Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), derbarê mirina rêveberê BDP'ê û delegeyê KCD'ê yê li Girtîgeha Tipa F ya Kurkçulerê jiyana xwe ji dest da Heqî Kuru daxuyanî da û diyar kir ku, Heqî tu carî nayên ji bîr kirin û dê têkoşîna wan bilind bikin. KCD'ê anî ziman ku Heqî Kuru şehîdê azadî û demokrasiyê ye.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), derbarê mirina rêveberê BDP'ê yê Edeneyê û delegeyê KCD'ê ku li Girtîgeha Kurkçulerê jiyana xwe ji dest da daxuyaniya nivîskî da. KCD'ê anî ziman ku, Heqî Kuru ji ber binpêkirinên mafan û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê jiyana xwe ji dest daye. KCD'ê da zanîn ku, ji ber hikûmeta AKP'ê tehamulî muxaletefa siyaseta demokratîk nake, endam û rêveberên siyaset demokratîk dike digirin û davêjin girtîgehan.
KCD, destnîşan kir ku girtîgeh bûne qada binpêkirina mafan û mafê girtiyan yên tenduristî, civakî û mirovane tên binpêkirin. KCD'ê, destnîşan kir ku Heqî Kuru tu carî nayên ji bîr kirin û dê têkoşîna wan bilind bikin. KCD'ê anî ziman ku Heqî Kuru şehîdê azadî û demokrasiyê ye. Heqî Kuru, li Girtîgeha Kurkçulerê ku 5 mehin girtî bû ji ber derfetên xerab jiyana xwe ji dest da.