujiyê nerazîbûna xwe nîşan bidin, di serî de xizmên malbatan sersaxî ji tevayî gelê Kurd re xwest.