KCD: Divê civaka navnetewî Rojavayê Kurdistanê nas bike

KCD: Divê civaka navnetewî Rojavayê Kurdistanê nas bike

KCD'ê destnîşan kir ku, "Di serî de hikûmeta Sûriyeyê û hêzên muxalîf, Tirkiye, hêzên navneteweyî û hemû derdorên alîgirên demokrasiyê divê mafên gelê Kurd yê ji gelbûnê tê, binasin û piştgiriyê bidinê."

Kongreya Civaka Demokatîk (KCD) têkildarî geşedanên siyasî yên demên dawî yên li Sûriyeyê, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li hemû cîhanê daxwazên azadî û demokrasiyê bilind dibin û rêvebirên weke Iraq, Misir, Tunus û Cezayir yên li hemberî van daxwazan têk çûn, guherîn.

'DIVÊ SAZÎ Û DEZGENÊN NAVNETEWEYÎ RUMETÊ NÎŞAN BIDIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di sedsala 21'emîn ya demokrasî û azadiyan de gelê Sûriyeyê jî weke gelên din ji bo mafên azadî û wekheviyê têkoşînê didin û wiha hate gotin: "Ji gelên Sûriyeyê yên herî bi hêz û rêxistinî gelê kurd jî ji bo nasname, ziman û rêveberiya xwe bi gelên din re bi dildarî û demokratîk bijîn Xweseriya Demokratîk îlan kirin. Di nav gelê Kurd de bi awayekî xwezayî ev yek bû sedema heycan û coşeke mezin. Divê hemû sazî û dezgehên navneteweyî rumetê nîşanî vê yekê bidin. Pêdiviya gelan demokrasî û azadî ye û divê rumetê nîşanî vê yekê bidin."

'EM ÎLANANKIRINA XWESERIYA DEMORKATÎK SILAV DIKIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûn û rewşa alozî ya li Sûriyeyê fêde nade gelan û dewlatan û wiha hate bilêvkirin: "Divê hemû dewlet û gelên Sûriyeyê ji bo bayê aştiyê pêk bê û gel bi hev re azad bijîn kedê bidin. Kesên rumetê nîşanî vîna azad ya gelan nedin û di nav helwestên cuda bin dê winda bikin. Em weke KCD, îlankirina Xweseriya Demokratîk ya gelê kurdên Başûrê Rojava ya bi armanca bi gelên Sûriyeyê re azad bijîn silav dikin û piştgiyê didin têkoşîna wan. Di serî de hikûmeta Sûriyê û hêzên muxalîf, Tirkiye, hêzên navneteweyî û hemû derdorên alîgirên demokrasiyê divê mafên gelê Kurd yên ji gelbûnê tê, binasin û piştgiriyê bidinê."