Komîsyona Hiqûq û Makezagonê ya KCD'ê da zanîn ku feraseta dewletê gelê kurd wekî dijmin dibîne û ji ber vê yekê li hemberî zarok, kal û pîr, jin û mêr şîdetê pêk tîne û wiha got: "Bendewariya 'demokrasiya pêşketî' ji feraseta dewletê ku li hemberî daxwazên demokratîk û rewa yên gelê kurd wekî dijmin nêzî dibe xelal û safitî ye."
Komîsyona Hiqûq û Makezagonê ya KCD'ê derbarî bûyerên duh li Amedê pêk hat de daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku komîteyekî amadekar ku tevahiya wan ji parlementerên KCD'ê û BDP'ê pêk dihat hemû berpirsyariyên zagonî bi cih anîn û serî li Walitiya Amedê hate dayîn, lê walitî bi hincetên cûr bi cûr mitîngê asteng kiriye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: " Li hemberî asta ku pirsgirêka kurd hatiye û rewşa dîrokî, gelê kurd ji bo daxwazên xwe di serî de azadiya Ocalan pêk were û ji bo rola bilîze derfetên wî were başkirin, di 14'ê Tîrmehê de biryara li Amedê kom bibe girti. Mirovên ku ji çar hêlên Tirkiyeyê hatin Amedê rastî hemû astengiyan ve hatin. Her wiha dema seat bû 13.00, li hemû noqteyên Amedê de terora dewletê dest pê kir. Feraseta ku gelê kurd wekî dijmin dibîne, di 14'ê Tîrmehê de kolanên Amedê dagir kir. Polîsan beyî ku bêjin zarok e, jin e, pîr û kal e, jin û mêr e, li hemû kesan şîdetekî bê pîvan pêk anî."
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di encama êrîşa polîsan de bi sedan mirov birîndar bû û ji ber vê yekê rakirine nexweşxaneyan û hate diyar kirin ku polîsên ku sînoran nas nake ketine nexweşxaneyan û li wir jî êrîşî birîndaran kirine. Daxayunaî wiha bi dawî bû: " Ji ber wê gelek birîndar nexweşxaneyan jî terikand. Ji ber bûyeran 86 kes hatine binçavkirin. Bi sedan mirov birîndar bûye. Bendewariya 'demokrasiya pêşketî' ji feraseta dewletê ku gelê kurd û daxwazên wê wekî dijmin dibîne, bûyerên Amedê yên di 14'ê Tîrmehê derdixîne holê ku çiqas xeyal e û safitî ye. Hatiye dîtin ku ji bilî berxwedanê tu rê ji bo gelê kurd ku ji bo mafên xwe bistîne tune ye."
Di daxuyaniyê de ji bo berxwedanê spasî ji gel hate kirin û ji bo birîndaran şîfa hate xwestin.