Karwanê cenazeyê gerîla Andok li ser rêya Farqînê hat rawestandin

Karwanê cenazeyê gerîla Andok li ser rêya Farqînê hat rawestandin

Karwanê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ramazan Yilmaz (Andok Farqîn) ê ku di encama çalakiya li dijî Midûriyeta Emniyeta Pinarbaşiya Qeyseriyê li dar xist de jiyana xwe ji dest da, li ser rêya navçeya Farqîna Amedê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Di navbera polîs û welatiyan de alozî çêbû û koma qelebalix dest bi çalakiya rûniştinê kir û rêya Farqînê li trafîkê girtin.

Malbata gerîlayên HPG'ê Cengiz Ozek (Erîş Gewer) û Ramazan Yilmaz (Andok Farqîn) ku di êrîşa 26'ê gulanê de li dijî Midûriyeta Polîsan a Pinarbaşiya Qeyseriyê de jiyana xwe ji dest dan, piştî encama testa DNA'yê diyar bû, cenazeyê zaroken xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê wergirtin. Cenazeyê gerîla Andok ji bo bispêrin axê birin Farqînê. Lê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin.

Cenaze ketina hundirê Amedê ji aliyê bi sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin û karwan ber bi Farqînê bi rê ket. Karwanê cenaze li ser rêya Farqînê hat rawestandin. Polîsan ji malbata Yilmaz re got; “Fermana qeymeqamtiyê heye. Cihê ku malbat dixwaze, nikare cenaze di wir re derbas bike.” Ji ber vê jî alozî rû da.

Girseyê li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û rêya navçeyê li trafîkê girtin. Veguhestina polîsan a ber bi cihê bûyerê ve berdewam dike.

Bi hezaran kesên ku helwesta polîsan protesto kirin dirûşimên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” diqîrin. Aloziya di navbera girse û polîsên Tirk de didome.